Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojnameya Ronahî; Bingeha şoreşa ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê ye

15/10/2025
in ROJEV
A A
Rojnameya Ronahî; Bingeha şoreşa ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Edîtorê beşa Erebî ya Rojnameya Ronahî Refîq Ibrahîm diyar kir ku di 16’ê Cotmeha 2011’an de Rojnameya Ronahî ronî dît, wek yekem rojname ku bû şopdara rastiyê li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hate damezrandin û got, “Rojnameya Ronahî bi pelên biçûk û hejmareke hindik bû bingeha şoreşa ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê.”

Medya li gorî fonksiyonên ku pêk tîne bi gelek awayan hatiye pênasekirin. Em dikarin wê bi gelemperî wekî komek amûr, medya û kanalên ku ji bo veguhestina nûçe, bûyer, agahî an reklaman ji raya giştî re bi rêya medyaya çapkirî, dengî û dîtbarî ya berdest û bandorkirina li civak û kesan têne bikar anîn, pênase bikin.

Îro, medya di siyaseta navneteweyî û şêwazên jiyana civakî de roleke mezin dilîze û bûye tiştekî rojane di her mal û nava destê her kesekî/ê de. Di vê şoreşa berfireh a agahdariyê û teknolojiya ragihandinê de, medyayê bi hemû şêweyên xwe bûye beşek ji jiyana rojane. Rojnamegeriya çapkirî jî di hemû beş û şêweyên xwe de bavê giyanî yê medyayê dimîne.

Ji bo xizmeta gel biryara damezrandina Rojnameya Ronahî hat dayîn

Ji ber hesta welatparêziyê, hesta berpirsiyariyê û xwesteka pêşkêşkirina xizmeteke mezin ji gelê xwe re,

komek rewşenbîr û pisporên medyayê ji bo maf, berjewendî û hêviyên gelê xwe, biryar dan ku rojnameyekê derxin ku ji bo pêşvebirina rastiya siyasî, çandî û civakî bixebite û bi hemû pirsgirêkên gelê xwe re eleqedar be. Di heman demê de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rojava feriz dikir ku rojnameyeke wê taybet rastiyê eşkere bike, hebû. Li ser wê bingehê rojnameya me “Rojnameya Ronahî” bi silogana “Şopdara Rastiyê Ye” di 16’ê Cotmeha 2011’an de li bajarê Helebê, bi taybetî li taxa berxwedanê (Şêx Meqsûd), bi hewildanên kadroyên akademîk ên pispor hate destpêkirin. Ew yekem dezgeha medyayê bû ku rastiya gelê Kurd belge kir û rê li ber pêşvebirina ramanên demokratîk li seranserê Sûriyê û Rojava vekir. Herwiha ew rojnameya yekemîn a ku li herêmê bi armaca derxistina êş, azar, deng, reng, heqîqet û hwd…ve hate damezrandin. Hem jî rojnameya me bi nivîsên xwe serkeftinên gel di nava dîrokê de dineqişîne. Hejmara sifir a rojnameyê li bajarê Helebê hate weşandin, ji ber ew bajarekî xwedî bandor e li Sûriyê.

Veguhestina navendê li Efrîn û Qamişlo

Piştî 2 salan ji xebatên rojnameya me li Helebê, ji ber têkçûna ewlehiyê li bajarê wir navenda rojnameya me di dawiya Adara 2013’an de hate veguhestin ji bo Qamişlo û Efrînê. Li van her dû bajaran wekî dû ekîb karên hevbeş didan meşandin ku ekîbek li Efrîn û ekîbek li Qamişlo. Herwiha weşana di navbera her dû ekîban de hevbeş bû, çapkirin li her dû bajaran dihate kirin, belavkarî jî giştî bû. Mixabin piştî dagirkirina bajarê Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di sala 2018’an de, navenda rojnameyê ya li bajarê Efrîn hate girtin, ev yek jî giraniya kar da ser navenda li bajarê Qamişlo.

Gavên dijwar û îradeyên xurt

Mîna hemû destpêkan, gavên pêşîn ên xebatên “Rojnameya Ronahî” dijwar û carinan jî astengdar bûn, lê îrade û biryardariya xebatê di hemû şert û mercan de û soza ku komê dabû xwe rast derket û rojname di destpêkê de bi 12 rûpelên bi zimanê Erebî û bi qebareya biçûk derket. Piştî ku hejmara 5’an a rojnameyê derket 4 rûpelên wê bi zimanê Kurdî hebûn û di nav salekê de jimara rûpelan zêde bû, bû 16 rûpelên bi zimanê Erebî û Kurdî. Herwiya berî ku rojname sala xwe ya yekem temam bike, hejmara sifir a kovara zarokan “Mizgîn” di 1’ê Îlona 2012’an de derket ku bi perwerde û çanda zarokan ve mijûl e. Kovara Mizgîn ku mehane derdiket, êdî her 15 rojan carekê 5 hezar kovar tê derxistin û belavkirin ku di mehê de her dû car 10 hezar kovar têne belavkirin.

