Hemza Sêvo/ Qamişlo
Bi beşdariya 51 weşanxane û 140 hezar pirtûkî 9’mîn Pêşangeha Pirtûkan a Herekol a li Baxçeyê Azadî deriyê xwe vedike da ku 5 rojan çalakiyên rewşenbîrî, çandî û wêjeyî li dar bixe.
Bi dirûşmeya “Pirtûk Kilîda Şaristaniyê ye” wê Pêşangeha Herekol a navdewletî ya pirtûkan di 21‘ê Cotmehê de were destpêkirin û heya 26’ê heman mehê bidome. Bi dirûşmeya “Pirtûk Kilîda Şaristaniyê ye” wê Pêşangeha Herekol a navdewletî ya pirtûkan li Bexçeyê Azadî were lidarxistin.
Ji bo eşkerekirina bernameya Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekûl daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Daxuyanî ji hêla Komîteya Amadekar a pêşangehê ve ve hat dayîn û gelek rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan tê de hazir bûn.
Naveroka daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji hêla komîteya amadekar ve hat dayîn wiha bû:
“Ev pêşangeh dê ji hêla Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûryê ve, herwiha bi hevkariya Kompanya Şemal, Four Seaons, Kampaniya Newroz, Venus Star, Şaredariya Gel a Qamişlo, Kompanya Rcell û sê Kompanyên din.
Weşanxane
51 weşanxane ji tevahiya Kurdistanê û li ser asta cîhanê, 140 hezar pirtûk bi 14 hezar serenavî, 40 ji sedî pirtûkên li ser jinê ne., 43 ji sedî pirtûk bi zimanê Kurdî, pirtûkên ji bo darokan 4 ji sedî ne.
Bername:
Rojane deriyê pêşnagehê ji seet 10’ê sebehan heta seet 9’ê êvarê vekirî be, di roja yekem de wê Rojane di seet 5’an de wê semînerên cuda bên dayîn, hem jî di seet 6’an de pirtûk bên îmzekirin, li aliyekî din seet 7’an wê muzîk û şevbuhêrkên hunerî bên lidarxistin.





