Rojnamevan Serdar Altan da zanîn ku di serdema desthilata AKP’ê de rihê çapemeniyê hate kuştin û tu têkiliya çapemeniyê bi gel û heqîqetê re nema û got, “Dema AKP bû desthilat, ev car bû çapemeniya alîgirê AKP’ê û dîsa dijberiya Tevgera Azadiyê û aliyên demokrat û aştîxwaz kirin.”
Li hember pêvajoya ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bi taybet di Tirkiyê de xebatekî girîng tê meşandin. Lê belê ji bo biserxistina vê pêvajiyê zimanekî dijber û neyînî ji aliyê çapemendiya dewleta Tirkiyê ve tê bikaranîn, herwiha heyanî niha komisyona ku hatiye avakirin derbasî gel Rêber Apo nebûye. Derbarê vê mijarê de rojnamevan Serdar Altan bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Pêvajoyeke dîrokî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin, herwiha komisyoneke taybet ji bo birêvebirina pêvajoyê di Trikiyê de hate avakirin. Gelo hûn dikarin rêveçûna vê pêvajoyê binrxînin û çima heya niha komisyon derbasî gel Rêber Apo nebûye?

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin di qonaxeke girîng de berdewam dike. Di navbera 7-8 vê mehê de gelek bûyerên girîng qewimîn. Di serî de biryara feshkirina PKK’ê û çek şewitandina gerîlayan di cîhanê de deng veda. Di vê pêvajoya çend mehan de birêz Ocalan bi nêrîn û perspektîfên xwe her tim rê li ber pêvajoyê vekir. Her gotinekî wî dibû rojev û dihat nîqaşkirin. Manîfestoya ku mirov weke paradîgmaya demê dikare binirxîne gelek tişt ji bo me digot. Ne tenê ji bo gelê Kurd, herwiha ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê weke manîfestoya serdemê ye. Rêzdar Abdullah Ocalan ji bo tevahiya cîhanê careke din got ku li dijî cîhana ku ji hêla kapîtalîzmê ve hatiye dorpêçkirin, civakek komînal û azad pêkan e. Civaka xweser û azad wê karibe baştir biafirîne û cîhanek wekhev û di nava aştiyê de saz bibe.
Helbet ev nêzîkatî ji bo tevahiya Kurdistan û Tirkiyê şensek mezin bû. Bi taybet Tirkiye ya ku ewqas di bin nîrê zilm û zorê de hatiye çewisandin, pêwîst bû sûdek mezin wergire ji vê şensê. Piştî gavên ji hêla PKK’ê ve hatin avêtin tevahiya raya giştî li benda bersiva dewletê bûn. Lê belê di ser destpêka pêvajoyê de ewqas dem derbas bû jî ji hêla dewleta Tirk ve gavek şênber nehatiye avêtin. Ev yek jî nerazîbûnek mezin bi xwe re anî.
Wisa xuyaye hikumeta AKP’ê dixwaze pêvajoyê hinek giran bi rê ve bibe. Ev yek di nêzîkatiya komsyona ku li Meclisê hatiye avakirin de jî xuya dike. Diviya komîsyon heta niha bi rêzdar Ocalan re hevdîtin pêk anîbûya, lê belê ev yek hêjî pêk nehatiye. Ez bawerim ew jî li bendê ne ku Erdogan di vê derbarê de biryarê bide. Dawiya dawî helbet wê li birêz Ocalan guhdarî bikin lê ev yek çiqas zû pêk bihata ewqas baş bû. Ji ber ku pêvajo vê nêzîkatiyê nikare hilgire. Ger rewşek ne baş bi pêş bikeve kes nikare ji bin vê yekê derkeve.
-Zimanê çapemeniya Tirkiyê weke niyeta hikumetê ye, heya niha jî pêvajoyê weke zimanê teslîmiyetê digrin dest û bi awayekî çareser nateysînin. Gelo hûn vê yekê çawa dibînin?
Çapemeniya Tirk, li bîra me tê nayê di pirsgirêka Kurd de bi heman ziman û şêwazê tevdigere. Zimanê wî zimanê dewletê ye, zimanê şer e, zimanê zilm û zordaran e. Dema derbeya 12’ê Îlonê ya 1980’yan pêk hat, li dijî gel weke çapemeniya cuntakaran tevgeriya. Di salên 90’î de li dijî Kurdan weke çapemeniya artêşê tevdigeriya. Me wan weke çapemeniya bi apolet binav kir. Dema AKP bû desthilat, ev car bû çapemeniya alîgirê AKP’ê û dîsa dijberiya Tevgera Azadiyê û aliyên demokrat û aştîxwaz kir. Niha jî em lê dinêrin, li dijî aştiyê alîkariya şerxwazan dike.
