Dilîn Ehmed/Qamişlo
Bexçeyê Şehîd Awaz li bajarê Qamişlo yek ji wan cihên ku ji bo avakirina nifşê nû dixebite. Ew di avakirina kesayeta zarokan de xwedî bandoreke erênî ye. Ji bo avakirina xwebawerî, pêşxistina jêhatî û amadekirina derbasbûna zarokan a qonaxa seretayî, kar û xebatan dide meşandin.
Li bajarê Qamişlo 40 bexçeyên zarokan hene, 2 jê girêdayî şaredariya bajare, lewra wan li ser xwesetka du şehîdên xwe ev bexçe ava kirine. Yek jê Bexçeyê Şehîd Awaz e.
Bexçeyê Ş.Awaz pêşwaziya zarokên ji temenê 3`ê heta 5` salî dike. Bexçe ji 4 refan pêk tê her refek ji bo bicihkirina temenekî ye. Refa 4`an jî ji bo zarokên pêkhateyên ereb e. Lewra bexçe girîngiyê dide fêrkirina zarokan ji bo zimanê dayîkê. Di bexçe de 8 mamoste û sê çavdêr dixebitin. Her refek du mamoste zarokan fêr dikin, çavdêr jî yek jê berpirsyara paqijiyê ye, yek pêşwazîkirina zarokan li ber derî dike û rêvebera giştî ya bexçe jî heye. Bexçeyê Ş.Awaz ne tenê bi vekirina dibistanan re deriyê xwe vedike, bexçe çile û havînê pêşwaziya zarokan dike. Lewra piraniya zarokan dayîkên wan di saziyan de dixebitin. Lê bi destpêkirina sala xwendinê hejmera zarokan zêde dibe, çimkî mamoste jî zarokên xwe tevlî dikin. Îsal jî bexçeyê Ş. Awaz pêşwaziya 80 zarokî kiriye.
Derbarê xebatên Bexçeyê Şehîd Awaz ya bajarê Qamişlo, rêvebera bexçe Yasmîn Mihemed Şerîf ji rojnameya me re axivî.

`Bexçeyê zarokan di avakirina kesayeta wan de xwedî bandoreke erênî ye`
Yasmîn Mihemed di destpêka axaftina xwe de wiha got; “Bexçeyên zarokan yek ji bingehên herî girîng ên perwerdekirina zarokan in. Ew ne tenê cihê lîstik û xweşbûnê ye, lê belê cihê fêrbûn, pêşketina karakterê zaroka ye. Di bexçeyan de zarok di fêrî rêbazê danûstandinan dibin, herwiha ew fêrî şîrovekirina hest û xeyalên xwe bi awayekî rast dibin. Ev qada pêşîn di jiyana wan de ye. Ya herî girîng jî ew e ku, ji bo dibistan û jiyana civakî wan amade dike. Ji ber vê yekê, girîngiya bexçeyê zarokan ne tenê li ser zarokê ye, li ser pêşeroja civaka me jî xwedî roleke girîng e.”
‘Pêwîstiya bexçe bi nûkirina sazkirinê heye’
Yasmîn Mihemed li ser zehmetî û pêwîstiyên bexçe wiha anî ziman: “Bê gûman li ser malbat û zarokan ne hêsane ku çend seatan ji hev qut bibin bi taybetî dema ku zaroka malbatê ya yekê be ku tevlî bexçe dibe. Ji vî aliyî de mamosteyên me pir zehmetiyan dikşînin, lê ya herî baş ew e ku, ev pirsgirêk dirêj nake. Lewra mamosteyên ku em wan ji bo bexçe hildibijêrin, divê xwendina xwe ya zanîngehê ya beşê fêrkirina zarokan bidawî kirin. Ji aliyekî din jî em dibêjin bila dilê malbatê bi taybetî dilê dayîkan reht be, çimkî em jî zarokan bi dilxweşî wan pêşwazî dikin û bi çavê zarokên xwe li wan dinêrin. Herwiha ji aliyê pêdiviyên bexçe em hinekî zehmetiyan dikşînin. Yek jê pêlîstokên zaroka ne, ji ber ku em ne tenê zarokan fêrî hejmar û tîpa dikin, ji bo ji bexçe hez bikim em piraniya saetyên wan bi lîstikan derbas dikin. Pêwîstiya nûkirina rengê bexçe ye. Lewra ya bala zarokê dikşîne, rengbûna derdorê ye. Pêwîstiya bexçeyê me bi sazkirinê heye. Şaredarî li gorî xwe pêdiviyên me bi cih tine lê têrê nakê, ji bo wê vê dibêjim eger rêxistinek hebe ku bi me re biba alîkar wê pir baş ba. Ji ber ku rehetî û kêfxweşiya zarokan ji bo me pir girîng e.”
