Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di nav şert û mercên dijwar de 6 sal berxwedanî

19/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Di nav şert û mercên dijwar de 6 sal berxwedanî
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Di nava kampa Serêkaniyê de çîrokên pir bi êş,hêviya vegerê û lehengiyê tên jiyankirin, yek ji wan çîrokan jî çîroka koçberê ji bajarê Serêkaniyê Mihemd Elnehar e ku li hemberî nexweşî, êş û zehmetiyan li ber xwe dide.   

Koçberên Serêkaniyê 6 sal in di bin dibin şert û mercên herî zehmet de berxwedaniyê dikin. Koçber hemû astengî û zehemtiyan bi têkoşîneke mezin derbas dikin û hêviya vegera mal û milkên xwe jiyan dikin. Êş, zor û zehmetiyên ku îro li kampê tên jiyankirin, berpirsyarê wê dagirkeriya Tirk e. Koçberên li kampê ruxmî ku kamp ji xwe re kirine cih û war, lê ew  di hêviya vegera bajarê xwe de bi israr in.

Koçberî dibe sedema gelek êş û azaran

Koçberî dibe sedema gelek êş û azararan ku hem di aliyê piskeolojîk de hem jî di aliyê fîzîkî de li ser mirov bandor dike. Dijminê gelê Kurd her xwestiye bi van polîtîkeyan gelê Kurd bê îrade bihêle. Ji xwe armanca wan ji şerên çekdarî wêdetir, ew e ku aramiya herêmê û îradeya gel pûç bikin. Lê belê ev yek li gor pilanên dijmin tu carî nebû ye, mînaka wê jî berxwedana gelê Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê ye. Di Kampa Waşokanî de li kêlek berxwedana 6 salan gelek çîrokên ku aliyekî ji êş û azaran van kesan vedibêjin hene. Yek ji wan çîrokan jî çîroka kalemêrê 76 salî, Mihmed Elnehar e.

Mihmed Elnehar li hemberî êş û azaran li ber xwe dide

Mihmed koçberekî ji bajarê Serêkaniyê ye û 6 salin li kampa Waşokanî jiyan dike. Di nava kampê de ew li hemberî nexweşî, êş, zor û zehmetiyan li berxwe dide. Tevê ku ew astengdar e li kampê bi tena xwe dijî.

Rewşa Mihmed Elnehar a tenduristî pir xerabe û pêwîstiya wî bi tedawiya bijîşkî heye. Herwihar ev demeke ew li erdê ye û ji ber nexweşiya lingê xwe nikare tevbiger e. Lê mixabin zarokên wî jî ne serdan û  ne pirsa wî dikin.

Mihmed Elnehar li ser rewşa xwe wiha tîne ziman: “ Tevgera min zehmet bûye û kursiyek tune ku ez li ser tevbigerim. Ez niha li erdê me û nikarim tevbigerim, lê li hemberî nexweşî û zehmetiyan li ber xwe didim. Xewina min ew ku ez li ser piyan tevbigerim.”

Mihmed Elnehar dema ku li bajarê Serêkaniyê bû li ser lingên xwe dimeşiya  û tevbigeriya, lê dema ku dewleta Tirk a dagirker sala 2019’an de êrişî Serêkaniyê kir, ji ber êrişên çeteyan koçberî kampa Serêkaniyê bû. Piştî ew derbasî kampa Serêkaniyê bû, piştî demekê êşeke sivik di lingê wî de derket. Lewma ji ber nexweşiya lingê xwe Mihmed çû Şamê, da ku derman ji bo nexweşiya xwe peyda bike. Wî li Şamê du niştegarî ji bo lingê xwe çêkirin û dema vegerê li ser rêbendên hikumeta Sûriyê pereyên wî hatin dizînin. Niha jî hewcwdariya wî bi niştîgariyeke din heye, lê ji ber nebûna pereyan ew nikare careke din biçe Şamê.

Rojane Mihmed Elnehar li xwendekarên dibistanê temaş e dike, mîna ku ew zarokên xwe di hundirê kampê de dibîne. Wî bi dengekî şewat got, “Min zarokên xwe bi êş û azaran mezin kirin, lê tenduristiya min xiyanet kir. Ez ji zarokên xwe peryan naxwazim, lê serdanene wan ji bo min bes e. Kurê min, cîranê min, bêyî ku silavê bide min di ber min re derbas dibe.”

Mîna çîroka Mihemed bi sedên çîrokan di kampên koçberan de rojan e tên jiyankirin. Me çîroka wî anî ziman lê gelek çîrokên bi êş veşartî ne, tenê bi vergera li ser ser mal û milkên xwe wê koçber beşek ji  êşên xwe ji bîr bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.