Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo piştgiriya QSD’ê li Qamişlo konsertek hat lidarxistin

18/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Ji bo piştgiriya QSD’ê li Qamişlo konsertek hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

 Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (TEV-ÇAND) ji bo piştgiriya têkoşîn û berxwedana QSD’ê, bi beşdariya Hunergeha Welat li Parka Azadî ya Qamişloyê konsertek li dar xist.

 Ji bo piştgiriya têkoşîn û berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ji aliyê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (TEV-ÇAND) rêzeçlakî wê li bajarên Kantona Cizîrê bên lidarxistin. Di roja yekem a rêzeçalakiyan de kosertek li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Di konsertê de hêzên leşkerî,  hêzên ewlekariya hûndirîn, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û hezaran ji şêniyên bajarê Qamişlo beşdar bûn.

 Di konsertê de peyamên ji bo berxwedana QSD’ê hate şandin ku tê de hêviya serkeftinê hate tekezkirin. Herwiha di konserêde bixêrhatina dayik, bav, xwişk û bira û hevrêyên şehîdan, qehremanên ku di singa xwe de soza bedewiyê vehewandine û li şahiyê amade bûn, hate kirin. Hate gotin; ku şahî şahiya piştgiriya zarok, rêheval, fermandar û rûmeta me QSD’ê ne. Hêza me QSD’ê ye. Di heman demê de hate destnîşankirin ku gel li dû şervanên xwe ne ku wan rûmeta gel kiriye soz û xistiye hestê xwe de, gel jî bimînin li dû doza wan, li dû we bin û alaya we bilind bikin heyanî serkeftinê, va serkeftina mezin jî gel li ser xaka bi yek rihê li hev kom bûne. Berî 14 salan dihat gotin ku QSD’ê van çekan rake wê çi bike, wê li hemberî hêza ku bi salan hatiye perwerdekirin şer bike, QSD’ê jî gote erê û ez ê alaya berxwedanê bilind bikin û serkeftinê bînin vî welatî, QSD’ê ev gotin tekez jî kirin ku îro jî şervanên QSD’ê hêzên herî xurt û birûmetin.

Rêber Apo dibêje: “Şervan hunermdên gel in, Hunermend jî şervanên gel in.” Bi hunerê awazên çekê bi ritim bikin, bi hunerê serkeftinên QSD’ê ragihînin, bi stran û dîlanan deng bighînin erşê ezman û bibêjin em gelekî di qada şer de jî dîlanê bikin û di qada xwe de jî bi rengek aştiyê dîlanê bigerînin.

Berî ku bernameyê konsertê were destpêkirin, beşdarvan deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Piştre li ser navê Hêzên Sûriya Demokat QSD’ê Kawa Gulo axivî û wiha got: “Dema îro roj em behsa QSD’ê dikin, encax behsa azadiya Sûriyê bikin. Her tim xwna gelê azadîxwaz, aştîxwaz ku hebûn û hêviyên xwe û azadiya Sûriyê bi QSD’ê dibînin.  Berî em behsa QSD’ê bikin encax em behasa YPG’ê bikin ku çawa ew li hev kom bûn, xwestin rakin wê çaka kêm û bibin hêzek ku karibe vî welatî biparêzin ji çete û xêrnexwazên welat. Gavên ku avêtin YPG û YPJ’ê ava bûn ew bûn xeta ku çawa zarokên gel vê xakê biparêzin. Di azadî û rizgarkirina Kobanê de me amadekariyê xwe kirin ku em QSD’ê damezrînin, îro jî em 10 saliya wê li dû xwe dihêlin. QSD’ê gava ku hat avakirin me ji her kesî re got em zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, Rojavayê Kurdistanê ne, em ê yê ku vî welatî biparêzin, biryarên xwe jî ji gelê xwe bistînin. Rêngê berxwedanên me jî bi vî rengî bûn, QSD’ê dema gelê welatparêz li pişta xwe didît, dayik û bav li pişta xwe didît ew berxwedana wan dehan caran hêza QSD’ê xurtir dikir, mînaka wê jî Bendava Şehîdan Bendava Tişrînê bû.”

Piştî bernameya axaftinê, Hunergeha  Welat dest bi çalakiyên hûnerî kir û gelek stranên şoreşgerî û hwd… hatin gotin, pêre jî gel govendên xwe digerandin.

Bernameyê piştriya QSD’ê li bajaran jî wiha ye:

 Qamişlo Parka Azadî di dîroka 18’ê Cotmehê de bi tevlîbûna Hunergeha Şehîd Welat.

Di 21’ê Cotmehê de li bajarê Dirbêsiyê di seat 4’ê êvarê de, bi beşdariya koma Serdem, hunermend Mehmûd Ezîz, Nisrîn Botan û Mueyed Şiwêş.

Di 24’ê Cotmehê de li bajarê Dêrikê di seat 4’ê êvarê de, bi beşdariya koma Tolhildan, hunermend Newroz, Ferhad, Eycan Kobanê û Şivan.

Di 31’ê Cotmehê de li bajarê Hesekê di seat 4’ê êvarê de, bi beşdariya Koma H. Sîpan, hunermend Sefqan, Yara û Keder.

Di 4’ê Mijdarê de li Tilhemîs di seat 4’ê êvarê de, bi beşdariya hunermend Hojîn, Teleb, Mueyed Şiwêş û Amir.

Di 7’ê Mijdarê de li Tirbespiyê di seat 4’ê êvarê de, bi beşdariya hunermend Baran, Sumeya, Danîş û Tariq.

Di 10’ê Mijdarê de li Girkê Leqê di seat 4’ê êvarê de, bi beşdariya hunermed Selman, Rewşen, Bavê Emîn û Teleb.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.