Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Siyasetek lewitî dimeşe

19/10/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Li cîhanê gelek bûyerên ecêb û matmayî rûdidin û siyasetek berovajî tê meşandin.

Aliyê balkêş jî, yên serkêşiyê ji vê siyaseta lewitî û kiryarên malxerab re dikin, serokên dewletên hegemonên cîhanê; DYEyê û Rûsya ne.

Bivêja gelîrî tîne bîra miovan; “heke mele wisa bikin gelo cemaat çi nakin”?

Jixwe, wexta Trump û Putin siyasetekê an hilwestekê nîşan didin, piraniya serokên dewletan weke pezê bikevin kûyê li pey wan dimeşin.

Êdî gel nayê bîra van serokan, derd û êşên gelan ne xema wan e, di mejî û hişê wan de, bi tinê temendirêjiya desthilatiya takekesiya wan û berjewendên malbatên wan hene.

Hema li mînaka Trump binêrin; êdî li goreyî kêfa xwe ya takekesî, keç, kur û zavayê xwe jî xistiye nava siyasetê û diplomasiyê û karê dewletê wisa dimeşîne.

Hema, Receb Erdogan li ser şopa wî û weke “fotokopiyên hev” mîna şîrketan dewletê dimeşînin!

Colanî jî weke şopdarê wan dimeşe; ji bo birêvebirina hemû karê rêveberiya Şamê(Suriyê) her sê birayên xwe dane rex xwe û bi destê wan dewletê dide meşandin!(Beşar Esat jî, bi heman şêwazê, bi birayên xwe desthilatiya xwe dimeşand)

Di vê serdema dawî de, ev siyaset û hilwestên lewitî derketiye asta herî bilind, jixwe hemû civîn û hevdîtinên xwe yên çendkesî an pirkesî hemûyan, weke “civînên bilind, giring, watedar” bi nav dikin.

Weke mînak, civînên NY û Civînên Rojhilata Navîn(bi taybetî ya Misrê).

Di van civînan de, ji bo berjewendên gelan ti biryar nîne.

Lê ji bo Trump û Putin hinek biryar hene.

Ma şerê Ukrayna hat rawestandin û aştî pêkhat?

Ma li Rojhilata Navîn dawî li şer hat? Na xêr.

Di rûre weke şersekinandinê heye, lê van hevdîtin û civîn hemû amadekarî ye, ji bo şerê mezîn ê dahatû yê cenga 3yan a cîhanê ye. Jixwe êrîşa dijî Îranê di rêzê de ye!

Di nava van heftuleftan de mijara herî belloq û lewitî hilwesta bi Colanî re ye!

Colaniyê ku li arşîva DYEyê teroristekî navdewletî bû, ji bo girtina wî 10 milyon dolar hatibû terxandin, lê çawa ji aliyê CIA ve, pêşî li Iraqê, paşê li Idlibê hat perwerdekirin û ji nişka ve anîn li Şamê û weke Serokê Dewleta Sûriyeyê hat ragihandin! Sosret e ne!

Teroristiya navdewletiya Colanî dan jibîrkirin û birin civîna bilind a NY a New Yorkê.

Vê dostaya Trump a li gel Colanî, ew bi Putin jî şêrîn kir û bi  lezgînî vexwend Moskovayê.

Di vê serdemê de pîvanên dewletên burjuvazî jî hatine binpêkirin. Êdî hewcedariyê nabîinin ku bêjîn “ev kes berê terorist bû, nuha bûye camêr, demokrat û hwd”!

Ji bo Receb Erdogan jî heman pîvanên yasayî û exlaqî tevliheev û berovajî bûne. Jixwe berî herkesî wî Colanî himbêz kir. Lê berovajî vêya, çû civîna bilind a Misrê li ser cenazeyê birayê xwe Hemas fatihe jî xwend!

Divê van desthilatdarên hegemon jibîr nekin, ku çawa îro dikarin bi lez hemû pîvanên yasayî û exlaqiyên navneteweyî binpê bikin, wê sibê bi heman lezê ev desthilatiya xwedî siyaseta lewitî û malxerab were hilweşandin û hişmendiya xwedî felsefeya rêya sisya a Rêber APO bi ser dikeve!

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.