Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rewşa çapemeniyê li Tirkiyê li hember zextan rû bi rû maye

18/10/2025
in ROJEV
A A
Rewşa çapemeniyê li Tirkiyê li hember zextan rû bi rû maye
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Li Bakurê Kurdistan û Tikiryê rewşa rojnamevanan herdem di nava astengî, îşkence û girtinê de derbas dibe, herwiha zext tu carî kêm nebûye.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê zexta li dijî rojnamevanan her ku diçe zêde dibe, rojnamevan li hemberî binpêkirinên cuda tên ne tenê di qadên fîzîkî de. Herî dawî jî li dijî nûçegihanê Ajansa Welat Ronî Rûbar binpêkirin hat kirin û rastî binçavkirinê hatiye ji hêla polîsên Tirkiyê. Her sal zext, êrîş û girtin li Tirkiyê berdewam dikin. Di gelek mijaran de, bi sedan rojnameger hatine binçavkirin, bi dehan ji wan rastî êrîşan hatine û dîl bûne. Tirkiye bi salan e ji ber sedemên cûrbecûr di sernavên medyaya navneteweyî de ye. Di nav wan de ya herî berbiçav rewşa azadiya çapemeniyê û azadiya derbirînê ye. Li gorî rêxistina Rojnamevanên Bêsînor Tirkiyê di azadiya çapemeniyê di nav 180 welatan de di rêza 159’an de ye. Lê belê, sînorkirina ku hatiye ferzkirin li ser azadiya çapemeniyê ne tenê bi girtinê sînordar e, di heman demê de tedbîrên çavdêriya dadwerî jî di nav de dihewîne, ku beşeke ji sîstemeke zordar e ji bo bêdengkirina dengê rexnegiriyê bi awayekî sîstematîk. Bi awayekî zêde tedbîrên çavdêriya dadwerî tê bikaranîn wekî girtina malê, qedexeyên rêwîtiyê û hewcedariya rapordayîna birêkûpêk ji rayedarê çavdêr re. Ev tedbîrên çavdêriyê, ku di destpêkê de wekî alternatîfek ji bo girtina pêş-dadgehê bû, ku bûye wekî amûreke ji bo cezaya li ser rojnamevanan tê ferzkirin û her ku diçe zêde dibe. Bi sedan rojnamevan di girtîgehan de nînin, lê li malê dimînin herwiha destûr nayê dayîn ku pîşeya xwe bikin. Li gorî raporek ji Expression Interrupted, platformek pispor di şopandina azadiya ramanê de ye, Tirkiye di çaryeka yekem a 2025’an de rastî zêdebûnek tund a zextên li ser çapemeniyê hat. Rapora bi sernavê “Azadiya ramanê û rojeva çapemeniyê” dema ji Çile heta Adarê vedihewîne û girtina 25 rojnamevanan û vekirina bi dehan doz û lêpirsînên nû eşkere dike.

Bîlançoyên bi fikar in: Ceza û Girtinên Girseyî

Rapor destnîşan dike ku di çaryeka yekem de 157 rojnamevan di 90 dozên cuda de derketine pêşberî dadgehan. Ji 32 dozên ku hatine çareserkirin, 19 bi mehkûmkirinê û 14 bêsûc bi dawî bûne. Di derheqê 28 rojnamevanan ku bi giştî gihaşt 41 sal, mehek û 12 rojan cezaya girtîgehê, ji bilî cezayên 8 hezar û 850 lîreyên Tirkî (nêzîkî 270 dolar) hatin cezakirin. Di heman demê de, 25 îdianameyên nû hatin vekirin û 10 lêpirsînên nû li dijî rojnamevanan hatin vekirin.

Tewanên dubarekirî: Terorîzm, agahiyên şaş û heqaret

Tewanên herî berbiçav ên li dijî rojnamevanan endametiya rêxistineke terorîst -Xala 314’an Qanûna Cezayê ya Tirkiyê (27 doz), belavkirina propagandaya terorîst.  Xala 7’an Qanûna Dijî-Terorê (21 doz), heqaretkirina rayedarên giştî, heqaretkirina serokkomar û biçûkxistina saziyên dewletê bûn. Xala 217/A ya Qanûna Cezayê ku bi qanûna “Qanûna Agahiyên Şaş” tê naskirin di 7 dozan de jî hatbikaranîn. Ev xala nakok belavkirina agahiyên “derew an şaş” sûc dike û cezayên zindanê yên ji yek heta sê salan destnîşan dike. Ji dema ku hat pejirandin di Cotmeha sala 2022‘an, ev made bi berfirehî rastî rexnekirinê hatiye ji ber ku wekî amûrek ji bo tepeserkirina azadiya ramanê ye.