Niha em berê xwe didinê du aliyê ve sekna çapemeniya Tirk heye. Aliyek jê ku nêzî hikumetê ne dixwazin ji vê pêvajoyê serkeftinek ji bo AKP-MHP’ê derxin. Bi weşanên xwe Tevgera Azadiyê biçûk dixin û hikumetê mezin dikin. Dibêjin tu behs û bazar tineye, PKK’ê bi van gavavêtinên xwe teslîmiyetê qebûl kiriye. Ewqas ked û hewldanên birêz Ocalan û tevgêra wî dixwazin li valahiyê derxin. Helbet em van baş nasdikin. Ev, ew kesin ku di her serdemê de li cem dewletê, li cem desthilatan cihê digrin in.
Aliyê din ew kes in ku dibêjin qaşo em muxalîfin. Xwe nêzî partiya CHP’ê dibînin û di rastiyê de bêhtir xwe wekî xwediyê dewletê pênase dikin. Piraniya rojnamegerên ku di van saziyên çapemeniyê de dixebitin ew kes in ku di salên 80’î û 90’î de alîgiriya darbekaran û artêşa dagirker dikirin. Niha wekî muxalîf xûya dikin lê di rastiyê de derdê wan yê sereke dijberiya Kurdan e. Naxwazin ku Kurd li ser ruyê cîhanê bibin xwedî tu tiştî. Kurdan weke qebîleyeke Tirkan dibînin, weke xûlamên xwe li wan dinêrin.
Di eslê xwe de ev herdû alî jî di dijminahiya Kurdan de tên cem hev û dibin yek deng. Hem alîgirên hikumetê, hem yên xwe wek muxalîf nîşan didin rojnamegeriyek bi şeref nakin. Hem pênûsa xwe firotine, hem rih û mejiyê xwe. Benê wan di destê dewlet û desthilatan de ye. Bi ku ve bikişînin bi wir ve diçin. Ev yek jî rewşek ne baş derdixe holê. Bi taybet di serdema desthilata AKP’ê de rihê çapemeniyê hate kuştin, hate qetilkirin. Wisa kirin ku wate û naveroka çapemeniyê hate valakirin. Rojnamegerî bu amûrê destê desthilatê. Tu têkiliya çapemeniyê bi gel re nema. Dema wisa be helbet wê encam jî ev be. Ji ber wê tu hêviya gel ji van derdoran nemaye.
-Ji bo pêvajoya ku hatiye destpêkirin, divê ragihandina dewletê bi taybet zimanekî çawa bi kar bîne, her wiha ger wiha berdewam bikin wê encam çi bin?
Helbet dema em behsa ragihandina li Tirkiyê dikin ji bilî van herdu aliyan rojnamegeriyek ku nirxên çapemeniyê diparêzin jî heye. Bi taybet çapemeniya Kurd ku em wê weke Çapemeniya Azad binav dikin, li hember vê rewşa ne baş berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Dîsa hin çapemeniya çep û sosyalîst jî di nava vê berxwedanê de cîh digrin. Her wiha weke ferd, hin rojnamevan û alî jî hene ku dixwazin hinekî bi exlaq tevbigerin. Ev kes ji ber ku serî ne tewandine ji çapemeniya alîgir û şerxwaz hatine durxistin.
Hebûna çapemeniya azad û van derdorên em behsê dikin hêvîyek xûrt ava dike. Em zanin ku di gel ewqas zilm û zor û çewisandinê jî hin alî hene ku wê mafê gel, mafê aştîxwazan biparêze.
Di vê serdema pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêdivî pê heye ku ev çapemeniya aştîxwaz bêhtir xwe bi hêz bike û mafê gel, mafê Kurdan, mafê aligirên demokrasiyê biparêze. Her wiha ji bo van derdorên ku dijberiya aştiyê dikin bandora wan kêm bibe di nava hewldanê de be.
Li aliyê din divê mirov bang li wê çapemeniya aligîr û çapemeniya qaşo muxalefetê dikin jî bike da ku dev ji vê zimanê kirêt berdin. Ji ber ku tevahiya gel ji vê zimanê şerxwaz aciz e. Civak êdî aştiyeke mayînde û bi rûmet dixwaze. Zimanê şer feyde li tu kesî nake. Ger piştgiriyê nadin pêvajoyê jî qet nebe bê kêmanî bila dengê xwe bibirin, dijberiyê nekin. Em bawer in dema ev pêvajo bi ser ket wê herkes azad bibe. Her wiha wê çapemenî jî bikeve rêyeke rast û feydeya mezin jî wê li ragihandinê bike. Bi vê wesîleyê em careke din ew hevalên me yên ku li dijî zilm û zordariyê, di gel ewqas çewisandin û pêkutiyan jî li ber xwe didin û mafê gel yê aştîxwaz diparêzin silav dikin û berxwedana wan pîroz dikin.






