Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Serkeftina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi parastina rewa ya gel bû’

13/10/2025
in ROJEV
A A
‘Serkeftina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi parastina rewa ya gel bû’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Ayişa Hiso diyar kir ku êrişên hikumeta veguhêz li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji bo wan eflasek bû û wiha got: “Berxwedana gelê Şêxmeqsûd berxwedaneke dîrokî bû ku bêçek nehiştin dijmin derbasî taxa wan bibe, herwiha Serkeftina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi parastina rewa ya gel bû.”

Di 6 Cotmehê de gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hemberî dorpêçê bi sedan berê xwe dan satirên axî yên ku hikumeta veguhêz a Sûriyê ve hatine danîn û li hemberî girtina rêyan û dorpêçê xwepêşandan li dar xist. Li hemberî çalakiya gel, hêzên hikumetê jî bi gaza îsotê û panzêran êriş kirin, ji ber van êrişan gelek kes birîndar bûn.  Piştî hêzên hikumeta veguhêz êrişî gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo parastina sivîlan bersiva êrişan da. Di vê çarçoveyê de berdevka Desteya Têkiliyan a Meclisa Jin a Sûriya Ayişa Hiso ji rojnameya me re axivî.

‘Armanca hikumeta veguhêz dîsa gel bike dorpêçê’

Ayşa Hiso da zanîn ku hikumeta veguhêz a Sûriyê mîna rêjîma Baas gelên Sêxmeqsûd û Eşrefiyê bixe bin dorpêçê û wiha got: “Rêjîma têkçûyî ya ku Sûriyê bi dehên salan xistibû dorpêçê de hem ji aliyê siyasî, aborî û hwd… piştî ketina rêjîma Baas jî tu tişt nehat guhertin û Sûriyê di nav aloziyên mezin de mabû. Herwiha bi hatina hikumeta veguhêz a Sûriyê tenê guhertinek çêbû, ew jî tenê navê Essed hat rakirin û Colanî hat şûna wî, me dît ku piştî ketina rêjîma Baas hîn bêhtir gelê Sûriyê ket nav metirsiyê.  Armanca desthilata hikumeta veguhêz ew e ku careka din Sûriyê bi awayek yekreng û yekol be. Me dît ku peyama di navbera rêveberiya Şêxmeqsûd û hikumeta veguhêz a Sûriyê de hat pêşxistin, li ser 14 xalên giring hatibû îmzekirin. Lê di vê dema dawî de me dît ku çawa ev nêzî mihek û nîv taxa Şêxmeqsûd di nav dorpêçekê de ye. Di heman demê de gelê li Şêxmeqsûd jî di nav zehmetiyek pir giran re jiyan kirin, ji ber derî li ber wan hat girtin. Hikumeta veguhêz a Sûriyê beriya heftiyekî êrişeke pir dijwar li ser gel pêk anîn û gelê Şêxmeqsûd jî bi rengekî pir aştiyane û berxwedanî ev êrişan red kir û nerazîbûnê xwe nîşan dan. Gelê Şêxmeqsûd ew gelên ku bi dehên salan xwe bi rê ve birine û dixwazin jiyanek bêşer ji bo xwe ava bikin. Ev yek bi fikrê felsefeya Netewa Demokratîk tevdigerin. Lê hikumeta veguhêz a Sûriyê dixwaze felsefeya Netewa Demokratîk bişkîne û êrişên xwe li ser gelê Kurd zêde bike. Hikumeta veguhêz a Sûriyê  xwest bi riya şer derbasî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibe, gelê taxê jî helwesta wan pir zelal bû û êrişên wan negihîşt serî. Tevî ku gelê me di nav tengahiyekê de jiyan kirin, lê berxwedaniyek mezin dan meşandin. Di heman xalê de jî êrişên li Dêrhafirê, Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ji herêmên Rêveberiya Xweser ne qut in û bi hevdû ve girêdayî ne.”

‘Serkeftina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi parastina rewa ya gel bû’

berdevka Desteya Têkiliyan a Meclisa Jin a Sûriya Ayşa Hiso diyar kir ku serkeftina mezin ya Şêxmeqsûd ew bi parastina rewa ya gel pêk hat û wiha qedand: “Em dikarin bibêjin ku êrişên hikumeta veguhêz a Sûriyê li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji bo wan eflasek bû, ji ber ku gelê Şêxmeqsûd di gelek şeran re derbas bûye û xwedî tecrûbeyên xurt e, tu kes nikare çavê gel bişkîne. Berxwedana Ciwanên Şêxmeqsûd berxwedaneke dîrokî bû ku bêçek nehiştin dijmin derbasî taxê bibe û bi berxwedaniya xwe siyaseta heyî guhertin. Serkeftina mezin ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ew bi parastina rewa ya gel çêbû.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.