Dema ku rojname di destpêka xebata xwe de bû, ji ber kêmbûna derfetan û nebûna alavên pêwîst xebatkarên rojnameyê bi xeta dest nivîs dinivîsandin, ew xeta dest jî ji bo çapxaneyê dihat şandin û bi vî rengî rojname dihate çêkirin. Herwiha rojnameyê rê li ber pêşkêşkirina ramanên demokratîk, wekheviya gelan, azadiya jinê û hwd… li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê vekir.

Rojname ber bi pêşketin û guhertinê vê

Piştî sê salan yekem çapa rojnameyê bi formata mezin di 20’ê Cotmeha 2014’an de hate weşandin, beriya wê ji ber nebûna derferan bi formatên wê biçûk bûn, wê demê hejmar 150 bi Erebî û hejmar 137 bi Kurdî, li kantona Cizîrê hate weşandin. Herwiha rojname di 28’ê Gulana 2018’an de, dest bi weşana rojane ya elektronîkî ya beşê Erebî kir ku di nav de heftê du hejmarên kaxezî yên erebî û kurdî ne, ya erebî 12’e rûpeli in û 8 rûpelên bi zimanê Kurdî ne.

Pênûsa jin di rojnameyê de

Pênûsa jinê di “Rojnameya Ronahî” de xwedî taybetiyeke cuda ye. Jinê di rojnameyê de cihekî girîng girtiye ku rûpela girêdayî çalakiyên jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriyê giştî û cîhanê hatiye veqetandin. Jin di nava rojnameyê de bi pênûsa xwe ramanên azad ên jinê dinivîse, têkoşîna jinê derdixe û hewldana avakirina civakeke azad dike.

Rojnameya Ronahî li gorî prensîbên rojnamegeriya demokrat dixebite

Ji destpêka xwe ve rojnameya Ronahî wekî rojnameyeke siyasî, çandî û civakî li gorî pîvan, prensîb û rêziknameyên rojnamegeriya navneteweyî, rêzgirtina mafên mirovan û beşdarbûna di pêşveçûna rewşenbîrî û cihêrengiya çandî de, xebitiye. Herwiha li ser bingeh û prensîbên neteweyek demokratîk, biratiya gelan, rêzgirtina ji bo pirrengiya çandî, olî û neteweyî, rêzgirtin û qebûlkirina yên din hatiye avakirin.

Rojnameya Ronahî cihrengiya nivîsên cuda dihewîne

Rojnameya me bi karmend û şiyanên xwecihî, bi kadroyên ku di saziyên medyaya demokratîk de hatine perwerdekirin û wekî saziyeke medyayê ya ku bi pirsgirêkên civakî ve girêdayî ye dixebite, da ku raman, nêrîn û çandeke azad û demokratîk ava bike. Hem jî rola kes û saziyan bişopîne û ji bo bidestxistina çandeke civakî ya agahdar di hemû beşên civakê de bixebite. Rûpelên wê siyaset, jin, nûçeyên herêmî û cîhanî, rapor û lêpirsîn, herwiha rûpelên li ser civak, çand, aborî, jîngeh, werzîş û tenduristiyê, ji bilî gelek stûn û beşên cihêreng, dihewîne. Rojname dixebite da ku her tiştê çanda hevpar û pirrengiya rewşenbîrî pêş dixe, çap bike û piştgirî bike ku bibe dengê hemû gel û civakan, rûpelên xwe bike qadên berhemdar ji bo geşbûna pirrengiya çandî û rewşenbîrî. Ji ber vê yekê bi berdewamî dixebite, da ku rojname ji bo her kesî be. 

Exlaqê karê rojnameyê

Pabendbûna bi pirsgirêkên civakê re. Beşdarbûna di avakirina îdeolojiyeke demokratîk a azad de. Çavdêrîkirina rola kesan û saziyan. Bidestxistina çandeke civakî ya agahdar û armancdar ji bo hemû beşên civakê. Ronkirina tevgera civakî ya çandî, siyasî û aborî û destkeftiyên leşkerî di têkbirina terorê de.

