Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Li hember zihniyeta HTŞ’ê, lidarxistina kampanyayan girîng e’

19/10/2025
in JIN
A A
‘Li hember zihniyeta HTŞ’ê, lidarxistina kampanyayan girîng e’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/ Qamişlo

Endama Meclisa Jin a PYD’ê yê herêma Cizîrê Hayistan Hesen da zanîn ku 6’mîn Kampanya bi armanca tundiya li ser jin, azadiya fîzîkî a Rêber Apo û dengvedana şoreşa jin li hember zihniyeta ku di Sûriyê de tê birêvebirin; hatiye destpêkirin.

Di 8’ê Cotmehê de Meclisa Jin a PYD’ê bi beşdarbûna girseya jin ji hemû tevger û saziyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampaniya xwe a 6’emîn di bin dirûşmeya “Ber bi Avakirina Sûriyayek Demokratîk ve bi Pêşengntiya Jina Azad” ragihad. Têkildarî vê kampaniyê Endama Meclisa Jin a PYD’ê ya herêma Cizîrê Hayistan Hesen ji Rojnameya me re axivî.

Naveroka Kampanyayê

Hayistan derbarê kampanyayê de wiha axivî: “Li gor herikîna pêvajoyê her dem kampaniya ji aliyê Meclisa Jin a PYD’ê ve tên destpêkirin, Ev jî kampaniya 6’emîne ku ji bo tundiya li ser jin, her wiha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û komploya ku hatiye meşandine. Her wiha dengvedana Şoreşa Rojava a ku bi pêşengtiya jin hatiye destpêkirin ava bikin. Wê di vê çarçoveyê de rêzeçalakiyên me yên taybet hebin. Ji wê zêdetir wê çalakiyên nîtalîk bi komxebat û panel bên lidarxistin. ev kampanya wê heyanî 2 heyvan dirêj bike. Bi serpereştiya Meclisa Jin a PYD’ê hemû jinên di nava sazî, partî, tevger û rêxistinana de cihê xwe tê de digrin. Her wiha jinên ji civakê. Bi vê kampanyayê re wê danûstandin û tensîq bi hemû saziyên jin re hebe, her wiha bi jinên ciwan re jî”.

‘Li hember kiryarên li ser jin; şerê zihnî pêş bixin û bibin destek ji jinên Sûriyê re’

Hayistan di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li hember rewşa Sûriyê bi taybet di dema hikumeta HTŞ’ê ya Colanî de, pêwîstî bi van kampanyayan heye û wiha got: “Hikumeta heyî a Sûriyê rola jina pêşeng ji her qadê tune dihesibîne û tu garantiyê nade jinê. Ev yek ji rengê tundiya ku li ser îradeya jinê tê meşandine. Bi taybet di aliyê ku jin dibe pêşenga şoreşan, HTŞ’ê jinê ji biçûktirîn mafê wê bê par dike. Ji lewra Projeya Netewa Demokratîk weke dijber û hêza tunekirina xwe dibînin. Ê li hember van zihniyetan divê em weke tevger, sazî û partiyên jin hebûna xwe zêdetir diyarker bikin, li hember wan şerê zihnî pêş bixin û bibin destek ji jinên Sûriyê.

Ji lewra hebûna van kampanyayan gelek girînge. Çalakiyên ku di van çarçoveyan de bêne lidarxistin wê girêng û bi encam bin”.

Her wiha li gorî bernameya ku hatiye eşkerekirin ev çalakiyên ku wê bêne lidarxistin:

Em ê rêzepanelên gelemperî li bajarê kantona Cezîrê bi sernavên “Malbata Demokratîk” “Rûbirûbûna bi Tundûtûjiyê re”, bi armanca çandina van têgehan di hişmendiya civakê de li dar bixin. Herwiha du forman  li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li her du kantonên Cezîrê û Reqayê li dar bixin. Di heman demê de rêzecivînên û panelên hevrêzîyê bi saziyên Rêveberiya Xweser re, bi hevkariya Koordînasiyona Jin di rêveberiyê de bidin lidarxisitn. Hem jî çend atolyeyên perwerdehî û amedekirinê çêbikin. Li hêleke din ji bo bîranîna şehîd Şîlan li bajarên Kobanê û Qamîşlo bi rêya şevbuhêrkên çand û hunerî yên ku li gorî meqam û têkoşîna wê li dar bixin. 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.