Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Remzî Kartal: Di çarçoveya manîfestoya Rêber Apo de dem dema rêxistinkirinê ye

14/10/2025
in NÛÇE
A A
Remzî Kartal: Di çarçoveya manîfestoya Rêber Apo de dem dema rêxistinkirinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal diyar kir ku penaberên tên welatên Ewropayê taybetî gelê Kurd di nava pergalê de zehmetiyên mezin jiyan dikin, ji ber ku armanca pergalê civakbûnê ji holê rake. Remzî Kartal destnîşan kir ku ji bo gelê Kurd di çarçoveya manîfestoya Rêber Apo de dem dema rêxistinkirinê ye.

Derbarê bandora siyaseta Ewropa li ser Kurdên ku penaberî Ewropayê bûne, hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

– Di milê siyasî de heyanî çi astê bandora Ewropa û siyaseta wê li ser Kurdên ku penaberî wir bûne çê bûye û di çi rewşê de dijîn?

Li welatên Ewropa modernîteya kapîtalîst li ser gelên penaber ku ji welatê xwe ji ber gelek sedemên cûda cûda mecbûr mane derkevin û hatine Ewropa, gelekî bandor dike. Ji ber modernîteya kapîtalîst armanca wê ew e ku civakbûnê ji holê rake, takekesî hilde di nav pergalê kar û xebat, karê cîhanê û karê bigiştî şexî re mijûl bike. Pergal li ser bingehê xebateke rojane ku bikaribe mirovan ji civakê qût bike, çêbûye. Ji ber vê yekê penaberên ku têne welatên Ewropa taybetî gelê Kurd ê çar parçeyên Kurdistanê, di vî warî de li ser zehmetîkî mezin jiyan dikin. Ji bo ku jiyana xwe rêxistin bikin di pirsgirêkên xwe şexî yên aliyê qanûn de, aliyê rewşa penaberiyê, xebat, perwerde û ziman fêrbûnê, ev hemû ji bo penaberan pirsgirêkeke bingehîn e. Pergal li ser gelên çar parçeyên Kurdistanê zexteke mezin çêdike, di vî warî de rewşeke giran a her kesî heye.

Li derve xuya dike ku kî/ê çû Ewropa xwe xelas kir, îş, kar, xebat û azadiya wan heye, ev wekî derve xuya dike. Lê rastiya vê yekê cûda ye, zehmetî û pirsgirêk pir in. Berî her tiştî gelê ku ji bo azadiya xwe li ber xwe bide, têbikoşe û xebatê bike, ji bo van gelek pirsgirêk hene. Tevî van pirsgirêk û zehmetiyan gelên me yên çar parçeyên Kurdistanê ku hatine Ewropa, taybetî gelê me yê bi şoreşa Rêber Apo û manîfestoya azadiyê hişyar bûne li ser vê bingehê xwe nas dikin û bi nirxê şoreşê ve girêdayî ne. Herwiha li çar parçeyên Kurdistanê ev têkoşîna tê meşandin ji bo xwe esas digirin û dixwazin di vê çarçoveyê de bersiva gelê xwe bidin, ango di vî warî de rêxistinekî gelekî cidî heye û ev rêxistin rêxistineke nehiştiye ku penaberên Kurd li Ewropayê berbelav bibe, ango ji civakbûnê derkeve. Gel bi van rêxistinan li hemû bajar û welatên lê jiyan dikin xwe rêxistin kirine, jiyana xwe hem aliyê civakî û hem aliyê siyasî amade kirine.

Niha em dikarin bêjin gelê ku wekî penaber hatine Ewropa, yekî ku hatiye rêxistinkirin bi idîa gelê Kurd e. Gelê Kurd bi giştî li welatên Ewropa û bajarên lê jiyan dikin li ser vê bingehê kar û xebat kirine. Lê tabî li ser siyaseta li Ewropa jî, hem li qada civakî, qada rêxistinên sivîl, medya û hem jî partiyên sisyasî xebatek tê meşandin, dikare di wan waran de jî bi xwe bandor bike, hem jî aliyekî qada navnetewî taybetî. Yanî îro ku çar dorên dinyayê şer û pevçûn e, ji bo jiyaneke azad rewşeke tarî heye, li hemberî vî şerê çar dorên cîhanê, ji bo hemû mirovahiyê zehmetiyeke mezin çêkiriye.

