Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nameyên hêvî û minetdariyê bi pênûs û hestên jinan tên nivîsandin

15/10/2025
in JIN
A A
Nameyên hêvî û minetdariyê bi pênûs û hestên jinan tên nivîsandin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Nameyên tijî hest, hezkirin û bendeawrî ji aliyê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Rêber Apo tên nivîsandin. Jinên ku di van çalakiyan de amede bûne tekez kirin ku wê heyanî misogeriya azadiya fîzîkî a Rêbertî di xeta têkoşîn û felsefeya wî de bi îsrar bin.

Li seranserî cîhanê û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel dest bi çalakiyan kiriye da dengê wan bighîne Netewên Yekbûyî û Rêber Apo fîzîkî azad bibe. Niha jî li seranserî Kantona Cizîrê jinan dest bi nivîsandina nameyan kiriye têde hest û hêviyên xwe ji bo dîtina Rêber Apo tînin ziman.

Di derbarî hest û nameyên ku jinan ji Rêber Apo re nivîsandî Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Dêrikê Zelûx Bekir, Berpirsa komîta tenduristiyê di Kongira Star a bajarê Dêrikê Sîham Mehmûd û Komîta Firnan di Meclisa Aborî de Salîha Fatê ji Rojnameya me re axivîn.

‘Fikrê Rêber Apo hêza çareseriyê ye’

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Dêrikê Zelûx Bekir da zanîn ku dem hatiye herkes ji bo Rêber Apo nameyan binvîse û wiha got: “Yê herî zêde bi hizir, tevger û hestên Rêber Apo re bandor bûyî jin e, ji ber ku gava yekemîn Rêber Apo avêtî ji bo jinê bû. Ji bo têkoşîn û jiyana ku ji jinan re daye avakirin, em jin çi bikin em ê her tim deyndarê Rêber Apo bin. Mixabin ev 27 sal in ku mirovekî wek Rêber Apo xwedî ked, hizirekî azad û hestekî insanî dîl girtiye û di bin tecrîdê de dimîne. Îro dem hatiye ku Rêber Apo Endeziyarê Jiyana azad fîzîkî di nav me de jiyan bike. Ne tenê gelê Kurd hewceyî Rêber Apo ye lê tevahî cîhanê hewceyê wî ye, ji ber ku tê dîtin di asta giştî de cîhan gihiştiye xetmandinekî û fikrê Rêber Apo kilîta çareseriyê ye. Min di nameya xwe de ji bo Rêber Apo nivîsî ye, em tu carî bê fikrê te nikarin jiyan bikin, her kêliyekî dil û hestên me ji bo te lêdide, hemû kar, xebat û têkoşîna ku em dikin da ku em te di nava xwe de fîzîkî azad bibînin. Ew girav ne layîqî feylesofekî wek te ye, kesên wek te pêwîst e fîzîkî azad bijîn ji ber ku tu teyrê Bazî, teyrê Baz ji azadiyê hezdikin li ser serê çiyan bin û di nav xwezayê de. Em tuc arî xwe azad nabînin heya ku em te di nav xwe de azad nebînin.”

‘Bi saya fikrê Rêber Apo em gihiştin roja îro’

Berpirsa Komîta Tenduristiyê di Kongira Star a bajarê Dêrikê de Sîham Mehmûd anî ziman ku ew silavên xwe ji bajarê Dêrikê heya girava Îmralî ji Rêber Apo re rê dike û wiha got: “Em ê her tim spasdarê Rêber Apo bin li ser fikir û felsefeya wî, wî ev rê ne tenê ji bo gelê Kurd vekirye lê ji bo tevahiya jinan vekiriye. Bi saya fikrê Rêber Apo em gihiştin roja îro, ji ber ku jin di Rojhilata Navîn de di tarîtiyê de jiyan dikir, ji bo her tiştî qeyd û zincîr jê re datanîn pêşiya wê û ji her tiştî mehrûm bû. Piştî ku min cihê xwe di nav kar de girt min ji nêz ve fikrê Rêber Apo naskir, êdî ez ketim wê ferqê ku Rêber Apo ji bo jinê çiqasî têkoşînê dike. Min di nameya xwe de spasiya Rêber Apo kiriye ser felsefeya wî ya pîroz ji bo jinê û hêviya min tenê ez te li berçavan fîzîkî azad bibînim. Em ê her tim çalakiyan bikin û li kolanan bin heya ku em têkoşîna ku te bi salan dayî meşandin bighînin serî.”

‘Zarok jî bi heyecan in ji bo dîtina Rêber Apo’

Komîta Firnan di Meclisa Aborî de Salîha Fatê diyar kir ku yê ku hiştiye jin xwe li ser piyan bigre Rêber Apo ye, lewma xwesteka me ew e ku dengê jinê bighêje Rêber Apo û wiha got:”Min ji Rêber Apo re nivîsiye netenê jin li hêviya dîtina te ye zarokên ku îro di dibistanan de perwerdê dibînin û ji bo zimanê dayîkê têkoşîn dikin ew jî li penda te ne. Kes nikare têkoşîna ku te diyarî dayî me ji holê rake ne dijim ne jî zagon. Ji ber ku fikir û felsefeya te ketiya nav xwîna me de û rojane bi me re jiyan dike. Te tîrêjê ronahiyê da jinê û wê jin her û her li ser riya wê ronahiyê bê û bi hemû hêza xwe wê bi azadiya te ya fîzîkê bang bike. Rast e Rêber Apo bi hizir û axaftinên xwe di nav me da azad e, lê daxwaza me ew e ku em wî fîzîkî azad bibînin. Di wê baweriyê de me ku wê Rêber Apo nêzîktirîn dem de fîzîkî di nav me de hazir bê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.