Dîlan Mulhim\Qamişlo
Piştî berxwedana mezin a 134 rojan, di 20’ê Cotmeha 2017’an de bajarê Reqayê yê ku çeteyên DAIŞ’ê weke peytext ji xwe re bi nav kirbûn, ji aliyê şervanên QSD’ê û YPJ’ê ve hate rizgarkirin. Reqa ku DAIŞ’ê kiribû navenda sûcên dijmirovî, piştî rizgarkirinê bû bajarê xwişk û biratiya gelan.
Reqa yek ji bajarên Sûriyê ye û li ber çemê Feratê hatiye avakirin. Bajarê Reqayê xwedî cihekî stratîjîk û dîrokeke kevnar e. Di heman demê de, Reqa di warê cih de, di tevahiya geliyê Firatê de cihekî stratejîk e, ji ber ku ji hemû aliyan ve xaçerêyekê nîşan dide, li bakur Tirkiye, li başûr Şam, li rojhilat Iraq û li rojava jî Heleb e. Rûbera wê 19 hezar û 600 km2 û bi qasî milyonek kes lê dijîn. Reqa bi şûnwarên xwe yên dîrokî navdar e, girîngtirîn şûnwarên wê jî Keleha Cebar û Qesir Albenat in.
Serdema tarîtiyê
Piştî destpêkirina kirîza Sûriyê di sala 2011’an de, hejmareke zêde ji gelên Sûriyê ji bo xwe ji agirê şer rizgar bikin, koçberî bajarê Reqayê bûn û piştre bû keleha sereke ya çeteyên ku navê opozisyênê li xwe dikirin û bi rêya wan çeteyên DAIŞ’ê derbasî nav bajarê Reqayê bûn. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bajar bi tevahî dagir kirin, ji ber ku ew nêzîkî sînorên Iraq û Tirkiyê ye çeteyan Reqa wek paytexta xwe bi nav kirin . Di wan 4 salên ku Reqa di destê DAIŞ’ê de bû, çete ji piraniya welatên cîhanê li wir kom bûn. Di vê demê de, Reqa veguherî navendeke sûcan li dijî gel. DAIŞ’ê hewl da ku bandorê li ser hişmendiya gelê bajar bikin û reşkirinê di navbera pêkhate û eşîran de belav bikin. Herwiha heta di nav endamên heman malbatê de, çanda kuştin û tolhildanê teşwîq kirin.
QSD’ê hêviya jiyana azad e
Ji ber ku QSD’ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de xwe isbatkir hêzên hevpeymanî yekser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hevalbendî avakir. Yekane hêzên ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê derketin û gelek herêm ji destê wan derxistin û rizgar kirin. Ji ber ku QSD’ê ji şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê pêk tê û tev jî di şer de xwedî ezmûnên bi salan e. Herwiha ji bo pêşeroja Sûriyeke demokratîk, azad û felsefe netewa demokratîk ji xwe re esas digrin. Ji ber van sedeman hêzên hevpeymanî bi wan re hevalbendî danî û nekarî bi Iraq û Tirkiyê re hevkariyê bike. Ji milekî din ve jî hêzên hevpeymanî gihiştibûn wê baweriyê ku bi tena serê xwe û bê desteka QSD’ê wê nikaribin di şerê li hemberî DAIŞ’ê de serkeftinê bi destê xwe ve bînin. Ji ber ku di şerê li hemberî hemû hêzên çete yên ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û di serî de Cebhet Alnusra û herî dawî jî DAIŞ’ê, QSD’ê xwe isbat kir û karîbû ku baweriya gel, heremê û cîhanê jî qezenc bike.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê pêngava “Xezeba Firatê” di sala 2016’an de ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê destpê kirin û bajar di 17’ê Cotmeha 2017’an de hat rizgarkirin û 20’ê heman mehê rizgarkirina wê hat ragihandin.
Jin ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve
Çeteyên DAIŞ’ê, bajarê Reqa ji bo xwe, weke paytext, bi nav kiribûn. Çeteyan, bi hezaran jinên bê parastin dîl girtin, kirin qefesan firotin û qetil kirin. DAIŞ’ê bi serdestiya xwe ya ku di bajarê Reqayê de dida meşandin, weke bazara firotina jinan bikar tanî. Ew dîwarên koletiyê ku li derdora civaka Ereb hatibûn hunandin û çerşefên reş ku li rûyê jinan hatibûn pêçandin bi destê şervanên QSD’ û YPJ’ê hatin avêtin û şewitandin.
Azadkirina Reqayê ne bi tenê li herêmê, di heman demê de di qada navnetewî de jî di şerê berxwedana gelan de pêngaveke mezin bû. Ev pêngava ku hêza jinan YPJ û Yekîtiya Jinên Şengalê YJŞ ê pêşengî jê re kir, bi rizgarkirina gelê herêmê û jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de bi serkeftî bi encam bû. Bi azadiya Reqayê re wê hişmendiya ku jinan tune dihesibîne û wan biçûk dixe hat şikandin û li şûna wê jî hişmendiya civaka azad bi isbatkar hat danîn. Bi rizgarkirinê re jinên bajarê Reqayê ew çerşefên reş bi tilîliyan hatin şewitandin. Herwiha niha bajarê Reqayê bû ye, bajarekî xwişk û biratiya gelan, di heman demê de hemû pêkhate dibin fikirê netewa demokratîk û sîwana Rêveberiya Xweser de xwe birêxistin kirin e.






