Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Dilîşan û Hogir: Şehîd û rêzanên heqîqetê

15/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
 Dilîşan û Hogir: Şehîd û rêzanên heqîqetê
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Kobanê

Nûçegihana Ajansa ANHA’yê Dîcle Ehmed di salvegera şehadeta Dilîşan Ibiş û Hogir Mihemed de wiha anî ziman: “Em soza hevalên xwe yên rojnamevan ku di oxira derxistina dengê rastiyê û berxwedana gel di şoreşê de şehîd bûn e, dûbare dikin û rêya wan bişopînin.”

Di 12’ê Cotmeha sala 2017’an nûçegihanên ajansa ANHA’yê Dilîşan Ibiş û Hogir Mihemed dema ku nûçeya revîna sivîlên ji deverên di bin kontrola DAIŞ’ê de li Dêrazorê dişopandin rastî êrişekê xwekuj ji aliyê çeteyan ve hatin û di encamê de şehîd bûn.

Dilîşan Ibiş

Dilîşan Ibiş di 26’ê Eylûna sala 1991’an li bajarê Kobanê di nava malbateke welatparêz ji dayîk bûye.

Dilîşan Ibiş beşdarî şoreşa Rojava bû ji dema destpêkirina wê, di wê demê de Dilîşan peymangeha Rêvebirina Kar li zanîngeha Helebê sala duyem dixwend, lê xwendina xwe temam nekir û tevlî şoreşa Rojava bû.

Dilîşan Ibiş di Radyoya Dengê Kobanê de kar û xebat kir herwiha pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê şopand ku di 1’ê Pûşbera sala 2016’an destpê kir.

Delîşan, li gel şehîd Mistefa Mihemed, nûçegihanê Ronahî TV pêngava rizgarkirina gundên Minbicê û piştre jî bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê dişopand. Şehadeta Mistefa di 18’ê Tîrmeha 2016’an de, dema ku pêngav dişopand, bandorek mezin li ser wê kir û wê bi biryardariyeke mezin xwest ku rêya wî ya ragihandina rastiyê bidomîne.

Di dawiya sala 2016‘an de, Dilîşan Ibiş tevlî ajansa ANHA’yê bû weke nûçegihanek meydanî û li bajarê Qamişlo demekê kar û xebat meşand, piştre bû nûçegihaneke şer ji bo belgekirina şerê li dijî DAIŞ’ê. Dilîşan Ibiş beşdarî şopandina pêngava rêzgarkirina Reqayê bû, ku di vê pêngavê di dîroka 12’ê Cotmehê de li gel hevalên xwe Hogir û Rizgar gihaşt asta şehadetê.

Hogir Mihemed

Hogir Mihemed di sala 1991’an li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo di nava malbateke ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo di destpêka salên 90’î de nas kir; ji dayîk bû.

Tevî hezkirina wî ji xwendinê, lê ew li gel bavê xwe ji zaroktiyê di warê çandiniyê de kar dikir.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava Hogir tevlî refên Yekîniyên Parastina Gel bibû û wekî şûfêrê veguhestina çekan û amûrê leşkerî ji bo şervanan kar kir herwiha tevlî hemû hemleyên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû.

Bi destpêkirina hemleya Baxozê ji bo rizgarkirina Dêrazorê şehîd Hogir wekî nûçegihan tevlî hemleyê bû, ji bo derxistina heqîqet û êşa şêniyên herêmên ji cîhanê re, dema ku revîna sivîlan ji DAIŞ’ê dişopand di encama teqînekê de di 12’ê cotmeha 2017’an de şehîd ket.

Derbarê salvegera şehadeta nûçegihanên ajansa ANHA’yê Dilîşan Ibiş û Hogir Mihemed, nûçegihana ajansê Dîcle Ehmed ji rojnameya me re axivî.

‘Ji bo derxistina dengê rastiyê gelek rojnamevan şehîd bûn’

Dîcle Ehmed di destpêkê de şehîdên riya heqîqetê Dilîşan Ibiş, Hogir Mihemed û Rizgar bi rêzdarî bi bîr anî û wiha anî ziman: “Dilîşan Ibiş mînaka hevaltiya rast, fedekar û jina bi hêz bû ku karîbû li hember adet û kevneşopiyên civakê bisekine û ji desthilatdarî û koletiyê re bêje na. Bi deng, pênûs û kamîreya xwe bi nivîsên ku dinivîsand û dîmenên ku digirt êşa civakê derdixist pêş, berxwdan û lehengiya ku şervanan di eniyên şer de ji Kobanê heta Baxozê û rizgarkirina Dêrazorê gav bi gav li ser vê xakê bi kamîreya xwe têkoşîn kir û rastiya ku li ser erdê dihat jiyankirin, têkoşîna ku li hember hêzên tarî û dagirker dihat kirin, şopand.”

 ‘Ji bo derxistina şoreşa Rojava kedek mezin da meşandin’

Dicle Ehmed diyar kir ku Dilîşan di kar û xebatên xwe de bal dikşand li ser çîrokên jinan û wiha got: “Şehîd Dilîşan bi taybet çêrokên jinên ku ji hovîtiya çeteyên DAIŞê xelas bûn hem dinivîsand û belge dikir, ji bo derxistina şoreşa Rojavayê Kurdiastanê kedeke mezin kir, herwiha destkeftiyên şoreşê û keda ku ji bo şereşê hat kirin kêlî bi kêlî belge dikir.

Şehadeta Dilîşan pir giran bû, piştî şehadeta wê gelek hevalên me yên din şehîd bûn, weke Îsam, Seed, Jiyan û Nazim. Bi dehan hevalên me yên rojnamevan şehîd bûn, çawa ku Dilîşan soz da ji bo şopandina riya heqîqetê hevalê li dû wê jî heman soz dan û gihaştin asta şehadetê. Ji bo em layîqê têkoşîna hevalên xwe derkevin îro em bi pênûs, deng û kamîreya wan têkoşînê berdewam dikin, rastiya ku li ser edrê diqewime berxwedaniya gel û şervanan çi di eniyên şer û di nava civakê de derxînin. Ji bo parastina destkeftiyên hevalên me yên şehîd bi şev û roj em kar dikin û xebatê dimeşînin, şehadeta Dilîşan weke nasnameya jina azad e divê em layîqê wê kedê bin.”

Nûçegihana ajansa ANHA’yê Dicle Ehmed wiha gotinên xwe qedand: “Şehîd Hogir, Dilîşan, Nazim û Jiyan pêşengên me ne, li ser vî esasî em kar dikin. Em soza xwe ji bo wan nû dikin, em ê têkoşîn bikin heta em bighêjin civakek azad, jineke azad û rêberek azad ku Rêber Apo bi fîzîkî di nava xwe de bibînin, rastiya berxwedana gelê xwe û berxwedana şerê gelê şoreşgerî, berxewdana şervanên ku niha li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li berxwe didin, em ê bibin dengê berxwedana gel heta em bighêjin Sûriyeke nenavendî û demokratîk.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.