Ronahî Sadûn/Qamişlo
Parêzer û berpirsê Têkiliyên Komîteya koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso diyar kir ku di 12’ê Cotmehê de hevîdtinek wan bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re pêk hat, di hevdîtinê de rewşa Serêkaniyê ya hundir û gundewarê wê, rewşa kampan, zehmetiyên ku hene û rewşa heyî hatibûn nîqaşkirin û got, “Di hevîdtinê de Mezlûm Ebdî tekez kir ku vegera bi ewle ya koçberan nîqaşên bingehîn ên danûstendinên wan e.”
Bi aloziya Sûriyê re bi hezaran gel ji Sûriyê koçber bûn, di nava sînor û welatên cîhanê de bêzar bûn. Bi destpêkirina vê aloziyê re gelê Kurd bi hilbijartina xeta sêyemîn şoreşa Rojavayê Kurdistanê 19’ê Tîrmehê pêk hat. Ev şoreş bi xwe re gelek serkeftin û destkeftî anîn. Bi hemdemiya şerên ku di Sûriyê de diqewimîn, gefên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nesekinîn. Dagirkeriya Tirki bi dijminahiya xwe a deh salan her dixwest projeya Netewa Demokratîk a ku li ser felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin, di Sûriyê de tune bike. Ji bilî gef û êrişên hemdem yên ku li seranserî herêmê pêk dianîn, di sala 2018’an Efrîn û di 2019’an Serêkaniyê û Girê Spî dagirkir. Di encam de ev gel neçar ma ku ji herêmên xwe derkevin û li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava kamp, gund û dibistanan de bi cih bibin. Piştî guhartinên ku hatine çêkirin, gelek hewildan û danûstandin ji bo vegera koçberan di navbera hikumeta Veguhêz û QSD’ê de hatin kirin. Lê hê jî ev yek negihîştiye encameke misoger, lê ji bo vê yekê hewldanên berdewam têne kirin ji ber ku li tevahî cîhanê vegera koçberan ji bo warê xwe mafekî rewa ye.
Di heman demê de niha dosayên koçberan di nava danûstendinên di navbera şandeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên leşkerî û siyasî bi hikumeta veghuhêz re dosayên bingehînin. Ji bo vê yekê di 12’ê Cotmehê de hevdîtineke Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi şandeyek ji Komîteya Koçberan a Serêkaniyê re hate kirin. Di hevdîtinê de rewşa koçberên li kampan û navendên bicihbûnê û girîngiya bicihanîna pêdiviyên wan ên sereke hatin nîqaşkirin. Herwiha girîngiya piştgiriya hewldanên birêxistinkirina vegera ewle ya bi garantiyên zagonî ya koçberan. Di hevdîtinê de hatibû diyarkirin ku vegera koçberan a li warên wan yek ji armancên pêşîn ên xebatên QSD’ê ye. Di heman demê de peymana 10’ê Adarê hatibû bi bîr xistin ku yek ji bendên peymanê vegera ewle ya koçberan e û divê ev bend bi awayekî aktîf were pêkanîn. Di hevdîtinê de hatibû eşkerekirin ku dosyaya herêmên dagirkirî rojeveke sereke ya hevdîtinên û dan û standinên pêş li der barê siberoja Sûriyê de ye. Di hevdîtinê de jî hatibû tekezkirin ku mafê vegerê nayê jidestdayîn. Ji bo dîtina çareseriyeke giştî û mayînde ji dosyaya koçberan re bi aliyên herêmî û navnteweyî re xebat tê kirin.
Derbarê vegera bi ewle ya koçberan, herwiha nîqaşên hevîdtina ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî û şandeya Komîteya Koçberan a Serêkaniyê, parêzer û berpirsê Têkiliyên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso ji Rojnameya me re axivî.

‘Hevîdtin zêdeyî seatekê dewam kir’
Ciwan Îso diyar kir ku di 12’ê Cotmehê de hevîdtineke wan bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî re pêk hat û wiha got: “Me wek Komîteya Koçberên Serêkaniyê şandeyekî berfireh ku pêkhatî hemû tê de beşdar bibûn, nêzî 7 endamên Komîta Koçberên Serêkaniyê me hevdîtinek bi Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî re pêk anî. Hevdîtin nêzî seat û nîvekê dewam kir û gelek mijar hatin nîqaşkirin. Destpêkê me rewşa Serêkaniyê ya hundir û gundewarê wê, rewşa kampan û zehmetiyên ku hene li ser daxwaziya Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî şîrove kir, herwiha rewşa heyî zelal kir. Ji xwe 6 sal li ser dagirkirina Serêkaniyê û gundewarê wê derbas bûn, ev mijar jî hat nîqaşkirin.
