Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Konferansa Dayikên Aştiyê bi Tevlîbûna 250 kesan li Amedê  bê lidarxistin

17/10/2025
in JIN
A A
 Konferansa Dayikên Aştiyê bi Tevlîbûna 250 kesan li Amedê  bê lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

 Ronahî Sadûn/ Qamişlo

 Meclisa Dayikên Aştiyê Di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, di 18 û 19’ê Cotmehê de ango sibe de konferanseke mezin li bajarê Amedê li dar bixe.

 Di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de” ji aliyê Mecilsa Dayikên Aştiyê dê di 18 û 19’ê Cotmehê de konferanseke mezin li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê li Eywana Çandê ya Amed bê lidarxistin.

Beriya niha ji bo amadekariyên konferansê pêşkonferans li gelek bajaran hatibû lidarxistin.Di konferansê wê bi tevlîbûna delegeyan bi giştî  250 kes  beşdar bibin ku di nava wan de malbatên qedir bilind, dayikên qedir bilind weke malbata Mihemed Tûnc, Elî Çîçek û hwd… ku ji aliyê Meclisa Dayikên Aştiyê ve hatine vexwendin wê beşdarî konferansê bibin.

Derbarê lidarxistina konferanê de, endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nezahat Teke ji Rojnameya me re axivî.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nezahat Teke diyar kir ku dê sibe konferansa wan li Amedê bê lidarxistin û wiha got: “Wê konferansa me roja Şemî û Yekşemê ku 18 û 19’ê Cotmehê ye bê lidarxistin. Herwiha nêzî 109 delege wê beşdarî konferansê bibin, bi taybetî 250 kes bi tevahî tevî delege û mêvanan wê beşdar bibin ku di nava wan de malbat û dayikên me yên qedir bilin weke malbata Mihemed Tûnc, Elî Çîçek û hwd… hatine vexwendin ku wê beşdarî konferansê bibin. Ev delege tevî mêvanan ji her bajarî beşdar dibin.”

’12 sal in konferansa me nehatiye lidarxistin’

Nezahat Teke eşkere kir ku ev 12 sal konferansa wan ji ber şert û mercan nehatiye lidarxistin û wiha domand: “Ev 12 sal in me konferansa xwe lidar nexistiye, ji ber î şert û mercên ku li Bakurê Kurdistanê tê jiyankirin. Her car me amadekariyên xwe dikirin ku konferansê lidar bixin, lê tiştek derdiket û konferans dihat paşxistin.”

‘Konferans weke ji nû de xwe avakirinekê ye’

Nezahat Teke axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo konferansê jî, konferans weke ji nû de xwe avakirinekê ye, ji ber ku ji bona vê pêvajoyê pêwîst e dayik hinek tişt bikin. Beriya konferansê me li her derê pêşkonferans xwe jî lidarxistin, biryarê ku di wir de hatine girtin û yê ku di vê konferansa giştî de biryarên werin dayîn, pişinyarên ku werin kirin, em ê jî ji nava wan naverokekî tiştekî derxin, li gorî wê tevger bikin. Lê pêwîst e ji bo vê pêvajoyê û ji bona aştiyeke mayînde em hinek tişt bikin, ji ber wê me pêwîstî bi konferansê dît ku em ê jî ji nû ve xwe ava bikin. Lazime em şev û roja xwe bikin yek. Herwiha em hêvî dikin konferansa me jî baş derbas bibe. Piştî konferans çi biryar derkevin ew ê bi çapemeniyê re were parvekirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.