Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Rojava yekemîn dezgehên ragihandinê yên bihîstbarî

18/10/2025
in NÛÇE
A A
Li Rojava yekemîn dezgehên ragihandinê yên bihîstbarî
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Di pêşveçûna qada ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê de, bi hemdemiya rêveçûna xebatên nivîskî û dîtbarî de, xebatê bihîstbarî jî bi pêş ket. Ev yek di 9 radyoyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weşanê dikin de, tê birêvebirin.  

Di vê raporê de piştî xebatên ragihandinê yên nivîskî û dîtbarî, em balê dikşînin ser xebatêbihîstbarî. Xebatên radyoyê ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de roleke bingehîn di pêşxistina ragihandina herêmê de lîst. Gelek radyo hatin avakirin lê hêjayî bîrxistinê ye ku Radyoya Cûdî yekemîn radyo bi zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo hat avakirin, lê ji ber hin şert û mercan radyo hat rawestandin. Herwiha li Efrîn û Serêkaniyê jî hebûn lê ji ber dagirkeriya Tirkiyê mixabin weşana wan hatin seknandin. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 radyo bi naverokên zengîn, têr û tijî ku hemû bûyer û geşedanên li herêmê diqewimin dişopînin, hene.

Radyoya Kobanê 2012                     

Radyoya Kobanê di 11’ê Mijdara 2012’an de hat vekirin. Piştî radyoya Cûdî, radyo Kobanê a duyemîn di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tê avakirin. Piraniya bernameyên me yên civakî, çandî û kevneşopî ne. Her wiha aliyên jiyanî yên gel û herêmê hemû tên destgirtin. Weşana radyoyê herî zêde bi zimanê Kurdî tê kirin. Di dema şerê DAIŞ’ê 2012’an de roleke radyo a pir girîng hebû, heyanî ku şer ji bajêr ve nêz bû jî lê radyo hê weşana xwe berdewam dikir. Ev yek jî aramiyek di nava gel de ava dikir. Di dema va şerê dawiyê de jî cîhazekî me a radyoyê derveyî bajêr jî hebû, ew ji aliyê dagirkeriyê ve hate hedefgirtin. Heyanê niha jî radyoya me ji aliyê dagirkeriyê ve rastî êrişên elkitronîk tê.

Radyoya Rojava 2013

Radyoya Rojava di 1’ê Nîsana 2013’an de li Çiyayê Qereçox ê Dêrikê hate damezrandin. Ji destpêkê ve, radyoyê dirûşmeya “Dengê Azadiya Gel” wekî platformek ku îradeya civakê û dengê berxwedanê yê hêzên me yên leşkerî nîşan dide, esas girt.

Radyo li ser van aramancan hate avakirin:

-Medyayeke azad û profesyonel ku rastiyê wekî xwe radigihîne, dûrî zivirandin û propagandeyê.

-Xizmetkirina civakê bi rêya bernameyên perwerdehî, çandî, siyasî û leşkerî, bi taybetî ji bo jin, ciwan, huner û folklora gelên herêmê.

-Pirrengiya zimanî bi rêya weşana bernameyên bi zimanên Kurdî û Erebî, û dengên hemû pêkhateyan, da ku tekez li ser jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de bê kirin.

-Belgekirina berxwedanî û şerê li hember DAIŞ’ê tê kirin, her wiha veguheztina nûçeyên Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û YPJ’ê û berxwedaniya ji aliyê şervanan de tê kirin.

Rayoya Orkêş di naveroka weşana xwe de van mijaran digre. Bultenên nûçeyan ên rojane yên ku pêşketinên siyasî û leşkerî vedihewînin. Bernameyên diyalogî bi kesayetên civaka sivîl, şêxên eşîran, rewşenbîr, siyasetmedar û personelên leşkerî re. Bernameyên ciwanan ên ku mijarên rêxistinî, serwextbyî û perwerdehiyê vedikolin. Bernameyên taybet yên jin ku tê de xebat, têkoşîn û hebûna wê di civakê de digre dest. Beşên çandî û hunerî yên ku mîrata Kurd, Ereb, Suryanî û Ermenî vejîn dike, her wiha pêşkêşkirina stranên folklorî û welatparîzî.

