Qasim ENGÎN
Ji bo Kurdan gelek nivîskar, rewşenbîr, seyah û siyasetmedar gotinên wek; ”Gelê bê Parêzer,” ”Zarokên xwedê yê Jinbavê,” Yetîmên Ummeta Îslamê” û her wiha bikar anîne.
Rastî jî Kurd bûyîn di vê cîhana sosret de, pir zor e.
Heta cihekê em dikarin hêzên mêtinger fêm bikin. Li gore wan gerek Kurd nebin, jîn nekin, zimanê wan û çanda wan jî nebe. Ger Kurd hebin, ma gengaz e ku Serokwêzîrekî Tirk biçe Malazgîrê û bêyî ku şerm bike, û bêjî: ”ev der cihê bav û kalên me ye!” An jî dema Kurd hebin kî yê bawer bike ku Malazgîr cihê Tirkan e. Dema Kurd hebin ma gengaz e ku Serokwêzîrek Tirk bêje ku Mûsil, Kerkûk cihê bav û kalên wan e. Bila Serokwezîrek Tirk van gotinên bêesil bêje, dema ku Kurd hebin kî yê van gotinên bêesil bawer bike?
Heman tişt ji bo Irak jî, Îran jî û heta radeyekê ji bo Suriye jî derbasdare. Dema ku Kurd hebin, îdîaya ku Kurdistan nîne, fişeye. An jî wek îro li Irak heye, dema ku Kurd werin naskirin, aloziyên heyîn qederek kêmtirîn dibin. Lê cihên ku Kurd tine tênhesibandin, hebûna Kurdan her yê bibe pirsgirêk.
Em hêzên mêtinger ber tirsên wan, çima ji Kurdan re dijmintiyê dikin, fêm dikin. Lê em fêm nakin çima hêzên Ewropî, Emerîkî û Rûs heman dijmintiyê dikin e?
Mînak, herkes dizane û dibîne ku hêza ku li ser Kurdan taybet jî li ser Bakurê Rojhilatê Suriye xeter û aloziyan avadike, yê ku herî zêde piştgirî daye DAIŞ’ê û hêna jî dide DAIŞ’ê û El Nusra carek din dewleta Tirk e. Yê ku topan diavêje, yê ku tacîz dike, yê ku daxil û danê Rojava şewitandî carek din dewleta Tirk û çeteyên wan in. Yê ku Suriye dagirkiriye û bi demografya Suriye re dileyze dewleta Tirk e. Yê ku her roj erîşên derveyî mirovahî li Efrîn dimeşîne carek din dewleta Tirk e.
Çi Ewropî, çi Emerîkî û çi jî Rûsan bi dehan caran li cihên cuda cuda ev rastî pir vekirî -ruxmî ku anîbûne ziman, him dema ku dewleta Tirk van kirinên derveyî huquqa dewleta navnetewî kirine û him jî niha li hember kirinên van yên dij mirovî bêdeng in.
Herkes jî dizane ku Efrîn beriya ku di milê dewleta Tirk de were dagirkirin jî cihê Kurdan e. Dîsa herkes dizanîbû ku cihê herî ewle yê Suriye Efrîn bû, û Efrînî li hember çeteyên El Nusra û DAÎŞ’î çawa li berxwe dabûn.
Niha jî her roj dewleta Tirk gefan li ser Rojava dixwe. Îro jî, ji bo ku bikaribe Rojava dagirbike dewleta Tirk serî li provakasyonên cuda cuda dide. Lê mixabin; hêzên Ewropî, Emerîkî û Rûs yek gotinekê ji wan re nabêjin. Berovajî him bi wan re bazîrganiyê dikin, him çeka didin wan û him jî bi gotinên: ”em Tirkan fêm dikin, mafê Tirkan heye ku tedbîrên” xwe bigirin, piştgiriyê didin dewleta Tirk.
Tirk îdîa dikin ku Korîdoreke Aşîtiyê avabikine. Aşîtiya Tirkan çiye herî zêde Kibrisî dizanin. Biratiya Tirkan jî herî zêde Ermen, Sûryan, Rûm û Kurd dizanin.
Wê kengî Kurd yê li yetîmbûyîna Ummeta Îslam derbikevin?
Wê kengî Kurd bibin zarokên eslî yê Xwedê?
Wê Kengî hêzên Ewropî yê parêzer bûyîna dewleta Tirkan terk bikin e û carek jî bibin parêzerên Kurdan!.






