Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ma gengaz e di serdema ku 8’ê Adarê bi Jin Jiyan Azadî tê xemlandin, were rakirin!

15/10/2025
in JIN
A A
Ma gengaz e di serdema ku 8’ê Adarê bi Jin Jiyan Azadî tê xemlandin, were rakirin!
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Yek ji rojên dîrokî yên ku hatine tunehesipandin di biryara /188/ a hikumeta HTŞ’ê de 8’ê Adarê ye. Ji bilî ku di civakê de tu rol ji jina Sûrî re nehêştiye, roja 8’ê Adarê ku ji çar aliyên cîhanê jin pîroz dikin, ew jî layiqî jinên Sûriyê nedît û rewa nehesiban. Hikumeta HTŞ’ê bi biryara /188/ a ku derxistiye re, tê de destnîşan kir ku Cejna Newrozê, Cejna Ekîdo û 8’ê Adarê ne rojên fermî di dîroka Sûriyê de ne. Bi tunehesbandina van dîrokên ku xwe dispêrin bi hezaran salan, Hikumeta heyî îradeya gelê Kurd, Suryan û îradeya jinê tune dike. Helbet ev ne kiryarên nû ne ku li ser dîrok û rojên netewî yên gelê Kurd û gelên din yên Sûriyê de tê meşandin. Hikumeta Baas jî bi heman polîtîkeyê tevdigeriye. Li şûna Roja 21’ê Adarê ku hemû gelê Kurd pîroz dikirin, ew roj bi roja Cejna Dayîkan rewa kir, ji ber li hember îradeya gelê Kurd nikarî xwe ragirtiba, bi hinceta ku Cejna Dayîkê ye ev yek derbas kir.

Lê belê Roja 8’ê Adarê di Sûriyê de ji berê ve dihat betlanekirin û hemû jinan pîroz dikirin. Helbet em ê nebêjin ku ew rêjîm gelek baş bû, lê belê Rojeke cîhanî li pêşiya cavên cîhanê tune nekir û di rojên taybet de xwedî cih bû.

Nêrînek li 8’ê Adarê

Bûyera ku hêştiye rojeke cîhanî ji bo jinên gerdûnê bê veqetandin û pîrozkirin, ji bûyerek ji rêzê nehatiye. Di dîroka vê cejnê de çîrokên bi sedan jin ku hatine kuştin û qetilkirin hene.

Fikirê vê rojê di destpêka sedsala bîstan de derket ku di Di 8’ê Adara 1857’an de, bi hezaran karkerên jin li kargehên tekstîlê yên New Yorkê xwepêşandan kirin û daxwaza başkirina şert û mercên xebatê, mûçeyên wekhev û mafê dengdanê dikirin, dest pê kir. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jinî di encamê de mirin. Ev bûyer muhra xwe li guhartina zihniyeta zilam xist û weke gavên destpêkê yên jinê ber bi bidestxistina mafê xwe ve bû. Neteweyên Yekbûyî di sala 1977’an de ev roj bi fermî wekî sembolek cîhanî ya têkoşîn û mafên jinan pejirand.

Roja cîhanî a jinan girîngiya rola jinan di pêşxistina qadên çandî, civakî û aborî de radixe ber çavan. Bi balkişandina ser pirsgirêkên ku ew hîn jî pê re rû bi rû dimînin, wek şiddeta navmalî, cudakariya li cîhê kar, û derfetên newekhev ên perwerdehî û siyasî.

8’ê Adarê roja teqdîr û rêzgirtinê ye, peyama hevgirtinê ye ji bo her jina ku hewl dide xwe îspat bike. her wiha daxwazeke ji bo avakirina cîhanek dadmendtir û wekhevtir ji bo her kesî.

Hikumeta HTŞ’ê ya Colanî çi siyasetê dide meşandin?