Hêjayî bîranînê ye ku di Nîsana 2017’an de, baregeha weşanê ya li Çiyayê Qereçoxê rastî êrîşeke hovane ya asmanî ya Tirkiyê hat ku di encamê de hejmarek ji karmendan (Şêlan, Heqî û Rêwan) şehîd bûn.

Paşê, ji ber derdewamiya êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmê ku  qada ragihandinê jî hedef girt. Radyoyê bi rêya pêlên nû, medyaya civakî xebatên xwe berfireh kir, da ku dengê wê bigihîje rêjeyeke berfirehtir ji guhdarvanan hem li hundir û hem jî li derveyî Sûriyeyê.

Rola jin di radyoyê de

Herwiha, radyoyê roleke girîng di bihêzkirina jinan û bilindkirina dengê wan de lîstiye, û cîhên mezin ji bernameyên jinan re veqetandiye ku li ser pirsgirêkên jinan di civakê de, mafên wan û têkoşîna wan a ji bo wekheviyê nîqaş dikin. Hebûna jinan li Radyoya Rojava ne tenê mijarek li ser weşanê bû, lê hebûnek rastîn di nav tîmê de bû. Pêşkêşvan û rojnamevanên jin di amadekirin û pêşkêşkirina bernameyan de beşdar bûn, û îspat kirin ku jin bi qasî ku di refên berxwedanê de ne, dikarin di pêşengiya medyayê de jî cih bigirin.

Radyo niha li ser pêlên jêrîn weşanê dike: Kanton: 91.2 FM. Bajarê Dêrik û Koçerat: 88.9 FM. Kantona: 93.5 FM. Dêrezor: 95.0 FM.

Radyoya Orkêş 2014

Radyo Orkêş di 1’ê Îlona 2014’an de hat avakirin. Navenda radyoyê li Amûdê ye û li ser pêla 103 û li Qamişlo li ser pêla 101 tê guhdar kirin. Radyo Orkêş radyoyeke herêmî ye ku hemû rojevên li herêmê dişopîne û bi zimanê Kurdî û Erebî weşan dike. Radyo di saet 7’ê sibê de weşana xwe bi Sirûda Niştîmanî (Ey Reqîb) dest pê dike, heyanî 12’ê êvarê weşana xwe didomîne. Weke nav ji Girê Muza wergirtiye ku berê navê wê Orkêş bû û girêdayî bajarê Amûdê ye. Hêjayî gotinê ye ku Orkêş FM bi komek rewşenbîrên welatparêz dest pê kir û bi kêm derfetan xebat da meşandin.

Di naveroka radyoyê de her serê saetekê kurtenûçe bi her du zimanan tên dayîn, 5 bûltenan pêşkêş dike ji wan (2 bultenên Kurdî, yek jin, yek Erebî û yek jî berhevkirina rojê ye). Her wiha 17 bernameyên rengûren hene (Sibeha Orkêş, tenduristî, xizmetguzarî, aborî, jîngeh, siyasî, çandî..hwd) ku ev rojane dibin mijara weşana radyoyê. Her wiha bernameyên heftane hene ku mijarên girêdayî (Jin, siyaset, zarok, mûzîk, wêje, ciwan, yadê û bernameyên bîrdozî). Ji van bernameyan zêdetir hin mijarên ku weşanê zengîntir dike gelek caran dikevin weşandê wek (Çîroka stranekê, têgîn, ramanên Serok, dengê nemir, çîrok, stranên floklor..hwd ). Di radyoyê de 13 endamên fermî hene û 10 endamên ku dibin alîkar dixebitin. Orkêş FM her sal di 1’ê Cotmehê de derbasî weşana xwe a nû dibe.

