Lîloz Hisên/Qamişlo
Bi dirûşmeya “Na ji tundrawiyê re, erê ji pirrengiyê re” Kongreya Îslama Demokratîk bi hevkariya Komeleya Rojavayê Kurdistanê panelek li dar xist.
Kongreya Îslama Demoktarîk bi hevkariya Komeleya Rojavayê Kurdistanê bi drûşma “Na ji tundrawiyê re, erê ji pirrengiyê re”, li hola Burc a bajarê Qamişlo panlek li dar xistin.
Di panelê de endamên Rêveberiya Xwser, saziyên civaka sivîl, kesayetên serbixwe, partiyên siyasî û rêxistin herwiha saziyên jinan beşdar bûn.
Panel ji hêla Rêvebera Navenda lêkolînan a Îslamî ya Kongreya Îsalama Demokratîk Şêrîn Ehmed ve hat birêvebirin.
Panel li ser du mijaran hat dabeşkirin:
Mijara yekemîn bi sernavê “Tundrawî û bandora wê li ser civakên mirovahiyê, sedem, encam û çareseriyên wê”, ji hêla endamê rêveberiya Komleya Rojavayê Kurdistanê Sîpan Ebdulxefûr û endama navenda lêkolînan di Kongreya Îslama Demokratîk de Meryem Xan Mihemed ve hat dayîn.
Sîpan Ebduêlxefûr da zanîn ku divê tundrawiyê bi olan sînordar neyê kirin û wiha got: “Rewşa polotîk û siyasî ketiye herêmê bi giştî, her dem teqîn û kuştin heye û tu kes li ser nerînên xwe danakeve. Tundrawî rê li pêşiya çareserî, diyalog û aştiyê venake berovajî deriyê xirabûnê vedike. Dema ku rêzgirtin ji nêrînên hev re tune bin êdî dîsa rê li pêşiya şîdet û tundrawiyê vedibe.”
Di heman demê de Meryem Xan Mihemed destnîşan kir ku ev pirsgirêk di hundirê mirovan bi hezarên salan hatiye çandin û wiha anî ziman: “Mijara tundrawiyê gelek xeternak e û di nava civakê de hatiye avakirin. Gelek şêwazên tundrawiyê hene mîna îdyolojî û pratîkî, gelek sedemên wê jî hene weke tundrawiya olî, netewî, perwerdekirin û mijarên olî ku şaş hatine fêmkirin. Herwiha paşguhkirina netewekê ji ya din ku ev yek bi riya detshilatdariyê tê kirin.”
Meryema Xan Mihemed bal kişand li ser tundraweiya ku bi taybetî li ser jinê tê meşandin û wiha got: “Her dem li jinê tê nerîn weke zayendeke lawaz. Ji bo ku em vê yekê çareser bikin di aliyê olî de divê destpêkê zanyarên olî şîroveyên rast ên Quranê pêşkêş bikin. Bi riya zagonan di hundirê dewletê de zagonên rast bên pêkanîn, ku nehêle fikrên tundraw derkeve ev jî dikare bi riya perwerde û dibistanan pêk were.”
Mijara duyemîn bi sernavê “Îslam û bandora wê li ser çandên gelan bi giştî û gelê Kurd bi taybet”, ji hêla endamê meclisa rêveber yê Komeleya Rojavayê Kurdistan Îdnan Berî û Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Xerzanî ve hat dayîn.
Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Xerzan di destpêkê de tekez kir ku ola Îslamê bûye amûreke di destê desthilatdaran de û wiha got: “Desthilatdarên mîna Umewî, Ebasî, Memalîk û Osmanî xwestin ku gelan hukim bikin bi navê Îslamê. Divê ol ji dewletê bê parçekirin.”
Hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mihemed Xerzan di dawî de bal kişand li ser badora ola îslamê li ser gelê Kurd.
Di heman mijarê de endamê meclisa rêveber ya Komeleya Rojavayê Kurdistan Îdnan Berî bal kişand li ser demên ku Îslam derbasî Kurdistanê bû. Di dawî de Berî tekezî kir li ser pêwîstiya karkirina ji bo dîrok, nasname û zimanê Kurdî çawa di cîhanê de bidin naskirin û belavkirin.
Di dawiya her mijaran de nîqaş û mudaxeleyên beşdaran hat kirin ku nêrîn û çareseriyên cuda anîn ziman herwiha bersivên pirsan hatin dayîn.