Hikumeteke ku hatiye û xwe weke rêveberiyekî fermî û xelaskarê gelê Sûriyê di roj û şevekê de nîşan da. Tu kî yî, ji kur hatiye, dîroka te çi ye, li ser çi esasê tu bû desthilatdar û ka ew zagon û dadgehên ku ji bo serweriya te a fermî hatine lidarxistin? HTŞ’ê weke ew kesê ku hatiye û kesek li pêşiya xwe nedît, hema ji tunebûnê got “Ez rêveberiya we me” wiha lê hatiye û li gor îmkan û asta ku pê fem dike êdî ji xwe re hilbijartinan çê dike, zagonan derdixe, kesayet û reyadaran erkdar dike. “Ji ferun re gotin tu çawa bû desthilatdar got ji ber kes li hember min nesekinî” mesala Colanî jî wiha ye.

Ger em bala xwe bidinê; hebûna Colanî li ser destyhildatdariyê ne li gor zagonên navnewî û cîhanî yên serokatiyê ye. Bi tu rêbaz û protokolekî zagonî Colanî nebû desthilatdar. Ev yek jî li pêşiya çavên cîhanê hate kirin, û tev dizanin ku ev ne ji rêbazên erkdarkirin û birêvebirina serokatiya welatekî ye. Hele hele Colanî ev kesê ku bi deh caran ji aliyê navnetewî ve hatiye cezakirin û li hember girtina wî bi deh hezarê dolaran pere hatine dayîn.

Zihniyeteke olperest, netewperest, dîktator û olîgraşî tu bi tu awayî hebûna jin di civakan de qebûl nake. Ma em nizanin ev kesên ku cihê xwe li kêlek Colanî digrin û yên ku Colanî bi wan artêşa xwe avakiriye kî ne. Ev kesên ku bûne sedema herikîna xwîna bi hezaran ji jin, zarok û sivîlan. Niha Colanî bi biryara ku di van cend rojên derbasbûyî de derxistiye re, biryara /188/ dixwaze rengên civakana û îradeya jin bi tunehesibandina Roja dîrokî ya Newroz, Cejna Ekîdo û 8’ê Adarê ji rojên taybet yên Sûriyê tune bike. Ev biryar ji aliyê kê ve hatiye standin gelek girînig e. Ji ew meclis û perlamana ku baweriya wan bi xwe bi hebûna wan nîne, ji aliyê ew kesên ku duh serê jin û zarokan li Reqa û Şengalê qutdikirin û îro hatine xwe kirine rayedar. Ma gelo biryargirtin û diyarkirina çarenûsa gelan bi destê van mirovan dibe?

Ev komên cîhadîst nahêlin ku jin di Sûriyê de bi Roja Cîhanî a Jinan pîroz bike, jê re ew derfet dîsa nehêştiye. Ji bilî ku di meclis, dezgehên biryarê û di zagona ku hatiye sazkirin de cihê jinê tê de nîn bû. Niha tu îtîrafê bi Roja Cîhanî a Jinan 8’ê Adarê jî nake. Bi va zihniyeta zayendperest û olperest ma welatekî wekî Sûriyê ku tê de bi dehan ji rengên pêkhate, ol û baweriyan heye, ma mumkine bê rêvebirin! ji ber wê jî heyanî ku ev desthilatdarî bi awayekî fermî, zagonî û dadmendî neyên ser serweriyê wê tu biryar, hilbijartin û diyarkirina çarenûsa gelan neyê qebûlkirin.

Berteka jinên azadîxwaz

Li hember vê biryarê hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertekên xwe nîşan dan ku nabe roja 8’ê Adarê di dîroka Sûriyê de bê piştguhkirin û rojek taybet jê re neyê veqetandin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû dîrokên pîroz yên ku xwe dispêrin bi hezar û dehên salan rabûn ser xwe û berteka xwe nîşan dan. Roja 8’ê Adarê ya ku her diçe li çar aliyên cîhanê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî tê xemilandin û pîrozkirin, Hikumeta Colanî hatiye bi zihniyeta ku me li hember wê bi deh salan têkoşîn kiriye, hewildide ji nû de ji holê rake. Helbet ev yek ne mumkine. Lê di aliyê din de divê jina Sûrî li hember ev kiryar û tunehesibandina rola wê di civakê de bê deng nesekinîba. Bêdengiya vê serdemê tê wateya xwe bi xwe kuştinê. Ji lewra li hember hemû rengên tunehesibandin, paştguhkirin, di cihê biryarê de negirtin, divê q;r’na hebûn û têkoşîna xwe bilind bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.