Radyoya Xabûr 2015

Radyoya Xabûr FM yek ji destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye ku hewl dide jiyana hevbeş di navbera gelan de pêş bixe ye. Radyo Xabûr di 14’ê Gulana 2015’an de dest bi weşanê kir ku navendê wê li Hesekê bû û ji aliyê tîmeke ji çar kesan ve hate damezrandin. Radyoya Xabûr bi zimanên Erebî û Kurdî weşanê dike. di heman demê de bi drûşmeya “Dengê biratiya gelan” ragihandina azad ji xwe re esas girt.

Radyoya Xabûr li ser pêla 96.30 weşanê dike, û bernameyên wê mijarên civakî, siyasî, çandî, hunerî, aborî, rewşenbîrî, jin, ciwan, zaroktî û nûçeyan vedihewîne. Xebatkarên radyoyê Kurd û Ereb in, di hemû waran de perwerdeyên bîrdozî û meslekî werdigrin ku hemû jî li ser (pêşkêşkirin, amadekirina bernameyê, nûçe, montaj, teknîk û kemîravaniyê) perwerde dîtine û dibînin. Her wiha niha di radyoyê de 14 kes xebat didin meşandin.

Ji bilî bulten, nûçe û weşanên sibê, radyo çend bernameyan amade dike ew jî ev in: (Şervanên Azadiyê, Êvara Xabûr, Daxwazên Stranan, Dengê Ciwanan, Bûyer, Berhevkirina Hefteyî, Nûjen, Bernameya Zarokan, Bernameyên Hunerî û Bernameyên Rewşenbîrî. Her wiha bernameyên jinan, bernameyek olî, wêjeya şoreşger, analîzên îro, hêviyên sibê û Bernameya Şehîdan a bi navê Cangoriyên Azadiyê) hene.

Radyo rêbaz û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û têgeha neteweya demokratîk esas digre. Her wiha ji ber pirrengiya herêrê armanca radyoyê yek jê ew e ku muxateba hemû pêkhateyan Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî û Ermeniyan, dike.

Radyoya Dirbêsiyê 2016

Radyo Dirbêsiyê di 1’ê Çileya 2016’an de hat damezrandin. Radyo Dirbêsiyê weşana xwe li ser asta navçeyî dide meşandin ku li Dirbêsiyê û gundewarên wê li ser pêla 108 tê guhdarkirin. Naveroka bernameyên wê (Siyasî, jin, werzîş, çand, xizmetguzarî, ciwan..hwd). Radyo hebûna jin û ciwanan a ku li ser hatiye avakirin ji xwe re esas digre. Di dirêjahiya salên radyoyê de, gelek caran neçar man ku pêlên weşana xwe bidin guhartin ji ber ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dihat bandorkirin.

Dema ku radyoya Dirbêsiyê hatiniye avakirin pêwîstiyeke herêmê hebû ku radyoya nêzî deng, zehmetî, êş û destkeftiyên civakê be. Ji ber wê jî biryara avakriina radyoya Dirbêsiyê li ser bingeha daxwaza gelêrî bû, naxwesim ji destpêkê rêjîma Bass de ev here her tim piştguhkirî bûn û tu girêngî ji wan herêman re nedihat dayîn. Her wiha di radyoyê de 15 xebatkarên jin û mêr kar dikin. Di heman demê de li ser medya dijîtal jî hemû bername û weşan tê belavkirin û di rêya înternetê li ser aplîkêşina radyoyê mirov li ku derê cîhanê dibe dikare guhdar bike.

