Zekî Bedran
Hamasê encamên êrîşa xwe ya li dijî Îsraîlê di 7’ê Cotmehê de bi awayekî rast plansaz nekir. Hamasê di bin zextê de bû, di pirsgirêka Filistînê de ti pêşketin çênebû, Îsraîl polîtîkayên xwe li gorî dilê xwe pêk dianî, axa Filistînê ji bo niştecihbûnê vedikir. Ji bo ku li dijî vê yekê derkeve û pirsgrêkê bîne rojevê, Hamasê êrîşa ku tê qalkirin, pêk anî. Lê êrîş bi tenê bi armancên leşkerî yên taybetî ve sînordar nebû; êrîşeke ku sosret, neçaverêkirî û ti kes bendê nebû hat pêkanîn bû. Eşkere bû ku ev ê bibe sedema karesatekê û Filistîn dê nikaribe wê rabik e. Hevsengiya hêzê ewqas ne wekhev bû. Bi rastî, tevî hemû nerazîbûnên cîhanî û raya giştî, Îsraîl nehat rawestandin, guh neda kesî, hema hema Xeza wêran kir, Hamas têk bir û ew neçar hişt. Qada tevgerandinê ya Hamasê gelekê hatiye sînordarkirin. Wekî ku tê zanîn, rejîma Baas’ê li Sûriyê hilweşiya, Hizbullah derbeyek mezin xwar, Îran bi xwe rastî êrîşê hat, welatên Ereb nekarîn piştgiriya ku dixwest peyda bikin û Filistîn bi tevahî di nava dorpêçêde ma. DYA ji destpêkê heta dawiyê bi berdewamî piştgirî da Îsraîlê, rê li ber astengiya cebilxanê, lojîstîkê û mijarên din girt. Wê bi awayekî çalak Îsraîlê li dijî êrîşên esmanî û mûşekan parast. Niha şer hatiye rawestandin, Trump destwerdan kiriye û çek bi lez hatine bêdengkirin. Rawestandina komkujî û qirkirinê pêşketinek erênî ye, lê bingeha wê girîng e. Gelê Filistînî jî kêm li ber xwe nedan, ji ber vê yekê divê berxwedana Hamasê piçûk neye dîtin. Nîşandana vîna têkoşîna du salan di bin wan derfetan de, dema ku wêran, birçî, dorpêçkirî, karekî berbiçav e; divê were pejirandin. Lê rûxmê vê rewşê jî, ji wan ne dihat hêvîkirin ku encaman bi dest bixin.
Raya giştî ya cîhanê di bidawîkirina şer de roleke girîng lîst. Zext li ser desthiladariya DYA û Ewropî hate kirin û di dawiyê de Trump destwerdan kir. Balkêş e ku Trump 20 serokên welatên cûda li Şarm El Şêx kom kir da ku bide xuyakirin ku navbeynkarê aşitiyê ye. Lê, di axaftina xwe ya li parlementoya Îsraîlê de, wî ragihand ku DYA çekên herî pêşketî dane Îsraîlê û Netanyahu karekî mezin kiriye. Divê hûn çekên herî baş bidin Îsraîlê, vî şerî fînanse bikin û piştgirî bikin û dûvre xwe wekî aştîxwaz nîşan bidin. Rêber û bazirganên cîhana kapîtalîst bi vî rêbazê derdikevin holê! Qirker û nijadperest wiha dibin qehreman. Yên weke Trump, ji demokrasî û nirxên mirovan dûr, ji bo anîna aştiyê li cîhanê Xelata Aştiyê ya Nobelê dixwazin! Yek ji bûyerên herî balkêş û sosret hewldanên Erdogan e. Erdogan çû Washingtonê, xwest bi 10 milyaran balafir û amûrên din yên şer bikire û xwest danûstandinên xwe bi NY re baştir bike. Wekî ku em baş dizanin, aliyekî van danûstandinan lihevkirinek bi Trump re li ser têkbirina Kurdên li Sûriyê bû. Erdogan demek dirêj bû ku dixwest Trump bibe desthiladar, bawer dikir ku ew dikare bi wî re lihev bike. Giringiya sereke yên Trump pere, aborî û bazirganî ne. Demokrasî, azadî û mafê mirovan ne daxwaziyên sereke ne. Erdogan ji hundir ve berjewendîperest e, bi salan rolek pêşeng lîstiye, bi taybet jî, di têkbirina Tevgera Azadiya Kurd de. Ew pêşengê sereke yê wî karê ye. Dewlet li dora pergala serokkomaratiyê hate damezirandin û Erdogan hat hilbijartin. Erdogan jî ew erk bi awayekî tûndrew dide meşandin. Dixwestin têgeha pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ji rojeva cîhanê û ji bîra mirovahiyê paqij bikin. Hincetên weke ku PKK di lîsteya rêxistinên terorîst de ye, van şêwazên şerê taybet bikar anî û artêşa xwe li Iraq û Sûriyê bi cih kir. Ev yek bû sedema mirina bi deh hezaran kesan û bi trîlyon dolaran û têkçûna aboriya li Tirkiy ê.