Serdegirtina Meydanê: Şopandina Xwepêşandanan Xeternak Dibe

Di çaryeka yekem de, 50 rojnamevan hatin binçavkirin, di nav de 22 rojnamevanên ku xwepêşandanên li ser girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û tayînkirina qeyûmekî hikûmetê li şaredariya rojhilatê Wanê dişopandin. Di nav wan de heft ji 25 rojnamevanên ku hatin girtin paşê hatin berdan. Di heman demê de, 21 rojnamevanên ku berî darizandinê di bin çavdêriyê de bûn hatin berdan, di nav wan de 10 rojnamevan îsal hatin girtin, heft ji wan dema ku xwepêşandanên dijî hikûmetê dişopandin. Heta dawiya Adarê, hejmara rojnamevanên di girtîgehê de gihîştibû 34’an.

Rapora binpêkirina mafan a meha Tîrmeha sala 2025’an li hember rojnamevanan DFG

Li gorî rapora DFG di rapora xwe de ya meha Tîrmehê de îşaret kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan a bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ û geşedanên pê re rû dane, hêviya demokratîkbûnê li Tirkiyeyê ji nû ve şîn kir. Azadiya çapemeniyê di welatekê de ji bo rewşa demokrasiyê diyar bike, ji mijarên herî girîng yek e. Lê belê li Tirkiyeya ku demokratîkbûn tê axaftin, êrişên li dijî çapemeniyê kêm nebûne, berovajî bi zêdebûnê berdewam kirine. Di rapora DFG hate diyarkirin ku di meha Tîrmehê de ji 30 dosyeyan, darizandina 84 rojnamevanan hatiye berdewamkirin. Yek ji van dozan jî doza 34 rojnamevanên jê tên darizandin û ev 13 sal e berdewam dike ya bi navê Doza Çapemeniyê ya KCK’ê ye. Ev doz ev 13 sal in di nîşaneya azadiya dîroka çapemeniyê de, weke nîgareke reş, disekine. Derbarê 6 rojnemevanan de lêpirsîn hate destpêkirin, lêpirsînek veguhezî dozê. Derbarê 8 rojnamevanan de 8 sal û 4 meh û 25 roj ceza û 40.500 lîre cezayê îdarî yê pere hate birîn.Di meha Tîrmehê de jî sansur berdewam kir, biryarên RTUK’ê yên derveyî demokratîkbûnê, bû amûreke gefxwarinê. RTUK’ê derbarê 1 kanalê de 10, derbarê 1 kanalê de 5 rojan biryara reşkirina ekranê de, derbarê 2 kanalan de jî cezayê pere birî. Di meha Tîrmehê de 45 malperên internetê hatin girtin, derbarê 10 nûçeyan û derbarê 63 naverokên medyayê de jî biryara astengkirinê hate dayîn. Raporê diyar kir ku ji bo Tirkiyê demokratîk bibe û ji bo hêviyên aştiyê bigihin serkeftinê, divê hemû astengiyên li pêşiya çapemeniya azad demildest werin rakirin. Qanûnên sansurê yên li pêşiya çapemeniya azad, Qanûna Sixurtiya Bandorê divê were rakirin herwiha divê hemû rojnamevanên ji ber çêkirina nûçeyan hatine girtin werin berdan. Divê RTUK û BTK’a bûne amûreke cezakirinê yên AKPê, veguhezin avabûnên demokratîk.

Herî dawî Girtina nûçegihanê Welat

Herî dawî di 11’ê meha cotmehê de nûçegihanê Ajansa Welat Ronî Rûbar Îmen ji bo ku nûçeyan bişopîne ber xwe dida başûrê herêma Kurdistanê di ketina navçeya Cizîrê ya Şirnexê li xaka lêgerînê ya pilîsan hate binçav kirin. Ronî Rûbar Îmen bi îdiaya “Derbarê wî de îxbar heye” ji aliyê polîsan hate binçavkirin û birine Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Hate zanîn di riya parêzerê Ronî Rûbar ku rewşa wî baş e lê îşkenceya fîzîkî lê hatibû kirin, dema miwekîlê wî biçavkirin e ku lêda ji Cizîrê heya Şirnexê berdewam kiriye di heman demê de zextên derûnî lê hatiye kirin. Parêzer da zanîn ku piştî Ronî Rûbar Îmen birine midûriyeta polîsan a Şirnexê jî li vir jî polîsan lê zext kirine û lêdane. Parêzer bang li raya giştî ya demokratîk kir ku xwedî li miwekîlê wî Ronî Rûbar Îmen derkeve. Parêzer da zanîn ku Ronî Rûbar Îmen yê ku ji bo şopandina nûçeyan diçû başûrê Kurdistanê bi rê de hatiye binçavkirin. Ronî Rûbar Îmen bi rêya parêzerê xwe ragihandiye ku polîsan stranên nijadperest pê dane guhdarîkirin û telefona wî jî desteser kirin e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.