Dilyar Cizîrî
Piştî 8’ê mijdara 2024’an û bi rûxandina rêjîma Baas li Sûriyê rewşeke nû hate jiyankirin. Destê Îran û Rûsiya ji Sûriyê hate derxistin. Komên HTŞ’ê û komên girêdayî dewleta Tirk wiha fam kirin, Sûriyê ketiye destê wan û êdî li gorî nerîn û bîrdoziya xwe dê di xaka Sûriyê de gavan bavêjin.
Lê piştî çend mehan û bi taybet piştî komkujiyên li Perava Sûriyê ku di meha adarê de li dijî civaka elewî pêk hat û komkujiya Siwêdayê ku di meha tîrmehê de li dijî durziyan pêk hat. Desthilata HTŞ’ê ya bi mehan hewl dida xwe wekî nûnerê tevahî gelê Sûriyê nîşan bide û raya giştî bi van îdayan bixapîne, ji ber komên girêdayî dewleta Tirk û kirinên wan ên li derveyî zagon û yasayan, hewldanên rêveberiya HTŞ’ê ên xapandina raya giştî têk çû.
Bi êrişa wan a li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku di bin serweriya asayîşa herdû taxan dene de ye, HTŞ’ê hîn zêde isbat kir ku tu bandora wê li ser komên çete yên girdayî dewleta Tirk nîne. Di nava HTŞ’ê de destê dewleta Tirk û istxbaratên wê pir dirêj e. Ji ber vê jî bê aramî, bê çareserî, tevlihevî û kîndarî di nava gelê Sûriyê de hîn zêdetir belav dibe.
Dema mirov li rûdanên li ser erdê dibîne, tevî dereng û li ser erdê hîn pêk ne hatine, lê civînên di navbera Rêveberiya Xweser, QSD’ê û hikûmeta veguhêz a Sûriyê dewam dikin. Her çendî dewleta Tirk gelek hewldandn dike, ew danûstendin werin astengkirin. Rêveberiya Xweser û QSD’ê ji aliyê xwe ve rê nade têkçûyîn pêk were. Bi taybet piştî imzekirina Peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdê û Serokê Veuhêz ê Sûriyê Ehmed El Şeri de pêk hat. Koalîsyona Navdewletî û Amerîka zextê li rayedarên HTŞ’ê dike, divê hevdîtinên wan bi QSD’ê re dewam bike. Xalên Peymana 10’ê Adarê divê piratîze bibin!. Dewleta Tirk jî ji aliyê xwe ve di nava hewldanan de ye peymanê têk bibe.
Di nava vê nakokiyê de duh şandeya QSD’ê û Hêzên Ewlekatiya Huner serdana Şamê kirin, di mijara ewlekarê û leşkerî de nîqaş hatin kirin. Di vê navberê de di bin zexta dewleta Tirk û destê wê yê di nava HTŞ’ê û hikûmeta veghê de riya çûn û hatinê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Veuhêz girtine. Nahêlin welatî, nexweş, xwendekar û her wekî din bi rehetî derbasî herêmên din ên Sûriyê bibin.
Ev gav bi destê dewleta Tirk û destê wan ê di nava rêveberiya Şamê de tê kirin. Dixwazin peymanan xira bikin, Ew ê nikaribin xira bikin. Ji ber rayedarên QSD’ê û Rêveberiya Xweser detayên tevgera dewleta Tirk dizanin û rê nadin di mijara Sûriyê de piroveqesyonan bike. Itîfaqên dewleta Tirk bi hikûmeta Veguhêz jî gavek din a astengkirina danûstendinên Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Veguhêz e.
Dewleta Tirk jî dizane ew ê êdî nema karibe bandora hîn zêdetir li rewşa Sûriyê bike. Tişta diyar dibe, di demek ne pir dûr de dê destê Tirkiyê ji xaka Sûriyê were qutkirin. Guhertina di xeta çareseriyê de wê li ser erdê ji wir ve destpê bike.






