Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyaniyek da

14/10/2025
in NÛÇE
A A
Kongra Star ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Kongra Star ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li pêş navenda xwe ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyeke devokî da.

Îro li bajarê Qamişlo, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, Kongra Star bi amadebûna endam û rêveberên xwe, li pêş navenda xwe daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Kongra Star tevlî Kampaniyaya Ez dixwazim bi Rêbr Apo re hevdîtin bikim, bû. Ji bo vê kampaniyayê gelek rêzeçalakî li kantona Qamişlo hatin lidarxistin, piraniya wan di asta girseyî de hatin meşandin. Ji ber banga aştî û avakirina civaka demokratîk jî li kantona Qamişlo ji aliyê Kongra Star û jinên herêmê ve meşek hat lidarxistin. Herwiha panelên li ser rola Rêber Apo di aştî û avakirina civaka demokratîk û çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de hatin lidarxistin. Di heman demê de manefêstoya aştiyê hate xwendin û nerînên gel hatin girtin. Ji xwe îro ji ber wefedariya me bi Rêber Apo re û pêkanîna banga aştî û avakirina civaka demokratîk nameyên girseyî ji jinan hatin girtin. Name ji tevahî jinên herêmê yên di nava xebatên sazî, komîte, kesên serbixwe, kesên rewşenbîr bi hêviyeke mezin, bi dilekî gerim û bi awayekî fîzîkî bi Rêber Apo re hevdîtin û diyalog bikin ev name li ser vî esasî hatin nivîsandin û şandin.”

Daxuyanî wiha hat berdewamkirin: “Hejmara nameyên ku ji Rêber Apo re hatin şandin zêdetirî hezar û 575 nameyî ji jinan re hatin girtin. Ji xwe di nava van nameyan de hêviyên mezin di pêvajoyên nû de ku rêyên demokrasî, qanûnî li ber Rêber Apo werin vekirin, ji ber ku Rêber Apo di çareskirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de di misogerkirina aştiyê de û ji xelaskirina kirîzên ku em îro tê re derbas dibin rola xwe ya dîrokî carek din bi xurtî û çalak bilîze. Li ser vî esasî bi navê Kongra Star banga me ji her kesekî ku dilê wî ji bo azadiyê lêdide ku îro li ser piyan bê, ji ber ku rêyên demokrasî û qanûnî li ber Rêber Apo vebin da ku riya xwe bibîne.”

Daxuyanî wiha hat bidawîkirin: “Ji xwe ev daxuyaniya me li hemberî Komployên Navnetewî ya ku li dijî Rêber Apo hat meşandin, di şexsê Rêber Apo de ku di rêya vê komployê re xwestin îradeya gelê Kurd esîr bigirin, ji ber vê yekê jî em dibêjin kompiloya ku dikeve sala 27’ an de em şermezar dikin, herwiha em dibêjin ku daxwazên me diyarin heya dawiyê jî wê banga me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be, ji bo vê yekê em soz didin ku banga aştî û civaka demokratîk em wek jin vê çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam bikin.”

Daxuyaniyê de bi siloganên bê serok jiyan nabe bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.