Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo tekez kir ku bi Şerê Gelê Şoreşgerî wsn serkeftin misoger kir û got, “Di şoreşê de her kesî xwe berpirsyarê vê xakê dît, lewma bi yekbûn û hevgirtina gelan îro em destkeftiyên serkeftina şoreşê dijîn.”
Şerê Gelê Şoreşgerî stratejiyeke ku xwedispêre beşdariya berfireh a gel di têkoşîna siyasî û leşkerî ji bo parastina mafan û pêkanîna guhertinên civakî û siyasî. Bi salan e hebûn û rûmeta gelê Kurd ji jêr tehdîda konsepta înkar û tinekirinê de ye. Dijmin bi rê û rêbazên cûda dixwaze xeta berxwedanê ya gel lawaz bike, da ku konsepta xwe ya qirkirinê hêsantir pêk bîne. Li dijî van êrişan hemûyan, xweparastin û israrkirina ji bo parastina hebûna xwe ji her tiştî giringtir e. Di cîhanê de mafê her zindiyekî heye ku xwe biparêze, em jî weke zindiyeke xwedî vîn divê bi bîr û baweriyeke mezin xwe biparêzin.
Gelê ku hebûna xwe neparêze herikîna jiyana wî bê wate dibe û ji civaka xwezayî ya civaka exlaqî û polîtîk bêpar dimîne, bi vî awayî nikare xwe li ser piyan bigire. Lewma pêwîst e mirov Şerê Gel yê Şoreşgerî ku tê wateya şerê hebûnê, bi azadiyê misoger bike. Dijminê me her roj û her kêlî dixwaze qira Kurd bîne û tevahî êrişên xwe jî di çarçoveya vê konseptê de pêk tîne, li dijî vê konsepta qirkirinê şerê gel, şerekî mafdar e. Di vir de felsefeya Rêber Apo a dibêje; “Eger hêza me têra tevahiya cîhanê bike jî em ê êrişî kesî nekin, lê eger tevahiya cîhan bibe yek û ber me de were jî, em ê tu carî dest ji parastina xwe ya rewa bernedin.”
Armanca Şerê Gelê Şoreşgerî li hemberî êrişên giştî xweparastina gelerî ye. Ev yek ne şerekî taktîkî û demkî, lê şerekî stratejîk, jiyanî û pir alî ye. Bi vê stratejiyê re armanc ew e ku pergala faşîst û desthilatdar bê paş de xistin û tinekirin.
Şerê Gelê Şoreşgerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Îro li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her demê zêdetir pêwîst e ku em li gorî istratîjiya Şerê Gelê Şoreşgerî tev bigerin. Ji ber ku em di qûnaxeke diyarkirina çarenûsî derbas dibin, dijmin ji her aliyan êrişan dike, çi di rêya çekan an jî di rêya şerê taybet ku di destpêkê civakê ji hev bixe, piştre bi hêsanî bi çekan êriş bike. Berî niha jî di destpêka Şoreşa Rojava gelê herêmê xwe kiribûn yek û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin, ji zarok heya mezinan bi keç û xortan tevlî şerê hebûnê bûn. Di vê dema hestiyar de pêwîst e her ferdekî di civakê de xwe li hemberî parastinê berpirsyar bibîne. Parastin tenê nakeve li ser milên hêzên leşkerî, lê divê her kesê di civakê de jî bi erka parastinê rabe. Herwiha divê her ferdeke xwe perwerde bike, çi di mile leşkerî an jî di mile hişmendiyê de xwe zane bike. Bi vî ruhî encex dagirkerî û dijmin têk biçe.
Girdayî vê mijarê Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo ji Rojnameya me re axivî û tecrûbeya xwe di nava şoreşa Rojava de anî ziman.

Rêvebera Saziya Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo di destpêka axaftina xwe de tekez kir ku şoreşa Rojava ji destpêka rûdana wê li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî hat meşandin û wiha dewam kir: “Her ferdekî di nava civakê de xwe berpirsyarê vê şoreşê dît, hemû kes di nava liv û tevgerê de bûn û li ser piya bûn da ku serkeftinê bidestbixin û dijmin têk bibin.
