Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêveberê Meclisa Giştî ya Kombenda Efrîn Îbrahîm Heftaro tekez kir ku daxuyaniyên fermendarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê derbarê vegera bi ewle ya gelê Efrînê hêviyeke nû di nava koçberan de vejand.
8 sal li ser dagirkirina bajarê Efrînê derbas bû, lê hîna jî şêniyên wê dûrî cih û warên xwe ne û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn. Bi zêdebûna binpêkirin û guhertina demografiya ku li Efrînê pêk tê, îro bangên ji bo vegereke bi ewle têne kirin. Hêviyên koçberan ji nû ve vejîn dibe bi taybet piştî daxuyaniyên dawî yên Fermendarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdê.
Girêdayî daxuyaniyê Fermendarê QSD’ê Mezlûm Ebdê ji bo vegera bi ewle ya koçberên Efrînê Rêveberê Meclisa Giştî ya Kombenda Efrînê Ibrahîm Heftaro ji rojnameya me re axivî.
Ibrahîm Heftaro diyar kir ku doza gelê Efrînê hîn jî bê çareserî maye û wiha got: “Ji dema dagirkirina Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de û koçbekirina gelê resen bi darê zorê ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, em bi kareseteke mirovî a rasteqîn rû bi rû man, dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê qirkirineke çandî û civakî herwiha guhertina demografiya sîstematîk der heqê gel û xaka Efrînê de pêk anî. Efrîn berî dagirkeriya Tirk bi rêjeya ji sedî 98 û zêdtir niştecihên wê yên resen Kurd bûn.”
‘Rewşa Efrînê xirab e’
Ibrahîm Heftaro destnîşan kir ku hîna jî rewşa Efrînê xirab e û wiha berdewam kir: “Ji dema ketina rêjîma Baasê heya îroj rewşa Efrînê nehatiye guhertin. Gelê ku tê de mane ji ber binpêkirinan êşên rojan e dikşînin, wekî dizî, talankirina milkan, revandin û girtinên bêserûber. Bi hezaran ciwanên Efrînî hîn di zindanên Tirkiyê de ne, li girtîgehên Rayî û Izazê çarenûsa wan ne diyar e, tevî hevpeymanên girêdayî berdana girtiyan û dîlgirtiyan. Me gelek caran ev dosya ji raya giştî, rêxistinên navdewletî û hiqûqî bi taybet Emerîkayê re parve kir, lê bê encam bû.”
Hêviyên vegera bi ewle
Ibrahîm Heftaro bal kişand ser mijara vegera bi ewle ya koçberên Efrînê û wiha got: “Daxuyaniyên Fermendarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat QSD’ê Mezlûm Ebdê yên di vê dawiyê de hêvî û xewnên me yên vegera bi ewle vejandin, em weke Kombenda Efrînê û hemû gelê Efrînê ku li herêmên em koçber bûne dijîn, bi vê bangê kêfxweşbûn û amadekariyên xwe ji bo vegera xaka xwe dikin, ji ber ku ev daxuyanî hêviyeke ji bo me vejand di vegerek nêzîk de.”
‘Baweriya me bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê mezin e’
Rêveberê Meclisa Giştî ya Kombenda Efrînê Ibrahîm Heftaro wiha gotinên xwe qedand: “Daxwazên me ew e ku rêveberiya herêmê di destê gelê wê yê resen de be, ne di destê komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirk de be, divê Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokrat derbasî herêmê bibin ji bo misogerkirina parastin û aramiyê. Gelê Efrînê baweriya wan bi Rêveberiya Xweser, QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn heye, pêkanîna vegera bi ewle bêyî hebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gelê Efrînê di rêveberiya bajarê wan de ne pêkan e, ku garantiya raseqîn, aramî, ewlehî û edaletê temsîl dike.”