Hejmara rojnameyê ya Kurdî ya çapkirî gihaştiye hezar û 316 ya Erebî ya çapkirî jî hezar û 384 û ya elektornîk 2 hezar û 237.  Herwiha rojname ya Erebî 5 hezar 400 tê çapkirin, lê 5 hezar 500 tê belavkirin, ji ber ku 100 zêde tê çapkirin, rojnameya Kurdî jî 3 hezar û 750 tê çapkirin û li sernanserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne belavkirin.

Derbarê salvegera 14’emîn a Rojnameya Ronahî, edîtorê beşa Erebî ya rojnameyê Refîq Ibrahîm axivî.

 “Ji aliyê komeke nivîskar û rewşenbîr biryara rojnameyê hate derxistin”

Refîq Ibrahîm diyar kir ku gelê Kurd di ware ragihandinê de pir zehmetî dîtin û wiha got: “Di Adara 2011’an de aloziya Sûriyê dest pê kir, wê demê bandora xwe li gelê Kurd ê ku ji hemû tiştî hatibû dûrxistin kir û bi taybet di warê ragihandinê de Kurdan pir zehmetî derbas kirin. Ji meha Adarê heyanî 16’ê Cerya Pêşîn hejmareke ji rewşenbîr û nivîksarên Kurd li Helebê li Taxa Şêxmeqsûd gihaştin hev û piştî çend civînan biryar dan ku rojnameyekê bi navê “Ronahî” derxînin. Tev lê hemû aloziyên derketin û derfetên pir kêm di 16’ê Cotmeha 2011’an de Rojnameya Ronahî ronî dît û wek yekem rojname ku bibe şopedara rastiyê li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hate damezrandin. Rojnameya Ronahî bi pelên biçûk û hejmareke hindik bû bingehê şoreşa ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê.”

‘Rojnameyê heyama du salan pêşketinên balkêş bidest xist’

Ibrahîm da zanîn ku piştî avabûna rojnameyê bi 2 salan xebatên wê berfireh bû û wiha pê de çû: “Rojnameya Ronahî piştî 2 salan ji kedê kar û xebatên xwe berfireh kir û pêşketinên balkêş bi dest xist. Di 2013’an piştî alozî li Helebê zêde bûn, cihê rojnameyê beşek jê çû bajarê Efrîn û beşê din jî hate veguhestin li bajarê Qamişlo, di navbera her dû beşan de têkiliyeke xurt û baş hebû. Piştî karekî serkeftî di sala 2015’an de hejmara rûpelên rojnameyê zêde bûn. Di heman demê de beşê erebî û kurdî ji hev cuda bûn û 2 hejmar di heftiyê de dihatin çapkirin, ev jî gaveke pir pîroz û balkêş bû. Di 28’ê Gulana 2018’an de navenda sereke ya Rojnameya Ronahî bû Qamişlo, ji ber mixabin Efrîn ji aliyê dagikirina dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin. Piştî ku navenda rojnameyê veguherî bajarê Qamişlo biryar hat birin ku beşê erebî 3 hejmar elektironî û 2 hejmar jî kaxezî bin. Herwiha di sala 2024’an de li beşê erebî hejmareke din a elektronîk hat zêdekirin û ta roja îro jî ku em pîrozbahiya sala rojnameyê ya 14’emîn dikin ev xebat berdewame. Rojname roj bi roj pêşketinên mezin bi dest dixîne û dengê rastiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dighîne hemû deverên cîhanê.”

‘Bi sedan nivîsên min di rojnameyê de hatine weşandin’

Refîq axaftina xwe wiha domand: “Ez yek ji endamên rojnameyê demeke dirêj tê de kar dikim ku ev 12 sal li paş xwe hişt û min di her dû beşên rojnameyê de kar kiriye. Destpêkê ji sala 2014’an heta 2017’an di beşê Kurdî de min kar kiriye û ji 2017’an heta roja îro di beşe erebî cih digirim ku edîtoriya du ropelan dikim a siyasî û nûçe. Ji bilî wî qûnciknivîsên min û çavê bûyerê di ropela siyasî de hefteyê carekê tê weşandin. Ji bilî wê jî bi sedan gotarên min ên siyasî di rojnameyê de hatine weşandin.”

‘Her dem xizmetkar û dengê gelê xwe bin’

Refîq Ibrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Rojname heya roja îro bi keda hemû xebatkarên xwe li ser piyan maye û bûye stûnek ji stûnên Ragihandina Azad û şopdara rastiyê. Em 14’emîn salvegera rojnameyê li hemû karmendên wê yên destpêkê û heya roja îro pîroz dikin. Herwiha soz didin ku em ê li ser şopa şehîdên ragihandina azad bimeşin û dengê gelê xwe bighînin hemû cîhanê û her dem xizmetkarê gelê xwe bin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.