Remezan Olçen
Vê heftiyê li Qamişlo pêşangeha pirtûkan heye. Ev dibe 9 sal ku pêşangeh tê çêkirin. Pêşangeha Herekol a Pirtûkan. Pêşangeh li Parka Azadî ya Qamişloyê ye. Ez dibêjim jê nemînin. Her çi kesê xwedan derfet bila biçe pêşangehê. Ew girîng e. Ji ber ku ez jî ji wan mirova me ku bawer dikim ku edebiyat-wêje stargeha dawî ya mirovahiyê ye. Di vê dinyaya ku teknolojî bûye dînê nû, ehlê qelem û hubrê ji me re dibêjin; dinyayeke din heye.
Nivîskar, nivîs û xwendevan elementên sereke yên wêjeyê ne. Nivîskar hema ji xwe re nanivîse. Dibe ku yên wilo dinivîsin hebin. Kafka yek ji wan bû. Ji xwe re dinivîsî, berya rehmet bike ji hevalê xwe re dibêje; dema ez mirim van reşnivîsan bişewitîne. Lê hevalê wî bi ya wî nake. Dibe ku îxaneta hevalê wî di warê exlaqî de pirsgirêkeke mezin be lê ji bo me xwendevanan em spasiya wî dikin. Bi xêra wî em ketin nav mêjî û dilê Kafka. Em bi karekterên wî re di wê cîhana Kafkaesk de geriyan. Edebiyat behsa mirov dike, behsa jiyanê dike û em bi her xwendinê hinekî jî li xwe, li rastiya xwe, li heqîqeta xwe digerin.
Wextê, nivîskarekî gotibû; bi her xwendinê re xwendevan bi nivîskar re dikeve nava sohbetê. Dibe ku beriya bi sedê salan hatibe nivîsandin ew berhem, lê dema dixwînî ew tîp û herf dibin dengê mêjî û dilê nivîskar û tu pê re diaxivî. Îcar pêşangehên pirtûkan derfeteke wisa didin xwendevanan ku bi nivîskaran re jî bên cem hev. Li serhatiya nivîsa wî/wê guhdar bikin. Pirtûk bi nivîskarên xwe li fûarê bi ziman dibe. Dikare biaxive. Heta carna derfet çêdibe, tu ji devê nivîskar bi xwe li beşek pirtûkê guhdar bikî, ji devê wî/ê li helbestekê guhdar bikî. Bixwe tecrûbe bikî bê ka hesteke çawa li wan hevokan bar kiriye û çawa ew hevok digihîjin dengê xwe.
Weşanxane jî giring in helbet. Karê ku dikin, bi xwe dikarin nîşanî xwendevanan bidin. Bi pirtûkên xwe yên kevn û nû li wan dezgehan tu dibî şahidê keda di oxira nivîsê de. Ji ber wê lazim e mirov heqê weşanxaneyan jî teslîmî wan bike û wan pîroz bike. Ji wan hîn bêhtir bixwaze. Hîn bêhtir divê mirov li wan xwedî derkeve. Ew pireya di navbera xwendevanan û nivîskaran de ne. Divê em wê pirê qewîn û zexim bikin. Xwedî li keda wan derkevin.
Pêşangehên pirtûkan her timî heyecaneke mezin bi min re çêkirine. Ji ber ku ez li wê derê dikarim bi xwe guherîn û veguherîna ziman û zeman bibînim. Lewre her nivîskar hinek jî berdevkiya dema xwe dike. Nivîskarên berê sedê salan jî wisa bûn yên îro jî. Em binêrin bê ka nivîskar bi çi rengî dibîne hal û ehwalê mirovahiyê, jiyanê, civat û civakê.
Erê me got edebiyat lê li pêşangehan ji xeynî edebiyatê li ser dîrok, li ser civaknasî li ser dernûnî, felsefe û hwd jî berhem hene û mirov dikare li wê cîhanê jî mêze bike. Heta ev keys û derfetê dide me ku em wêjeya ku van beşan hemûyan bi awayekî hembêz dike û wan dîsîplînan bide ber hev jî. Bi hêviya ku ehlê qelem û hubrê zêde bibin Pêşangeha 9’an a Herekol a Pirtûkan xalî nehêlin.