Erdogan dixwest Kurdan têk bibe û bibe xelasVan. Her çend ew li tevahî cîhanê tên şermezarkirin jî, ew bi qaşo pêşengên civakê ne, xwe pesnê xwe didin. Trump îdîa dike ku ev Erdogan di razîkirina Hamasê de rolek lîstiye. Hemû hewldanên Erdogan armanc dikin ku bi Trump re lihevkirin bikin da ku statuya Kurdan li Sûriyê ji holê rakin. Wan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyê dest pê kir bi hincetên weke neçarkirina QSD’ê ku çekên xwe deyne û radestî HTŞ’ê bibe, asteng kirin. Wan qaşo projeya biratiya Kurd-Tirk bi nedayîna mafên Kurdan li Sûriyê ve girêda. Bi tena serê xwe nikare vê yekê bi dest bixe, ew li dora Trump dizivire. Erdogan xwe wekî parêzvanek mezin ê Filistîn û Hamasê nîşan dide. Lê ew di heman demê de rolek dilîze, ku Trump pirsgirêkê li gorî dixwaze wisa çareser bik e. Erdogan li Filistînê çareseriyeke dewletî pêşniyar dike, israr dike ku divê dewleteke Filistînî were awa kirin, lê ew naskirina nasnameya Kurd, xwerêvebirina wan li herêmên xwe û perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî li Sûriyê jî wekî gefek li ser yekîtî û têkbirina Tirkiyê dibîne. Ev nakokîyeke sosret û pir balkêş e. Ew giraveke biçûk ji bo 200 Hezar Tirkên Qibrisê dabeş dike û dewletekê ava dike, lê ew ji bo ziman û çanda bi 10 mîlyonan Kurdên li Rojhilata Navîn tehemûl nake. Ew qaşo projeya biratiya Kurd-Tirk li Tirkiyê diparêze, lê bi ti awayî navê Kurd jî bi kar neaniye, û ne jî diyar kiriye ku ew ê çi mafê nasnameyê bide Kurdan, ew ê çawa wan nas bikin, an jî ew ê çawa bi wan re bijîn. Çareseriyeke wisa tune. Mînak, ma ne divê ew bêje, “Mafê Kurdan heye ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin?” Lê ew nabêje. Erdogan qet diyar nekiriye ku kîjan maf dê ji Kurdan re werin vegerandin. Di rewşeke wiha aloz de ku ewqas nezelal de û ew dikare bi dilê xwe wê têk bibe an jî hilweşîne, ew hewl dide ku vê pirsgirêkê bikar bîne û veguherîne amûrek ji bo domandina desthilata xwe.
Li hember vê yekê, divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê hewlên gelê Kurd re bibin piştewan û anîna demokrasiyê bo komarê bikin erka xwe yê sereke. Çarenûsa Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd nikare di destê AKP’ê de were hiştin. Hûn ê bi 10 milyonan Kurdan re li kêleka hev bijîn, lê hûn ê Kurdên li Sûriyê radestî hişmendiya çeteyên DAIŞ û El Qaîdeyê û HTŞ’ê bikin! Hûn ê bidin ragihandin ku mafê Kurdan xeta we ya sor e û ji aliyekê jî bê şert û merc piştgiriyê bidin HTŞ’ê. Gelo ev dikare wekî tarîbûna hişmendî an jî nefreteke kor a ji Kurdan were pênase kirin? Rewşek ku hemû sînoran dişkîne li ber çavên cîhanê diqewime, di heman demê de ew hewl didin ku lîstokek weke biratiya Kurd-Tirk bi meşînin û raya giştî bidin xapandin.






