Birûc Resûl/Qamişlo
Leyla Gulo da zanîn ku ew her dem dixwazin jin di nav guhertin û veguhertinê de be û got: “Jin di komînan de xwe û civaka xwe rêxistin dike.”
komîn di wateyê de pênaseya civakîbûnê ye. Civakbûn jî yekser bi jinan ve girêdayî ye, li ser vê bingehê jî jinan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komînên li ser bingeha azadiya jinan ku xwe dispêre komûnalîzma jinan, birêxistin kirine. Jin bi vî awayî li dijî pergalên netew-dewletê yên ku rêxistinkirina desthilatdariyê, endezyariya ku civakeke yek reng armanc digre, nasnameyan tîne hemberî hev û wekî amûr bi kar tîne têdikoşin û li şûna wê bi pergala komînan a ku rêveberiya civakî bi rêxistin dike, xwe dispêre xwezaya civakî ya pir nasnameyî û çandî, hevgirtin û têkiliyên demokratîk bi pêş dixe, ava kirin.
Di derbarê rola jin di Komînan de Rêveberiya Meclisa Taxa Hilêliyê Leyla Gilo ji Rojnameya me re axivî.

Leyla Gilo di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Komîn ji gelek komîteyan tên avakirin û her komîteyek bi karê xwe radibe. Di hundirê komînê de mêr û jin bi rengekî hevbeş kar û xebatê didin meşandin. Jin di nava komînê de cihê xwe di gelek komîteyan de digre û dide meşandin wek; Komîteya Lihevanînê, Komîteya Parastinê, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Xizmetguzariyê û Komîteya Jin. Komîn li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî gund û kampên penaberan, bi tevlîbûna hemû pêkhateya hatine avakirin. Komîn bingeha avabûna civakê ye. Bi saya şoreşa Rojava jin di hemû qadan de cihê xwe girt û bû sitûna bingehîn a civakê. Her wiha Rêber Apo jî gelek balê dikşîne ser girîngiya komînan. Daxwaza me perwerdeya ji bo gel re di komînan de bên domandin. Di heman demê de roja şemiyê endam û mamosteyên Rêveberiya Xweser tên komînan ziyaret dikin. Jina kurd bi avakirina komînê re cihekî girîng di nava xebatên komînan de girt. Jin her tim hewl dide ku tevahî pirsgirêkên di nava kesan, tax û civakê de bi rengekî komînal û civakî çareser bike.
Komîn derfetê dide civakê ku xwe bi xwe bi rê ve bibe ji xizmetguzariyan sûdê bigre heta mijarên civakî û perwerdeyê. Komîn bingeha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û hêza wê ya navendî ye. Bê komînan mecils ava nabin, lewre komîn biçûktirîn hêza rêxistina gel in. Komîn nûnertiya civakê di meclisê de dikin û meclis nûnertiya hemû komînan di rêveberiya sivîl a demokratîk de dikin.”
‘Rêxistinkirina jinê, rêxistinkirina civakê ye’
Leyla di berdewamiya axaftina xwe de behsa rewşa jin bi avabûna komînan kir û got: “Wek ku tê zanîn berî avakirina komînan jin cihê wê tenê di malê û li ber zarokan bû. Jin ji hemû xeyal û armancên xwe hatibû mehrûm kirin. Lê bi avabûna komînan jin xwe nas kir û roj bi roj tevlî perwerdeyan bû, her wiha berpisyariya civakê jî da ser milê xwe. Êdî jin bi xwe hesiya ku cihê wê ne tenê di malê de ye lê belê cihê jin di her aliyê civakê de ye. di heman demê de ji bo destxistina mafê jinan bibe pêşenga civakê, lewma jin ev gav ji komînan da destpêkirin. Niha jin cihê xwe di gelek qadan de rêveberiya civakê dike. Bi avabûna komînan jin gelek pêşketin di kesayeta xwe û civakê de da avakirin. Di dîroka jin de pir zor û zordarî heye bi taybet ji aliyê islamê ve mafê jin hatibû xwarin. Di riya islamê de jin hat girêdan, lê belê bi derketina fikir û felsefeya Rêber Apo rêya jin hat ronî kirin ku êdî karîbû ew ew sûc û kiriyarên li hemberî wê tê kirin, bibîne û şser bike. bêguman ew qalibê bindestiyê hat şikandin. Di roja me ya îro de pirojeyên ku Rêber Apo pêşkêş kiriya, jin rolekî serke tê de dilîze. jin komîn bi rêve dibe, ew sîstema hevserokatiyê di her qadekî de daye avakirin. Her wiha niha her jinek bi rêya komînan kesayeta xwe û civakê dide perwerde kirin ku wan fêrî jiyana komînal, hevpar û hezkirinê dike, bi vî rengî caivaka xwe bi rêxistin dike. Ji ber ku Rêber apo girîngî daye perwerdê, dema ku mirov xwe û civaka xwe bide avakirn, pêwîst e destpêkê xwe perwerde bike da ku karî be civaka xwe qezanc bike.”
‘Girîngiya perwerdeyê’
Leyla Gilo diyar kir ku ew taybetî didin perwerdeyên jin û wiha pêde çû: “Yek ji girantirîn mijarên di perwerdeyên komînên me de kesayeta jin e, em di vê mijarê de jinan kom dikin û ji wan re behsa kesayeta jina azad ku hêza wê ya zanîn û pêşengtiyê li pêş be. Her wiha em dixwazin jin fêr bikin ku ne tenê jin dikare civakê birêve bibe, bila her kes bizanibe ku jin dikare jiyanek bixwe û bêyê ku zilam alîkariya wê bike avabike. Giringtirîn tişta ku jin karîbû bike parastine. Jin di aliyê parastinê de xwe pir pêşxist. Pêwîst e jin di her aliyê civakê de were qebûl kirin ji ber jin ya herî zêde dikare civakê bibe ser aliyê xwe û bibe berbisiyar. Jin her dem pêwîstiya wê bi perwerdeyan heye ji ber ku Rêber Apo dibêje mirov çiqas zanebe her pêwîstiya wî/wê bi pêşektinê heye. Ji ber ku her dem rewş tê guhertin û daxwaziya mirov bi naskirinê heye. Em dixwazin her dem jin di nav guhertin û veguhertinê de be, da ku xwe di nav siyasetê de kûr bike û li hember hemû êrişan bibe bersivekî mezin.”






