Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Gurbetellî Ersoz ji bo tevahî jinan bû nexşerêya jiyana azad’

13/10/2025
in JIN
A A
‘Gurbetellî Ersoz ji bo tevahî jinan bû nexşerêya jiyana azad’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rojnamevan Ceylan Akbaşli diyar kir ku rojnemevantî ji bo jin têkoşîneke herî mezin e ku ew rêya şehîd Gurbetellî Ersoz girtine û li ser vê bingehê rastiyê ji cîhanê re radighînin û got: “Gurbetellî Ersoz ji bo tevahî jinan bû nexşerêya jiyana azad û nimune.”

Di 8`ê Cotmeha 2025`an de Rêber Apo ji Xelatên Rojnamevaniyê yên Jin ên Gurbetellî Ersozê ku îsal cara yekem hat lidarxistin peyamek şand. Rêber Apo diyar kir ku bîranîna Gûrbetellî rênîşander e û destnîşan kir ku erka me tevane ku bîranîna Gurbetellî zindî bihêlin. Di vê çarçoveyê de Rojnamevan Ceylan Akbaşli ji Rojnameya me re axivî.

‘Peyama Rêber Apo hêviyeke mezin da jinên rojnamevan’

Ceylan Akbaşli di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Çalakî û pêşbirka ku bi navê Gurbetellî Ersoz ku hat li dar xistin, ev yek ji bo tevahî jinan, taybet jinên rojnameger pir bi wate bû. di dîrokê de tiştên ku jin daye afrandin û pê rabûye, hatibû dizîn. Zehniyeta baviksalar her qadê jiyanê da parçekirin û serweriya xwe meşand. Ji ber vê yek em wekî jinên rojnamevan tekoşînekî bê hempa da meşandin,  di vê tekoşînê de peyama Rêber Apo ji bo me wateya wê pir girîng bû û  hêzekî pir mezin da. Bêguman di çapameniya azad de jin dikarî rolekî pir mezin û girîng bi leyize, rola jin û aktîf bûne wê hema wiha nehatiya, yê ku rê û perspiktîf da pêşiya jinan Rêber Apo ye ku niha bi saya fikir û felsefeya wî jiyana jinan ronî bûye. Peyama Rêber Apo dihêle ku asta hêza tekoşînê bilindtir bikin, di heman demê de hêviyekî mezin da me.”

‘Gurbetellî Ersoz ji bo tevahî jinan bû nexşerêya jiyana azad’

Ceylan da zanîn ku yê kirasê koltiyê da qetandin Rêber Apo ye û wiha domand: “Zehniyeta baviksalar û desthilatdar kirasekî reş ya koletiyê li jinan kiribûn, lê yê ku yekem car li hemberî vê zehniyetê derket û kirasê koletiyê qetand Rêber Apo bû, bêguman yê ku tekoşîn û canê xwe feda kiriye di riya jiyaneka azad û wekhev yek ji wan Gurbetellî Ersoz bû ku di kesayetê wê de gelek jin di vê riyê re meşiyan û cane xwe feda kirin. tişta herî zêde bala min dikşîne, ew e ku her jinek bi Rêber Apo re jiyan kiriya ango naskiriye her dem bi sekinekî bandor tevdigere, ew jin mîna meşeleyekê ronî dike. Ji ber vê yekê dema Rêber Apo di peyama xwe de behsa Gurbetellî Ersoz dike, mirov fam dike ku dema Rêber Apo nerxandinên xwe li ser kesayeta Gurbetellî Ersoz dike ku çawa dixwest hîn zêdetir bi wê re jiyan kiriba. Ji ber ku Gurbetellî Ersoz ji bo tevahî jinan bû nexşerêya jiyana azad û nimune.”