‘Em Sûriyek neperçe dixwazin’
Îso eşekere kir ku civîn bigiştî baş bû û wiha domand: “Xalên serek me bi hev re nîqaş kirin û em li ser xalên gelekî girîng jî rawestiyan ew jî ev bû; Pêşeroja Sûriyê wê çi be wek giştî, di nav de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî rewşa koçberan. Birêz Mezlûm Ebdî tekez kir ku ew jî bi aramiya Sûriyê tevahî re ye, ew Sûriyek neperçe dixwazin, lê Sûriyek nenavendî dixwazin, ev sîstem jî gerek her kes li gorî wê nas bike. Ji ber ku rewşa niha vê yekê dixwaze. Ya din jî li ser mijarên danûsitendinên di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şamê de çêdibin, mijarên tevlîbûna QSD, Asayîş û beşên din, Mezlûm Ebdî jî got; “Em jî jêre amadene li gorî rêkeftina 10’ê Adarê, xalên wê yên sereke ku heke ev pêş bikeve û rewş baş bibe, lihevhatinek çêbibe wê yekser bandora xwe ya erênî li ser rewşa koçberan tevahî bike, bi taybetî jî koçberên Serêkaniyê.” Ji bo wê jî ev xalana baş hatin nîqaşkirin û şîrovekirin.”
‘Divê veger misogerkirî, biewle û birûmet be’
Ciwan Îso da zanîn ku doza koçberan di danûstendinên bi Şamê re dozekî sereke ye û wiha pê de çû: “Mezlûm Ebdî di hevdîtinê de got; “Li cem me ew rêkeftina 10’ê Adarê yek ji xalên wê yên sereke bendê vegerandina koçbera ye. Ji bo me jî ev xal û doz, dozeke sereke ye û ji girîngtirîn xebatê me yê diplomasî, siyasî û danûstendinên me bi Şamê û gelek aliyên herêmî û navdewletî jî hene û em dibêjin gerek ev yek here serî û ev xal bê bicihkirin ku her kes vegere war û cihê xwe.” Li ser vê yekê baş hat nîqaşkirin. Herwiha Mezlûm Ebdî jî got; Ev maf mafekî rewa ye, mafekî em diparêzin û em ê biparêzin. Ji bo vegerê jî ev veger gerek misogerkirî, biewle û birûmet be, ev ji bo herêmên dagirkirî tevahî bi taybetî ji bo Efrînê jî. Ji xwe di demên pêş ên nêz de wê gelek tiştên nû çê bibin, mijrarên vegerê çêbibe. Niha hemahengî û danûstendin tê kirin, rewşa Efrînê hinkî ji ya Serêkaniyê baştire, rewşa Serêkaniyê wek giştî gelek zehmetî û kelem hene di aliyê mijarên ewlekarî, dewleta Tirk û mijarên ku hikumeta veguhêz hîn li aliyê Serêkaniyê û Girê Spî tuneye. Herwiha ji bo mijarên ewlehî hinekî dem pêwîst dike, ev dem jî nayê wê wateyê ku em rawestin lê kar û danûstendin wê berdewam be, ji xwe em bi Şamê re hemahengî dikin û tekez jî dikin ku ev mijar û doz bê çareserkirin. Ji ber ku ev beşekî girînge ji bo kar û siyaseta me, hem jî ji bo aramiya Sûriyê tevahî. Bêtir ev xal li ser hatin seknandin û Mezlûm Ebdî got; ji bo van yekan xebatê tê kirin jî baş e, ji bo Serêkaniyê û deverê din çi ji me bê xwestin jî gerek em bikin, da ku em vê dozê çareser bikin.
Ya duyemîn jî ku bêtir rêxistina gelê di vegerê de ku ev veger wê ne bi awayekî ferdî û bê displîn be, wê veger rêxistinkirî be. Herwiha ji bo vegerê gelek tişt pêwîstin gerek ew pêk bên û veger li ser bingehê wê bê kirin û got jî; Di vegerê de tiştê bêtir ji me re girîng ewlehiya gelê me yê veger in ku dîsa gelek tişt dûbare nebe, bêtir li ser vê xalê hat terkezkirin. Di heman demê de Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku; Gerek rolek koçberan di danûstendinan de jî hebe, di demê pêş de tiştên nû çêbibin wê hemahengiya me bi we re hebe. Koçber bi xwe karin di gelek mijar û aliyan de cihê xwe bigirin, di danûstendinê de jî ev maf mafekî rewa ye, bêtir li ser rewşa giştî ev bû. Kar û xebat tê kirin, siyasetek baş tê meşandin, hemahengî bi gelek aliyê herêmî û navdewletî re jî têne nîqaşkirin ji bo mijarên koçberan.”
‘Em ê hewl bidin pêwîstiyên lezgîn ên kampan pêk bînin’
Ciwan Îso axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo rewşa kampa jî Ebdî ev yek jî got; kêmasiyên derketine û hene em ê hewl bidin ku hinekî sivik bikin. Em rewşa kampa zanin gelekî giranin, rewşa koçberên me li gundan û dibistanan pir zehmete em vê baş dizanin. Em ê jî mijarên ku girêdayî tenduristiyê be, mijarên ji bo zivistanên ku zivistan tê gelek tiştên pêwîstiyên lezgîn em ê hewl bidin pêk bînin, da ku vî barî sivik bikin. Giştî mijarên hevdîtinê ev bû û hevdîtin baş pêk hat.”