Radyoya Star 2017 (Jin)

Radyo Star a ku di weşana xwe de jin esas digre, di 15 ’ê Kaûna 2017’an de di bin dirûşmeya “Dengê jin û jiyanê” dest bi weşanê kir. Navenda Radyoyê li Tirbespiyê ye. Di destpêkê de weşana xwe li ser asta Tirbespiyê dikir û di destpêka 2019’a de li ser asta kantona Cizîrê xebat da meşandin, niha jî amedekariya weşana li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin meşandin, dikin. Naveroka weşana wê bi van bernameyan dagirtiye (Dayîk, Jineolojî, bernameya zarokan, Roj baş bi zimanê Kurdî û Erebî, rojê sê caran nûçe bi her du zimanan tên pêşkêşkirin). Li gorî siyaseta radyoyê weşangeriya wê bi reng û dengê jin e. Li ser medya civakî jî weşana xwe dike û bernameyan bi dîmen jî tên amedekirin.

Hêjayî gotinê ye ku di Rojhilata Navîn de yekemîn radyon jin Radyoya Star FM e. akîba wê hemû jin in û 7 endamên jin tê de kar dikin.

Radyoya Sawt El Heyet 2018

Radyoya Sawt El Heyet di 1’ê Tebaxa 2018’an de li bajarê Hesekê hat avakirin û bi zimanê Erebî weşana xwe dike û li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê guhdarkirin. Radyoya Sawt El Heyat hemû mijar û geşedanên ku li herêmê diqewimin radighîne. Naveroka radyoyê bi van beş û bernameyan dagirtiye (Nûçe, navenda nûçeyan a jin bûyerên heftê, bernameyên siyasî, bernameyên jin, dosyayên taybet..hwd. Her wiha gelek bernameyên sibê, olî, civakî, ciwan û zarokan hene). Di radyoyê de bi giştî 14 kes û 8 nûçegihan kar dikin.

Radyoya Dicle/Dêrik 2021

Radyo Dicle li ser şopa çapemeniya azad ku deng û rengê Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxîne pêş xebat dide meşandin. Radyo Dicle di 18’ê Gulana 2021’an de dest bi weşana xwe kir. Dicle FM li li Herêma Dêrik û derdora wê 18 saetan bi zimanê Kurdî û Erebî weşana xwe dike. her wiha li ser du pêlan radyo tê guhdarkirin 100.3 di bajarê Dêrikê de û 89.7 li derdor dêrikê ku heyanî Şengalê diçe. her wiha bi rêya  înternetê ji derveyî Kurdistanê Dicle FM li welatên cîhanê û Ewropayê gelekî tê guhdarkirin û ji wir jî tevlî bernameyên radyoyê dibin. Sê beşên sereke yên radyoyê hene ew jî (Beşa kontrolê, beşa nûçegihanî û beşa radyoyê ye).

Radyoya Dicle herî zêde bi zimanê Kurdî weşanê dike ku bernameyên curbecur yên weke (ekolojîk, jin, siyasî, civakî, tenduristî..hwd )weşanê dike. Li gorî ku hatiye destnîşankirin herî zêde bi êvarê weşana bi zimanê Erebî tê kirin. Rojevên ku Dicle FM digre dest rojevên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriya, Rojhilata Navîn û Cîhanê ne. Lê bêhtir rojevên herêmî esas digre.

Radyoya Şehba 2023

Radyoya Şehba FM (107.5), di Çileya sala 2023’an li bajarê Helebê dest bi weşana test kir û di Pûşbera heman salê de weşana xwe ya fermî destpêkir. Di destpêka wê de kurte nûçe û bultena nûçeyan di weşanê de bû, her wiha di sala 2024’an de bernameyên curbecur yên hunerî, jin, rojbaş, daxwaz, bernameyek ji bo koçberên Efrînê kete weşanê. Lê piştre di heman salê de piştî ku rêjima baasê ket û hikumeta veguhêz hat şûna wê, bername ji ber rewşê hatin îbtalkirin. Di dema niha de di weşanê de sibê rojname tên xwendin û kurte nûçe û bultena wan tên dayîn. Endamên radyo 6’in, çar hevalên jin û du hevalên mêr in.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.