Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Civaka Êzdî Cejna Comahiyê li Lalişa Nûranî pîroz kirin

18/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Civaka Êzdî Cejna Comahiyê li Lalişa Nûranî pîroz kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Cejna Comahiyê ango Heca Îzdiyan her sal di meha Cotmehê de dest pê dike. Di vê cejnê de rêûresmên taybet yên civaka Êzdî di 7 rojan de tên pêkanîn. Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê Êzdî derbasî Lalişa Nûranî bûn da ku Cejna Comahiyê li wir pîroz bikin.

Cejna Comahiyê a ku di heyva Cotmehê de li gel civaka Êzdî dest pê dibe 7 rojan li Lalişa Nûranî rêûresmên vê cejnê tên pêkanîn û pîrozkirin. Civaka Êzdî ji çar aliyên cîhanê derbasî Lalişa Nûranî li Şengalê dibin û bi hev re van merasîman pêk tînin. ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê komek ji civaka Êzdî ku nêzî 160 kesî derbasî Lalişa Nûranî bûn û li wir merasîma vê cejnê pîroz kirin. Da ku em zêdetir rêûresmên Cejna Comahiyê ango weke Heca Êzdiyan tê naskirin, yek ji Şêxê Îzdiyan di çîna şêxan de Zinar Cafer ku bi xwe Rojnamevan e jî ji Rojnameya me re axivî.

Rêûresma Heca Êzdiyan “Cejna Comahiyê”

Zinar wiha behsa rêûresmên Cejna Comahiyê kir: “Cejna Comahiyê yek ji cejnên herî pîroz yên civaka Êzdiye. Hemû gelê Êzdî ji welatên cîhanê tên Şengalê û li Lalişa Nûranî ku cihê herî pîroz e kom dibin û pîroz dikin. Lalişa Nûranî li gorî mîteolojiya Êzdiyan di dema avakirina dinyayê de daketiye erdê, bi daketina Lalişê re erd hat meyandin û cihê xwe girt. Piştî daketin û meyandina erdê êdî jiyan dest pê kir,li wir mirovahî û gerdon dest pê dike. Qewla me a Êzdiya heye ez dixwazim bêjim “Sultanê Êzdî bi xwe padişeh e, hezar û yek nav li xwe dane, navê mezin her xweda ye”.

Rêûresma heca Êzdî 7 rojan berdewam dike ji 6’ê Cotmehê heya roja 13’ê heyvê dewam dike di roja 13’an de dibe Cejina Comahiyê. Di roja 6-7-8-9 de ev çar roj weke roja gerê tê binavkirin. Tê naskirin ku di Lalişa Nûranî de 366 ziyaretên xwe hene (Cihên pêroz) gelê ku tê wê derê di wan ziyaretan re digere. Di destpêkê de mirov ji Pira Selatê dest pê dike û heyanî ziyareta dawiyê berdewam dikin. Gelek derî û rêûresm hene, hin kesên Êzdî şêx û mirûdên xwe hene. Ya me jî şêxê me heye dibêjin Şêx Hesen e, her wiha a şêxê Şêx Hesen jî heye. Kesên ku mirûd bin ziyareta şêx û pîrên xwe dikin, di heman demê de kesên şêx jî ziyareta şêx û pîrên xwe dikin. Di civaka Êzdî de sê çînên sereke weke şêx, pîr û mirûd hene. Ev her sê kesayet jî herî zêde di Lalişa Nûranî de hev du ziyaret dikin û tên ziyaret kirin. Her cihek tu derbas dibî rêûresêm wê yên taybet hene. Mînak; cihê cera heya, 366 cere hene. Stûna Mirazan heye, dema tu dighîne wê derê amûdek heye tu destê xwe lê digerênem dema gihîştin hev wê demê mirazê te jî pêk tê. Her wiha Guvenda Sema heye, ev guvend 7 rojan tê gerandin, ev guvend tenê meclisa rûhanî, gesên older ew pê radibin. Hereket û rêbaza wê guvendê gelek wetedarin ku ji me re Çawaniya avakirina cîhanê dide nîşandan û bi xwe weke mîteolojiyekê ye. Di roja pêncê de Roja Ga heye. Cayê biçûk derbasî Lalişa Nûranê dikin ku ew ga jî weke sembolekê ye di civaka Îzdî de. Ew ga di nava Lalişê de tê gerandin, dema ev ga digere kesê ku bikaribe xwe bighîne wê gayê û tayek ji mûyê wê bibe, hêvî, armanc û mirada wê/wî kesî pêk tên. Ev yek jî gelek zehmete ku ji sedî 99 kes nikare wê mûyê bigre. He rwiha Deriyê Şibakê heye ji gundekî navê wê Başîqa dest pê dike û tê gundê Şêxan û derbasî Lalişê dibin, her wiha cihê Ava Zemzemê heye”.

‘Di aliyê ruh û giyan de xwediyê hîsekî cuda ne’

Zinar di berdewamiya axaftina xwe de ev got: “Mirov çiqas behsa Lalişa Nûranî bike, mirov nikare heqê wê bidiyê, ancax mirov bi xwe here û rêwresmên wê pêk bîne û nas bike. Di nav 7 rojan de gelek merasîm û rêûresm hene, hin rêûresim hene bi êvarê tên pêk anîn. Di destpêkirina derbas bûna van cihên pîroz re mirov bê pêlav derbas dibe, bi rastî dema wisa dibe hemû  enerjiya te ya neyînî derdikeve û di aliyê ruh û giyan de ev merasîm xwediyê wate û hîsekî cuda ne. Ev tiştên ku me anîne ziman, vedigerin bi hezarê salan. Ji xwe di roja 13’an de dibe Cejin û li wir pîrozbahî bi def û guvendan tên kirin”.

‘Ji her ol, bawerî û pêkhateyê dikarin bi me re Cejna Comahiyê pîroz bikin’

Zinar da zanîn ku di rêya Mala Êzdiyan û Rêveberiya Xweser em ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî Şengalê bûn û wiha got: “Her sal ji aliyê Mala Êzdiyan ve navên kesên ku dixwazin derbasî Lalişa Nûranî bibin tên komkirin. Ji aliyê Yekîtiya Êzdiyan ve tensîq bi Mala Mîran re tê çêkirin. Pirî caran derfet çênabin, lê îsal em dixwazin spasiya Rêveberiya Xweser bikin ku ev derfet peyda bû û gelê me nêzî 160 kesî çûn û li wir hec û cejna xwe kirin.

Weke tecrûbe jî ev cara min a sêyemîne ku cejna xwe li wir pîroz dikim, tê zanîn ku mirov çiqas bikaribe derbasî van merasîman bibe ewqas baş e. Ji bo wê jî ez banga hemû Civaka me ya Êzdî dikim ku derbasî Lalişa Nûranî bibin û em van rêûresmên xwe pêk bînin û biparêzin. Helbet ne tenê Êzdî her kes ji her pêkhate û olî dikare derbasî Lalişa Nûranî bibe, lê nikare hemû rêûresman pêk bîne. Bi rastî me dît ku îsal ji pêkhate û ola Îslamê û xiristiyanî jî hatin û cejna me pîroz kirin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.