Niha manîfestoya azadiyê, têkoşîna gelê Kurdistanê, şoreşa Rojava û taybetî niha pergala ku Rêber Apo pêşkêş kiriye ji bo sosyalîzma civaka demoratîk, dengekî mezin çêkiriye. Di vê çarçoveyê de gelek dost û gelek hevgirêdanên mezin çêbûye, ne ku tenê li Ewropa, lê li Austiraliya, Keneda, Amerîka Latînî, Rojhilata Navîn û gelek deveran jî, êdî ji bo azadiya gelan,  jin û civakeke ekolojîk demoratîk têkoşîna gelê Kurd bûye hêvî.

– Kurdên penaberî Ewropa bûne heyanî çi astê di milê siyasî de xwe rêxistin kirine û bûne xwedî bandor li ser siyaseta Ewropa û ya navnetewî û çi pêşketin, guhertin û bandor di vî warî de ava kirine?

Niha di vê demê ji bo gelê me yê li Ewropa û derveyî Ewropa jiyan dikin ê ku xwe rêxistin kirine di nava mecils û komînan de, di vê çarçoveyê de li ser bingeha çi sîwana fedrasyon û çi konfedrasyon di asta welatan û asta qada hemû Ewropa de xwerêxistin kirine ku rêxistina gelê me yê Ewropa bi awayekî têkiliya wî li gel rêxistinên gelê me yê li Austiraliya, Kenada heta derdorên din jî heye. Niha xebatekî herî mezin ji bo piştgiriya pêngava Rêber Apo ya aştî û avakirina civaka demoratîk û ji bo azadiya Rêber Apo wek kampaniya tê meşandin. Li gelek deveran kesên akademisyan, fîlozof, pispor, rewşenbîr û siyasetmedar li hemû welatên Ewropa, qada navneteweyî û gelek deverên din ji bo azadiya Rêber Apo kampaniya tê meşandin û insiyatîf pêş dikeve. Di çarçoveya manîfestoya Rêber Apo ya sosyalîzma civaka demoratîk kar û xebat tê meşandin, ne ku tenê gelê Kurd, belê gelê Kurd, sazî û dezgehên xwe vê xebatê wekî xebatekî bingehîn armanc kiriye û dimeşîne, lê derveyî wê dostên Rêber Apo û dostên gelê Kurd jî xebateke mezin didin meşandin.

Li ser vê bingehê em dikarin bêjin ew derfeta ku Rêber Apo ji bo gelên Kurdistanê, Rojhilata Navîn, gelê Kurd, Tirik, Ereb, Faris û gelên herêmê ji bo jiyana azad û demoratîk li ser bingeha azadiya jin û civakeke ekolojîk bê avakirin û li ser vê bingehê jî aştiya herêmê û ya gelan çêbibe, ev niha bûye armanc û hêviyeke mezin. Di vê demê de ji bo piştgiriya şoreşa Rojava xebatekî esasî tê meşandin. Taybetî ew êrişên dewleta Tirk ku dixwaze destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidestxistine, ji bo têkbirina wan êriş û konsebta siyaseta dewleta Tirk tê tehşîrkirin, li hemberî wê kar û xebat tê meşandin. Herwiha aliyekî tevgera jin di qada nevneteweyî de bi cîhanî re li aliyekî dost, heval û hogirên gelên Kurdistanê di çaroveya manîfestoya Rêber Apo de xebatekê dimeşînin.

Niha azadiya Rêber Apo û parastina şoreşa Rojava karekî bingehîn e, di vê çarçoveyê de li hemû welatên Ewropa û deveran kar û xebat di rojevê de tê meşandin, heta azadiya Rêber Apo ku bidest bixin, ev ê berdewam be. Ji ber em dibêjin azadiya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û parastina li pergala şoreşa Rojava ye, ji bo vê yekê xebat di nava çar parçeyên Kurdistanê, partiyên siyasî, şexsiyet û rêxistinên sivîl ê gelê Kurd tê meşandin.

– Ji bo doz û çareseriya pirsgirêka Kurd, temamkirina berxwedan û têkoşîna ji bo pêkanîna demokrasî, aştî û çareseriyê ya ku li welat tê meşandin, çi kar û xebat ji aliyê Kurdên penaberî Ewropa bûne tê meşandin û heyanî çi astê bandorê li ser raya giştî dike?