Şemsîxan Gulo da zanîn ku ji bo parastina hebûna herêmê gel Şerê gelê Şoreşgerî hilbjart û wiha got: “Di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de me weke malbata 5 kes tevlî şerê li Serêkaniyê bûn dema yekem car DAIŞ’ê êriş kir, ji ber ku xweparastin mafekî xwezayî ye weke gelê herêmê ji bo karibin hebûn û azadiya xwe biparêzin yekane Şerê Gelê Şoreşgerî me hilbijart. Moralê me pir xurt bû û encama têkoşîn û berxwedana me jî mezintir bû, di encama wê de dijmin têk çû û serkeftin hat qezenckirin. Em ne poşmanin tevî ku bi hezaran şehîd jî me danîn, lê rakirina zilmê li ser gel kêfxweşiyê ji xemgîniyê zêdetir dike. Bi hezaran malbat wekî me tevlî berxwedana li dijî zilm û zordariyê bûn, bi saya keç û xortê me di heman demê de bi hevkariya civakê û her ferdeke ku xwe berpirsyarê vê xakê dît bi yek destî dijminê hov wekî DAIŞ’ê me da şikenandin.”
‘Şerê Gelê Şoreşgerî li Çiyayê Kurdistanê destpê kir’
Şemsîxan diyar kir ku şerê gelê şoreşgerî ji çiyayê Kurdistanê destpê kir û wiha dewam kir: “Şerê gelê şoreşgerî ji Çiyayê Kutrdistan gihaşt Rojavayê Kurdistanê û di oxira doza Kurdî bi hezaran keç û xortên me şehîd ketin di tevgera azadiyê de, bêyî tu muqabil tenê rahiştin çek li ser milan û armanc azadî bû. Li Rojava jî civaka me ev yek da meşandina di destpêka şoreşê de, tenê armanc rizgarkirina civakê ji hêzên tarî bû, êdî ferdên di civakê de bi hev re şer kirin û alîkarî dan hev di hemû milan de. Bi avabûna sazî û rêveberiyan gelek guhertin çêbûn gelek ferd êdî bi dirav kar kirin di heman demê de gelek malbat û kesayet hîn jî bi dilsozî xebata xwe berdewam dikin, bi îrade, bawerî û bi fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîna xwe didomînin.”
Rola jinê di şerê gelê şoreşgerî de
Şemsîxan Gulo tekez kir ku jinê di şoreşa Rojava de li gorî îstratîjiya şerê gelê şoreşgerî roleke mezin lîst û wiha berdewam kir: “Jinên Kurd bûn sembol û mînak ji tevahî jinên cîhanê re, ji ber ku berxwedaniyeke mezin kirin di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, di heman demê de di hemû milên jiyanî cihê xwe girt, di astên dîblomasî, siyasî, civakî û leşkerî, heta jinên bi temen mezin di şer de rol dan meşandin bi pêşkêşkirina alîkariyê, rêxistinkirinê, tevlîbûna meşên piştgiriyê û amadekirina xwarinê ji bo şervanan. Jinên kurd bûn îlham ji bo jinên pêkhateyên dîtir da ku ew jî tevlî vê berxwedanê bibin û roleke wan jî hebe di parstina rûmet û xaka xwe de. Jin di şoreşê de xwedî li xwe, maf û xaka xwe derket. Dema ku jin tevlî çi şoreşan bibe nemumkine ku ew şoreş bin bikeve.
Bi vî awayê hevkariyê û li gorî Şerê Gelê Şoreşgerî me dengê şoreşa xwe gihand cîhanê, ku bi yekbûna civakê bi hemû katagoroyên wê beşdarî şoreşê bûn, encama wê jî îro em destkeftiyên serkeftinê dijîn.”
Di dawî de Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo tekezî li ser pêwistiya perwerdeyê kir û wiha gotina xwe qedand: “Gelê Kurd bi hezarê salan di bin qirkirin, êriş û dagirkeriyê derbas bûye di heman demê de dagirkeran dixwestin ku nasname, ziman û çanda Kurdî îmha bikin, lewma ji her demê zêdetir îro hewcdarî bi perwerdeyan heye, perwerdeyên di aliyê hişmendî û fikir de, çawa her ferdek karibe xwe biparêze û lîstokên şerê taybet bizanibe û li dijî wê bisekine. Ji ber ku dijmin dixwazê zêdetir bi şêwazê şerê taybet gel û civakê bixapîne bi taybet ciwanan. Divê em hişyarbin ji van lîstokan, her malbatek dikare xwe biparêze, her ciwanek dikare fêrî xweparastinê bibe û di aliyê hişmendî de xwe zane bike. Bi hev re ancex em dikarin serkeftinê bidest bixin.”






