Birûc Resûl/Qamişlo
Koçbera ji serêkaniyê Şemsa Ehmed diyar kir ku bi hatine zivistanê pêwîst e her kes alîkariyê bide koçberan, ji ber ku zivistan ji bo koçberên kampan tehluke ye û got: “Rêxistinên mirovî li gorî berjewendiyên dewletan tevdigerin û erkên xwe ji bîr kirine.”
Piştî êrîşên dewleta Tirk ên di 9`ê Cotmeha 2019`an de li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, şêniyên van bajaran ji ber hovîtiya çeteyan bi darê zorê, ji cih û warên xwe hatin derxistin lewre Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina van malbatan, kampa bi navê Waşûkanî di 24’ê Cotmaha 2019’an de ava kir. Bi sed hazaran gelê Serêkaniyê bi darê zorê hatin koçberkirin û di kampan de hatin bi cih kirin, di nava zehmetî û astengiyan de rû bi rû ne. Bêguman bi hatine zivistanê koçberên di kampan de rastî gelek zehmetiyan tên, hin ji wan bê mazot, soba û konên wan hatina qetandin. Di vê çarçoveyê de jina bi navê Şemsa Ehmed ku ji Serêkaniyê ye, bi temenê 50 saliye ku li kampa Waşokanî dijî ji Rojnameya me re axivî.
Şemsa Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Di her êrîş, û dagirkeriyê de yên ku herî zêde zehmetiyê dikşînin û zirarê dibînin jin û zarok in. Jin di bin şert û mercên herî dijwar de jiyanê diafrînin. Li kêleka wê jî ji bo vegera mal û bajarê xwe berxwedaniyek mezin didin meşandin û vî barê giran dane ser milên xwe. Li herêmên dagirkirî jin rastî lêdan, qetilkirin, destdirêjî û tecawizkirinê tên. Ji ber ku dijmin êdî ji hêza jinan ditirse lewma li cihên ku dagir dike destpêkê dixwaze hêz û îradeya jinan bişkîne. Bêguman em jî bûn qurbanê vê şoreşê ku me mal û milkê xwe li pişt xwe hişt, tenê ji bo jiyaneke bindest em jiyan nekin û nebin koleyê dagirkeran, li ser vê binghê niha em li Kampa Waşokanî niştecih bûne. Jiyankirina li kampan ne hesane, zor û zehmetiyên wê pir in, bi taybet ji bo malbatên ku zarokên wan hene, pir zore ku zarok di nava kampan û koçbertiyê de bijî. Li vir hete pêşeroja zarokan tê winda kirin, kêmaniyeke cidî di jiyana wan de tê avakirin.”
‘Dagirkeriya Tirk sûcên dijmirovî pêk tîne û pêwîst e were cezakirin’
Şemsa diyar kir ku tîmên alîkariyê zêde bi koçberan re nabin alîkar û wiha domand: “Koçber ji aliyê tîmên alîkariyê ve hatine paşguhkirin. Di hundirê kampa Waşokanî û Serêkaniyê de jinên temenê wan mezin, jinên nexweşiyên giran bi wan re hene, zarokên astengdar û nexweş hene pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Lê mixabin tu kes alîkarî nade. Rêvberiya Xweser li gorî derfetên xwe dibe alîkar lê hejmar zêde ye. Di heman demê de dewleta Tirk li dijî koçber û xelkên kantona Hesekê şerê avê dide meşandin. Ev yek di kîjan pîvan di çi rêgezên exlaqî de heye. Ev sûcekî dijmirovî ye û pêwîst e were cezakirin, bese ji bêdengiyê re, heya kengî wê dewletên cîhanî xwe ji sûc û kiryarên dewleta Tirk kor û lal bikin, ev nêzîkatî nayê qebûl kirin.”
‘Rêxistinên Mirovî li gorî berjewendiyên dewletan tevdigerin’
Şemsa Ehmed di dawiya axaftina xwe de balkişand ser zehmetî û astengiyên zivistanê û wiha pê de çû: “Ev 6 salin konên koçberan nehatine guhertin û ev dibe sedema gelek nexweşiyan. Sala borî di demsala zivistanê de gelek kon li ber avê çûn. Koçber di rewşek pir xerab de bûn, zarok gelek nexweş ketin. Her sale m daxwaza konan dikin, lê her kes derdê koçberan napirse, ji ber vê yekê her sal diçe rewşa me ber xerabûyinê diçe. Ji bilî konan, pirsgirêkên kenalên av qirêjî jî li kampê zêde ye, gelek zarok ji ber sedemên kenalên avqirêjahiyê nexweşiyê laşî li pêş xistiye û her diçe ev nexweşî belav dibe, me gelek caran daxwaz kir ku were çareser kirin, lê mixabin gotin û daxwazên me tu kes gudar nake. Bi hatine zivistanê ev pirsgirêkên kenalên avqirêjiyê wê zêde bibe û bi xwe re nexweşiyên cûda jî bide avakirin, dema em malên xwe bûn demsala zivistanê jib o me cûda bû, lê niha ji bo koçberên kampan zivistan tehlîke ye. Ma ka mirovahî ka wijdan, pêwîst e her kes alîkarî bide koçberan û bêdengiya xwe bişkîne. Rêxistinên Mirovî li gorî berjewendiyên dewletan tevdigerin û erkên xwe ji bîr kirine. Tenê bi axaftin dibêjin em mafên mirovan diparêzin ger wisa be çima rewşa koçberan nabînin. Em bi hêvî ne ku beriya zivisatanekî hişk were, pirsgirêkên mazot, sobe, konan û kenalên evqirêjiyê were çareser kirin û bêdiviyên koçberan were peyda kirin. di heman demê de alîkariyê ji bo koçberan re were pêşkêş kirin.”






