Farûk Sakik
Di 7’ê cotmeha 2023’yan de bi êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê, şerê li Rojhilata Navîn derbasî qonaxek nû bû. Di êrîşa Hamas de, tenê di rojekê de 1139 kes hatin kuştin. Gelek kes jî dîl hatin girtin. Dema li Îsraîl ev yek dibû, bîhna baruta şer li her deverî belav dibû. Her dewlet li gorî bîhna vê barûtê çeperên xwe di ber çavan re derbas kirin. Hemû aliyan, saetên xwe li gorî vî şerî eyar kirin. Di destpêkê de, Tirkiye ew talukeya nêzî wan dibe nedidît. Tirkiye siyaseta xwe li ser dijminatiya Îsraîl bi rêve dibir. Pesnê Hamasê dida. Ew wek qehreman îlan kirin. Li Enqerê, pêşengên Hamasê, bi xalîçeyên sor hatin pêşwazî kirin. Lê piştî ku Îsraîl bersiv da van êrişan, dewleta Tirkiyê li rêyek dina geriya. Li vêderê Rêber Apo tevlî pêvajoyê bû û bi paradîgmayek nû xwest hem gele Kurd û di heman deme de Tirkiyê ji vê talukeye nêz dibe dûr bixe. Dema ku di 22 Cotmeha sala 2023’an de Dewlet Bahçelî bangî Rêber Apo kir, salek bû li ser şerê Hamas û Îsraliyê re derbas bûbû û li Îmralî heyeta dewletê bi Rêber Apo re li rêyekê digeriyan da ku Tirkiyê ji vê talukeya nêz dibe biparêzin. Di van hevdîtinan de Abdullah Ocalan bi taybet şertên parastin û statuya Kurdan jî esas digirt. Piştî ku li Tirkiyê pêvajoya aştî û civaka demokratîk dest pê kir, Îsraîl li rojhilata navîn êdî hêz bû. Îran, Hîzbûllah û Hamas ji Îsraîl darbe li ser hev dixwarin. Xeza hatibû talankirin û valakirin. Li her deverî êdî peyva Filîstin nedihat bikaranîn bi tenê digotin ‘komkujiya Xezayê’. Ji bo koçberên Xezayê li hin herêma digeriyan. Behsa welatên Efrîqa dihat kirin. Hin agahî jî dihatin servîs kirin û digotin; koçberên Xezayê wê li Sûrî werin bicîh kirin. Tirkiye jî dixwest gelen Xezayê û hin endamên Hamasê bîne li Rovayê Kurdistan, li heremên dagirkirî bicîh bikin. Dema ku salek li ser şerê Hamas û Îsraîl re derbasbû li Sûrî rejim hat guhertin. Di vê pêvajoyê de helwesta Tirkiyê ya pêvajoya aştî û civaka demokratik jî hat guhertin. Erdogan bawerî danî ku wê talukeye ber bi Tirkiyê ve tê, bi HTŞ û bi Colanî bide seknandin. Dest bi êrişkirina QSD’ê kir. Lê berxwedan û stratejiya rêverberiya xweser, pêşî li van êrîşan girt.
Di vê navberê de rewşa Xezayê di rojeva cîhanê de bû. Di çarçoveya “Plana aştiyê” ya Amerîkayê de, li Xezeyê agirbest hate ragihandin. Di 13’ê Cotmehê de, bi agirbestê re, di navbera Hamas û Îsraîlê de hevguhertina dîlgirtiyan dest pê kir. Di pêvajoyek waha de li Tirkiyê tevgerek çêbû. Di destpêkê de Nêçîrvan Barzanî û piştî demekê jî wezîrê karê derve yê Iraqê, li Enqerê bûn. Dema ew li Enqerê bûn, Fermandar Mazlûm Abdî û heyeta xwe li Şamê bûn. Hevdîtinên Şamê bi rengekî erênî derbas bû. Ev detay jî Mazlûm Abdî di bernameyek Ronahî TV de, bi raya giştî re parve kir. Di demek waha de şandeyek ji Şamê ber bi Tirkiyê birêket. Erdogan û ekîba xwe (Hakan Fîdan, Yaşar Guler, Îbrahîm Kalin) piştî aştiya li Xezayê di nav lêgerînekêdene. Hêzên ku li Xezayê aştî pêkanîne, divê ji bo Kurdan jî, li Sûrî çareseriyekê ne bi dile Tirkiyê pêkbînin. Ev yek wan ditirsîne. Tirkiye ev pêvajoya li Tirkiyê bi şerê Îsraîl û Hamasê hatî destpêkirin, piştî aştî pêkhat wê nêzîkatiyek çawa nîşan bide emê di rojên pêş de bibînin.






