Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Projeya belavkirina tabloyên enerjiya rojê li cotkaran hat destpêkirin

15/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Projeya belavkirina tabloyên enerjiya rojê li cotkaran hat destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Hevserokê Komîteya Çandiniyê û Sewaldariyê ya Kantona Cizîrê Sozdar Biro diyar kir ku cureyên tabloyên enerjiya rojê yên ku niha li cotkaran tên belavkirin ‘Erîzon’ e, herwiha envênter û kabilo jî tên belavkirin û wiha got: “Armanca projeya belavkirina tabloyên enerjiya rojê, piştgiriya cotkaran û zêdekirina berhemên çandiniyê li kantona Cizîrê ye.”

Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê dest bi sazkirina pergala enerjiya rojê ji bo cotkaran kirin e. Bi armanca piştgirya cotakaran ku ji pirsgirêkên sotemaniya xilas bibin, tabloyên enerjiyên rojê li ser cotkarên ku navê xwe di desteya çandiniyê de   qeyd kirine, hatin belavkirin. Di vê çarçoveyê de hevserokê Komîteya Çandiniyê û Sewledariyê ya Kantona Cizîrê Sozdar Biro ji Rojnameya me re axivî.

Desteya Aborî û Çandiniyê dest bi belavkirina enerjiya rojê ji cotkaran re kirin

Sozdar Biro da zanîn ku ji bo piştgiriya cotkaran Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê dest bi belavkirina tabloyên enerjiyên rojê kirin û wiha pê de çû: “Di çend salên borî de cotkaran gelek astengî dîtin, ew astengî jî ji aliyê kêm belavkirina sitomaniyê û kêm barîna baranê bû, ev dibû sedem ku berhemên çandiniyê li kantona Cizîrê lawaz be. Ji ber vê yekê Desteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Cizîrê dest bi pirojeya belavkirina tabloyên enerjiya rojê li cotkaran kirin, ev jî ji bo piştgiriyek ji cotkaran re. Bêguman heya niha em tabloyên enerjiyên rojê tenê ji cotkarên ku navê xwe li cem me qeyid kirine û bi salan serdana desteya çandiniyê dikin, tên dayin. Ji ber ku gelek cotkar hene serdana desteya çandiniyê nakin, di heman demê de bi awayekî fermî xwe qeyd nakin, ji ber vê yekê em jî nikarin piştgiriyê bidin wan ango alîkariya wan bikin.”

‘Tabloyên cûreya Erîzon,  envênter û kabilo tên dayin’

 Sozdar di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Nirxên tabloyên enerjiyên rojê yê ku li ser cotkaran tên belavkirin, wê li ser 3 beşan werin standin ku beşa yeken ji sedî 30 tê wergirtin û nirxên din jî heya hatina mûsim e, ev perêyên ku ji cotkaran tê wergirtin, hemû li wan divegere, ji ber ku dema em bibînin ev projeya enerjiya rojê ji bo çandiniyê baş be û musim berhemên zêde bide, helbet em ê vê projeyê mezntir bikin, da ku cotkar jî ew xwestekên wan yên çandinê zêdetir bibe. Bêguman cureyên enerjiyên rojê yê ku niha li cotkaran tên belavkirin ‘Erîzon’ bi wê re jî envênter û kabilo tên dayin. Ji ber vê yekê nirxê vê cûreyê yê herî bilind e. Sûdên Enerjiya rojê, gelek in, ji bo gelek pirsgirêkan dibin rêya çareseriyê. Kantona Cizîrê hewl dide bi projeyên enerjiya rojê, piştgiriya sektora çandiniya avdanê bike. Armanca projeyê piştgirîkirina cotkarên, Vê projeyê gelek bar li ser cotkaran sivik kir. Êdî nema wiha zêde derdê mazotê dikşînin.”

‘Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erde xwe ya çandiniyê bi nav û deng e’

Hevserokê Komîteya Çandiniyê û Sewaldariyê ya Kantona Cizîrê Sozdar Biro wiha qedand: “Bi dabînkirina enerjiya alternatîf bi rêya pergalên enerjiya rojê, cotkar wê ji lêçûnên mezin ên ji bo peydakirina sotemeniyê xilas bibe. ji ber vê yekê em wekê Desteya Çandiniyê hewledanên mezin didin da ku rewşa çandinî li herêmê baş bibe û cotkar werin qezenc kirin. da ku em hewcedarî çandiniya derveyî herêmê nebin, li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erde xwe ya çandiniyê bi nav û denge, ji ber vê yekê pêwîst e em berhemên çandiniyên xurtit bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.