Nehîr pale
Civaka zayendperest li gorî zîhniyeta mêr rêgez, exlaq û zagonan ji jinê re datîn e. Wê fêr dikin çawa bibe qurbana malbat û civaka xwe, ji temenekî biçûk heyanî ku mezin dibe her tim ditirse gotin li ser malbat û eşîra wê werin gotin. Heyanî hestuyên jinê pê didin hîs kirin ku şeref û namûs ji jiyana wê girîngtir e. Ne tenê li civakekê, gelek civak hene ku pesna bêdengî û koletiyê didin. Jinê tînin rewşa mirinê hêvî bike ango ne tenê carekê bi hezarê caran wê dikujin.
Tirs jinê dighîne asta çavên xwe ji her tiştî re bigre û hemû şert û mercan tehemul bike. Li Tebqa, Reqa û Dêra Zorê jina tûndî, bêheqî û zilm lê were kirin û tehemul bike, esîl pênase dikin. Pesnê wê didin ji ber ew her tiştî tehemul dike. Jinê fêr dikin ew çiqasî tehemul bike; ewqasî esîl e. Li gorî buyerên li herêmê diqewimin diyar dibe ku jin li beramberî vê yekê dikevin nava nakokiyan de. Dema mirinê ji xwe re çareserî dibînin tê wateya ku êdî xwe neçar nabînin tûndî û bêrêziya li wan tê kirin, tehemul bikin. Dibe ku nizanibin zayendperestiyê tehlîl û şîrove bikin, lê belê di aliyê piskolojîk de ne rehetin û hîs dikin ku tiştên ne rast birêve diçin, hene. Mêran her tim hewldane jin lal, ker û kor be ji zanebûnê dûr be û her tim dûrî heqîqetê be. Eger jin dest bi lêgerîna heqîqetê bike wê dawî li zîhniyeta mêr were û jin nema qebûl dike ku mîna berê li gorî rêgez, exlaq û zagonên civaka zayendperest jêre diyarkirine, bimeş e.
Tehemulkirin ne mîna civak nav lê dike, esalet e. Jina li beramberî zihniyeta mêr bêdeng bimîne, kole ye, dawî li hebûna xwe tîne û ji xwe ew berî dawî li jiyana xwe bîne, wê di mejî û ruh de dikujin. Jina nirxê rûmetê hîs neke, cûdahiya di navbera mirin û hebûnê de nizanibe, heqîqeta mêr nebîne, ji xwe ew di koletiyê de fetisî ye.
Civaka zayendperest ne tenê tûndî li jinê dike, yan jî destdirêjiya wê dikin û dikujin, wê dixin rewşa xwîn ji kezeba wê biherike. Mînak, gelek mêr hene dema wê li ser hevjîna xwe bizewcin jê dixwazin jê re li jinekê bigere, piştre wê dixin rewşa ew bixwe biçe ji hevjînê xwe re jinê bixwaze û wî bizewcîn e. Jina hîs bike ku pêl rûmeta xwe kiriye ticarî wê nikaribe rehet bijî. Bêrûmetî koletî ye û civaka zayendperest kêlî bi kêlî îhanetê li jinê dikin. Jina bêdeng esîl pênase dikin û jina têkoşer rezîl dibîn in. Li ber çavên wan jina çek rabike û tevlî şer bibe rezîle û mîna şeref û namûs pêre nemaye. Heyanî ji destê wan tê divê jin ji mutfexê dernekeve û darê mêr li ser serê wê kêm nebe. Jina ji vê razîbe û qebûl bike wê nêzî wê nebin, lê jina vê yekê nepejirîne û serî hilde li ser rûyê erdê cî jêre tine ye û dev jê bernadin heyanî dawî li hebûna wê tîn in.