Çiqas qada navneteweyî xebata tê meşandin ji bo aliyekî li manîfestoya azadiyê ya ku sosyalîzma civaka demoratîk esas digire, ev ji bo naskirina manîfestoya azadiyê ye. Aliyekî ji bo ev pêngava Rêber Apo daye destpêkirin itîfaq û piştgirî çêbibe, kar tê meşandin. Aliyê din ji bo şoreşa Rojava bê parastin, li qada navnetewî kar tê kirin. Li gel vana jî aliyekî di nav partiyên sisyasî ku nav gelê Kurd de ji bo yekîtiya partiyên Kurdan, şexiyet, rewşenbîr û akadimisyên Kurdan xebateke di vê çarçoveyê de rojevê de ye û bingehîn e. Pêwîst e derveyî gelê Kurd qada navneteweyî, hem jî nava civaka gelê Kurdistanê, ji bo yekîtiya gelê Kurd di qada civakî û siyasî de pêş bikeve û encam bên girtin, ev niha xebateke bingehîn di rojevê de tê meşandin. Bêguman ji bo van xebatan hemûyan bêje ku rêk û pêke, yan di hemû qadan de xebatên tê meşandin wekî tê xwestin û encam jî tê girtin, mirov bi vî rengî şîroveyekî bike, ev ji rastiyê dûr dibe. Ji ber aliyê rêxistinkirina gel li ser bingeha manîfestoyê, hem jî aliyê kar û xebatên diplomasiyê li Ewropa û qada navneteweyî kêmasî hene. Kêmasiyên bingehîn jî aliyên rêxistinkirinê de ye ku gelê me li hemû welatên Ewropa û derveyî welat tam wekî tê xwestin hîn nehatine rêxistin.

Xebatên bingehîn jî ew e ku em gelê xwe rêxistin bikin, cihê gelê me lê ye em xwe bighînin wir û wan li ser bingeha paradîgma azadiyê, komîn û meclisan rêxistin bikin. Di vî warî de em bikaribin gelê xwe rêxistin bikin, hem jî bibin bersiva demê, bersiva pêngava Rêber Apo û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bêguman xebatên tên meşandin di aliyê rêxisitnî û diplomasiyê de, wekî em dixwazin hîn negihiştiye wê astê. Lê belê pêwîst e em bi nirx jî li van xebatan binerin.

Niha di qada navneteweyî de dengê gelê Kurdistanê di aliyê diplomasî û raya giştî de, cihekî girîng tê naskirin. Di vî warî de dostên me li çar dorên dinyayê ji bo xwedîderkirina li manîfestoya azadiyê û li vê pêvajoyê di aliyê siyasî û diplomasiyê de xebatekî cidî tê meşandin. Îro xebatên di nav dostên enternasyonal de gihiştiye wê qonaxê ku êdî zimanê Kurdî di qada navneteweyî de bûye zimanê hevbeş li cîhanê, yê ku ji bo azadiya Rêber Apo, pirsgirêka Kurd û bi giştî Rojhilata Navîn kar dikin di vê çarçoveyê de xizmeta manîfestoya azadiyê dikin. Ev jî ji bo têkoşîna azadiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd, asta têkoşîna me nîşan dike ku bi asteke girîng e. Ji bo wê pêwîst e em nirxê têkoşîna hatiye meşandin, bizanibin. Di vê demê de hêviya me zêde ye û em ê deha zêde bikin ku sala 2025’an bi giştî ji bo kampaniya Rêber Apo û şoreşa Rojava di asteke herî jor de encam bigre.

Herî dawî em dikarin vê bêjin ku ev pêvajo ji bo gelê me yên derveyî welat û çar pareyên  Kurdistanê, di çaroveya manîfestoya Rêber Apo de dem dema rêxistinkirinê ye, ew jî li ser bingeha komîn û meclisan xwebirêxistin bikin. Di nav gelên Kurdistanê de perwerdekirin û rêxistinkirin bi vê manîfesotyê bingeh bigirin. Ev dem ji bo me seferberiya rêxistinkirin û bilindkirina diplomasiya gel e û ji bo azadiya Rêber Apo bersiva demê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.