Medenî FERHO
Li Plaza Medya Kurd, li Denderleeuw, li salona xwarinê maseyek rewşenbîran heye. Ne taybet e, lê navek lê kirine. Her kes, hem bi çavzerkê, hem bi dilgermî li masê dinêre, gelek caran dibe sedema yariyan jî.
Kombûna rewşenbîran, nîqaşên wan ya li ser babetan bi nirx e. Kombûna rewşenbîran, akademiyên navdar yên cîhanê derxistine holê. Li ser maseya me jî, mijarên rojane, nivîsên quncikan têne nirxandin. Em naxwazin, tenê dengê kevçî û tepsikan were. Xwarin bi germî, gotin bi nermî xwe!..
Mijara roja sêşema bûrî, nivîsa min bû: “Ji nû ve û car din faşîzm”, (rohanî, 27 Tebax 2019)… Min, bi hin têgehên cûda faşîzm dewşîrme wek dayika faşîzma Hîtler binavkiribû. Mijar, veguherî ser wateya tegehan… Hevalê Cahît Merwan, got, “hinek têgeh hene li cîhanê hatine qebûl kirin, dive mirov dest nedê wan.”
Mijarek giring e, dive bibe dabaşa nîqaşan. Zarokên Kurdan, bi taybetî li bakur, bi “îdeolojiya dibistana seretayî”, bi rêbaza dewşirmeyan hatine perwerdekirin; bêyî ku tez û antîtez hebe, yekparêzî, di mêjiyê zarokan de hatiye neqişkirin. Tîpolojiyek spî derdixistin holê.
Di sîsteman de tez-antîtez nebe, mêjiyê mirov, ji her tiştî re girtî ye, di têgihiştinê de korîk-kor dimîne.
Gotina Cahîd Merwan rast e, lê her têgeh abad nabe û destîniya her pêşketin û îdeolojiyê diyar nake. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn erhejek civakî, siyasî, kulturî heye. Şoreş heye û felsefeyek derketiye holê. Amurên têgihiştinê bi ziman û beden bûne.
Lewma, vegotin û bikaranîna termên li gorî serdemê, ji bo têgihiştin, fêrbûn û zanebûnê mercên nebe nabe ye!… Descartes dibêje, “dema civakek, nirxan diafirîne dibe civak” û Kurd jî, bi gotina Musa Anter ji bin sifrê dest pê kirin, bi gotina Rêber Ocalan, ji azmuneya mirinê giha qonaxa ku nirxan biafirîne, li hemberî hêmû dijwariyan jî mekanîzmeya kontrolê avakiriye.
Lewma, dive bi vê felsefê, termên li gorî serdemê werin afirandin û hêzê bidin felsefeya Kurd. Ligel mînakên cîhanê, Ocalan, pêşengiya xurtkirin, kûrkirina vê felsefê kiriye. Li derî feylesofên beriya xwe, nirxandinek nû, bi mînak, ji çînayetî wêdetir, li derî her cure dîktatoriyê paradigmeyek derxistiye holê.
Cahît Merwan got, “ez di pencereya marksist de li cîhanê dinerim”; lê paradigmeya Ocala ew pencere fereh kiriye. Divê em jî, li gorî guhertinan, bi degelî têgehen bikarbînin. Amurên têgihiştinê, her dem pêdiviya tiştên nû dibîne; di mekanîzmeya fêrbûnê de, her amurê têgihiştinê li gorî vê pêdiviyê şiyar dibe û dikevê nava tevgerê.
Dema ku em perdeya jiyana îro vedikin, tê dîtin ku cîhan li dora Kurdan dizîvire, herka jiyana paşerojan jî, dive di paradîgmeya ku Kurd biserxistine, li cîhanê dane qebûl kirin, bi termên nû were vegotin. Termên li cîhanê hatine erê kirin jî, li gorî herka jiyana demê û pêdiviyan hatin bikaranîn. Kurd jî mecbur in, guhertinên dîrokî, bi têgehên nû, li gorî felsefeya Kurd vebêjin. Ev jî wê bibe hêza ziman, têgihiştin, hewn û ramanê Kurdî.
Faşîzm: Ne berhemê Mussollînî û Hîtler e!… Lê di serdema wan de baş hate formule kirin. G. Dîmîtrov, di Dadgeha Leîpzîgê de, terora naziyan, bûyerên rojane, bi têgihên li gorî têkoşîna Bulgarîstanê û bi zimanekî tuj sucdar kir û serket. Divê em jî, zimanê şoreşa Kurdî xurt bikin.
Li Kurdistanê faşîzma dewşirme heye, ji faşîzma cîhanê cûda ye, divê ji gelek aliyan ve were nirxandin. Faşîzma dewşirme, xwedî sîstemek cûda, organizeyek dînamîk e, bi qirkirina gelan tê naskirin. Ne tenê zindanan, xaka Kurdistanê jî wek kamp]n newî cûre “mankurd” bikartîne.
Faşîzma dewşîrme, herî baş divê demê de eşkere bûye; divê em jî bi cesaret biçin ser mijarê û bêdengiya cîhanê bişikînin.
Faşîzma dewşîrme, newî emperyalîzma nijadperestiya paşverû ye, xwedî îdeolojiyek bêjî ye. Pêşî dayik û bavê xwe dikuje, piştre zarokên xwe dixwe. Îro jî, xwe mobilize kiriye û Kurdan tune dike; “Pezê col e” û êrîşî “pezê kozê dike”. Ev gotina civaka Kurd e, gelek tiştan vedibêje. Divê em, van gotinan-terman, di çarçoveya gotinên Descartes û Ocalan de baş binirxînin.