‘Rojnemevantî ji bo jin têkoşîneke herî mezin e’

Ceylan Akbaşli di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “her dem ez di nava nakokiyan de jiyan dikim û lêpirsîn di serê min de tên ava kirin ku çima ne heqiyek di navbera jin û mêr de tê meşandin, bi taybet ev zihniyeta baviksalar ya ku li jinê barkiriye li hember vê jî lêpirsînek heye. Em wek jinên rojnamevan ku rêya rastiyê dişopînin sîstema ku niha em tê de jiyan dikin, sîstemeke kaptalîste ev yek pir jin dixe bin bandora xwe. Li hember vê sîstemê jî jin xwe dixe nav lêpirsînan ku çima wisa jiyan tê meşandin. Belê Rojnemevantî ji bo jin têkoşîneke herî mezin e ku me rêya Şehîd Gurbetlî Ersoz girtiye û li ser vê bingehê rastiyê ji cîhanê re radighînin. Her wiha çi jina ku di oxira vê rêyê de li dijî hişmendiya baviksalarî û dijminan canê xwe feda kiriye, di jiyana me de her tim zindî ne, di heman demê de ji bo me bûne hêza berxwedanê. Em bi şehîdên xwe dibin xwedî têkoşîn, her nûçeyek em dinivîsin bi fikrê şehîdên xwe em dinvîsin çi dema em li ber kamêra disekinin û dîmenê rastiyê dikşînin şehîdên me tên bîra me. Ez dikarim bibêjim ku bi saya şehîdên me yê di oxira rastiyê de canê xwe feda kirine, me karîbû heta roja îro wek jin di qadên ragihandinê de xwe pêş bixin, ji ber vê yekê ger em bixwazin xwedî li şehîdên xwe derkevin û bi taybet mîna Gurbetellî Ersoz pêwîste gava yekem xwebûna xwe biparêzin.”

‘Em deyndarê Rêber Apo ne’

Ceylan da zanîn ku erka me ya serke ew e xwebûna xwe bi parêzin û li her cihî de mohre xwe deyinin û wiha pê de çû: “Erka sereke ku ji tevahî Rojnamevanên jin tê xwestin ew e ku hebûn û xebûne xwe bi parêzin, ji ber dema em dibêjin rojnamevanên jin şopdarên Gurbetellê Ersoz in, pêwîste em asta tekoşîn û berxwedanê bilind bikin, di heman demê de di her qadê jiyanê de mohra xwe deyinin. He wiha di hemû aliyê jiyanê de pêwîst e xwe bighînin tevahî jinan û xwedî li wan derkevin, di heman wextî de em çîrokên jinan bihonin da ku danûstandinekî bi tendirust di navbera jinan de were çêkirin. Bêguman di nava kar û xebatên me de dema ku em çîrokên jinan didin çêkirin li ser asta her çar parçeyê Kurdistanê, jin dibêjin ‘Em deyndarê Rêber Apo ne’, bêguman ev jî rastiyeka ku jin bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo çavê xwe vekirin û dunya dîtin, jin hatibû kuştin, winda kirin û di tarîtiya jiyanê de mabû ku zilam çi bi serê wê dikir, ne didît ne jî dikarîbû bi axive, ji ber ku bêdengî ji xwe re esas girtibû. Lê bi derketina fikir û felsefeya Rêber Apo jinên kurd ew kirasê koletî, bêdengî û tarî çirandin ku niha bi hezaran jin di qadên tekoşînê de cih digirin û jinên kurd bûne nimûne ji tevahî jinên cîhanê re.”

‘Peyama Rêber Apo ji bo me hêz û moral e’

Rojnamevan Ceylan Akbaşli di dawiya axaftinên xwe de wiha anî ziman: “Niha eger jin hebûn û azadiya xwe dibîne, ev hemû bi saya Rêber Apo ye. bêguman dema ku Rêber Apo peyam ji jinên Rojnamevan re şand, rastî hemî çîrok ango buyerên jinan li ber çavên me derbas bûn, hat hîs kirin ku em hîn di nava kar û xebatên xwe de kêm mane û pêwîste hîn zêdetir xwe bighînin tevahî jinan, ji ber ku peyam û silavên Rêber Apo hêz û moralekî mezin da me, ji bo ku em xwedî li baweriya Rêber Apo derkevin, pêwîst e em gavên mezntir bavêjin. Rêber Apo tekoşîna jiyanê li ber çavê me şêrîn kir.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.