Amara Baran/Qamişlo
Rojnameya Ronahî yek ji bingehîn saziya ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hatiye damezrandin, di nav çapemeniyê de cîhekî xwe yê taybet girtiye. Jinan di Rojnameyê de bi pênûsa xwe dengê jinan di qada şoreşê de, ji cîhanê re ragihand û pênûsa jinan di rojnameya Ronahî de bû rênîşaneya azadiyê.
Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê di qada çapemeniyê de jin bûn şopdarên rastiyê û ji bo ku dengê jinan ragîhînin bi pênûsa xwe dîrok nivîsand û bi fikrên xwe civak ronî kirin. Rojnameya Ronahî di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bû yek ji dengên xweş û girîng yên şoreşê ku bi pênûs û kamereya xwe rastî ji cihanê re ragihand.
Jinan di Rojnameya Ronahî de xeta Gurbetellî Ersoz esas girtin
Rojnameya Ronahî di 16’ê Cotmeha 2011’an de yekem dezgeha ragihandinê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat damezrandin, bi awayek çalak kar û xebat da meşandin. Jinên Rojnamevan rûxmê hemû zor û zehmetiyan û êrîşên hovana yên li ser heremê jî bê rawestan bi pênûs û kamereya xwe li pey heqîqetê ketin û li ser şopa Gurbetellî Ersoz meşa xwe domandin. Ronahî ne tenê rojnameyek bû , lê di qada şoreşê de bû qada afirandina nasname û azadiya jinan. Di demên ku şoreş bi têkoşîna siyasî û çekdarî dihat nasîn , Ronahî nîşan da ku şoreş tenê bi şer nabe. Şoreş bi parastina hebûn, nasname ziman , çand û zanînê de tê afirandin. Li vir, jin di Ronahî de wek hêza şoreşê ya fikirî, çandî û perwerdeyî ji civakê re ragihandin, her gotar û analîz û nûçe yên ku bi pênûsa jinan li ser azadiya jin tê nivîsandin hevgirtina jin, civak û nasname derdixe holê.”
Rojnamevan û edîtora Beşa Erebî ya Rojnameya Ronahî Sûzan Elî di 14’mîn salvegera Rojnameyê de li ser rola jin, kar û xebatên wê di çapemeniyê de ji Rojnameya me re axivî.

`Rola jin di qada çapemeniyê de girîng e`
Sûzan Elî diyar kir ku dema mijar dibe çapemenî yekser jin tê bala mirov ji ber tekiliyeke xwezayî di navbera jin û çapemeniyê de heye û wiha got” Qada ragihandinê qadeke bîrdozî û ya têkoşînê ye li hemberî desthilatdariya ku li ser civakê tê ferzkirin û hewlidanên avakirina civakê , ev yek jî taybetmendiyên jinin, jin di xwezaya xwe de afrîner e, civakê avadike, diparêze û paşverûtiya ku li ser fikir û mejiyê civakê hatiye ferzkirin nûjen dike, ji bo wê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan xwe parçeyek ji ragahandinê dît û cihê xwe tê de girt û xwe radestî fikrê azad kir ê ku bingeha çapemeniya azad e, jin li ser xeta Ş. Gurbetellî Ersoz xwe bi rêxistin dike “xeta şehîdan û xeta jina azad” û weşana xwe jî li ser paradîgmeya Rêber Apo dike “avakirina civakek siyasî, exlaqî, û ekolojîk, jin tê de azad bijî”, ji ber vê yekê hebûna jin di qada ragihandina azad de hîmeke serekebû ji bo pêşketina rojnamegriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”
‘Jinan bi pênûs û kamereya xwe dengê heqîqetê nivîsand’
Sûzan got ku di rojnameya Ronahî de jinan bi pênûs û kamereya xwe dengê heqîqetê nivîsandin û wiha pêda çû” Tekoşîna ku bi salane jin li hemberê zîhniyeta zilam û desthilatdaran dimeşîne bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û keda şehîda pêk hatiye. Zîhniyeta baviksalar a ku li ser jin û civakê hatiye ferzkirin heman demê de ji bo jinên rojnamevan jî wek her jinekî ku ji tarîtiyê xwe rizgar kir û di qada çapemeniyê de kedeke bê hempa da meşandin. Di rojnameya Ronahî de jî her jinek ku tevlî qada çapemeniya azad dibû rastê zehmetiyên malbat û civakê dihat nexasim neqebûlkirinek hebû. Heman wextê de li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê berya şoreşê qedexe bû ku çapemeniya heyî jî alîgirê dewletê bû û li gor daxwazê rêjîma heyî tevger dikir. Lê jinên rojnamevan bi îrade û têkoşîna xwe ev nêrîn şikandin. Jina rojnamevan di çapemeniya azad de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir bi îsrar bû ku riya ku tê de gava yekemîn avêt, wê riyê berdewam bike û bighêje armanca xwe.”
‘Edîtora giştî ya ragihandina azad jin bû’
Sûzan balkişand ser rola jinê di Rojnameyê de û wiha got” Bêguman ji destpêka damezrandina rojnameya Ronahî di 16’ê Cotmeha 2011’an ku yekem car li Helebê dest bi weşanê kir bi tevlîbûyîna jin xebatên rojnameyê dihat meşandin, jin di avakirina Rojnameyê de hîmê sereke bû û heta roja îro de jî rojname bi hijmarek zêde ya jin tê meşandin û roleke girîng dileyîze . Nûçegihanê jin yên ku rastî zextên civakî hat têkoşîna xwe berdewam kir. Jina rojnamevan di rojnameya Ronahî de ku hêza xwe ji têkoşîna Gurbetellî Ersoz ve digre û di xeta çapemeniya azad de gav avêt pêşengtiya xeta weşanê kir û xebatên edîtoriya giştî da meşandin, edîtora giştî ya yekemîn di ragihandina azad de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêguman jin e û di rojnameya Ronahî de cih girt, di heman demê de, beşên dîzayînê, malper, edîtorî û rêveberî, jin van beşan bi rêvedibin. ”
Rojnamevan û edîtora beşa Erebî ya Rojnameya Ronahî Sûzan Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir ” Ragihandin ne tenê gihandina bûyeran e, ragihandin, rêvebirin e, avakirina kesayetan e, guhertina hişmendiyê ye û nûjenkirina civakê ye, herwiha çareserkirina pirsgirêkan e.Yek ji erkên me yên sereke jî pêşketina xebatên rojnamê û kûrkirin di xeta weşanê de, avakirina rojevek germ û bi bandor her wiha xurtbûna zimanê jin di weşanê de û hewildanên vegerandina çanda xwendinê di civakê de bi analîz û dosiyên giran û wêneyên xwedî nam e û derbaskirina lawazî û pirsgirêkên ku em dijîn û bi me re derbasdibin. Em 14’mîn salvegera damezrandina rojnameya Ronahî li hemû endamên rojnameyê û hemû rojnamevanên çapemeniya azad pîroz dikin.”