Yasmîn Mihmed destnîşan kir ku ji bo zarok dîrok û çanda xwe nas bikin, ew ji wan re şahiyan li dar dixin û wiha got; “Ji ber ku mejiyê zarokan mîna rûpeleke spî ye, her tiştekî balkêş di mejiyê wî de dimîne. Ji bo ku zarok ziman, çand û hunera gelê xwe nas bike, em di her rojeke taybet de şahiyan ji wan re li dar dixin. Mîna roja newrozê, roja zimanê dayîkê, 8`ê Adarê û hwd.”
‘Li şûna mijola kolan û alavên teknolojiya wan tevlî bexçeyên zarokan bikin’
Rêvebera Bexçeyê Ş.Awaz Yasmîn Mihemed Şerîf Mihemed bang li malbatan kir ku, şûna zarok li kolanan bin, wan tevlî bexçeyan bikin. Yasmîn axaftina xwe wiha bidawî kir: “Bexçe ji bo pêşxistin û pêşketina zarokan tê avakirin. Ji bo wê li şûna zarok bi lêstokên kolanan yan jî bi alavên teknolojiya mijol bibin, bila tevlî bexçeyan bibin. Ji bo malbatê jî pir başe lewra zarok di cihê wisa teybet de, dibin xwediyê kesayete xurt.”
‘Ji bo di dibistanê de serkeftî bin, divê di qunaxa bexçe de derbas bibin’

Di hema çarçoveyê de yek ji mamosteyên Bexçeyê Ş. Awaz Hêlîn Hemiko jî wiha axivî: “Tevlîbûna zaokan ji bo bexçeyan pir girîng û pêwîste, lewra yê ku bihêla zarok di dibistanê de pêşketî be û xwedî kesayeteke taybet be, tevlînî bûna wan ya bexçeye. Ji bo wê divê malbat bi çavekî biçûk li bexçeyan nenêrin. Divê ne tenê zarokên ku dayîkên wan dixebitin biçin bexçeyan, divê zarok bi giştî di vê qunaxê de derbas bibe. Karê ku li bexçeyan tê meşandin ne karekî hêsna. Lewra em wekî mamoste zarokan ji jiyanekê derbasî jiyaneke nû dikin. Em jî bi avakirin û fêrkirina zarokoan pir kêfxweş dibin.”
Hêlîn Ednan Hemko axaftina xwe wiha qedand: “Xwendina ku em bi sala dikin ne hêsane, lewra em ji bo avakirina nifşê nû dixebitin. Ne tenê em herwiha rola malbatê zarkan jî heye ku bi mamosteyan re bibin alîkar. Ji aliyê pêşxistina wan ya xwendinê heriwha bi rê û rêbazên teybet hezkirina bexçe di dilê wan de biçînin. Bê gûman di hefteya pêşî de wê zarok ne bi hêsanî tevlîbûnê bipejirîne. Lewra ew ji jiyanekî dikeve jiyaneke nû, mirov û tiştî nû dibîne. Ji vî alî de em pir bi baldarin, bila dilê dayîkan rehet be.”






