Solîn Mihemed/ Qamişlo
Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo destpêkirina Kampanyaya Jinên Sûriyeyê di bin dirûşmeya”Bi Hevgirtina Jinan, Em Ê Sûriyeke Azad, Demokratîk ,Nenavendî Ava Bikin” li stadyoma 12’ Adarê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya û Rêxistinên jinan hazir bûn û daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin:“Sûriyê niha di qonaxek veguhêz a krîtîk re derbas dibe, ku tê de hêviyên ji bo guhertinê bi hewldanên jiholêrakirinê re tê kirin û projeyên bicihkirinê bêyî ku hebûna jinan di cihên biryardanê de misoger bikin, têne nûkirin.
Bi berçavgirtina tundûtûjiya berdewam, bêparhiştina jinan û kêmbûna dengê wan di qada siyasî û civakî de, em hewcedariyek lezgîn dibînin ku dengê jinên azad yek bikin û enerjiya jinan veguherînin hêzek siyasî ku bikaribe pêşerojek edalet û demokratîk ji bo welat şekil bide.
Ji vê hewcedariyê û ji îradeya jinên Sûriyeyê ya berxwedan û avakirinê, em îro kampanyaya xwe ya jinan di bin dirûşmeya:”Bi Hevgirtina Jinan ,Em Ê Sûriyek Azad, Demokratîk, Nenavendî Avabikin” dest pê dikin.
Ji bo wefdariya giyanê Şehîd Hevrîn Xelef, ku bi îradeya xwe ya azad wateya pêşengtiya jin a berpirsiyar û projeya jiyana hevbeş û wekheviyê di navbera gelan de temsîl kir rêwîtiya xwe didomîne, bawer dikir ku bê azadiya jinan aştî û bê beşdariya wan a çalak demokrasî tune ye.
Ev kampanya ji ruhê Konfiransa Jinên Sûriyeyê ya ku di 20’ê Îlona 2025’an de li Hesekê a ku bi insyatîfa Kongra Star û Kombûna Jinên Zenûbiya de hate meşandin, bi beşdariya zêdetirî şeş sed jinan ji paşxaneyên etnîkî, olî û civakî yên cihêreng hat lidarxistin, derdikeve holê.
Konfiransê piştrast kir ku jinên Sûriyeyê êdî ne bindest in, lê di şekildana rêça dîrokê de çalak bûne. Wan tekez kir ku avakirina Sûriyeyeke nû tenê li ser bingeha edalet, wekhevî û îradeya azad a jinan dê pêk were.
Kampanyaya me têkoşîneke kolektîf e li dijî polîtîkayên dûrxistinê, li dijî hewldanên marjînalîzekirina destkeftiyên jinan û li dijî hemî hêzên ku hewl didin civakê vegerînin meydana baviksalarî ya desthilatdariya kevin.
Ew kampanyayek e ji bo Sûriyeyeke nenavendî, demokratîk û piralî , ku li ser bingeha naskirina hemwelatîbûna wekhev û mafê diyarkirina çarenûsê ya gelan e. Divê jin di dilê pêvajoya veguherîna demokratîk de bin, ne li ser sînorên wê bin.”
Armancên kampaniyê
Di dewama daxuyaniyê de armancên kampaniyê hatin destnîşankirin û ew jî wiha ne:
“- Yekirina rêzên jinên Sûrî ji paşxaneyên cûda ji bo avakirina hevgirtineke jinan a neteweyî ya berfireh ku bikaribe bandorê li pêşeroja welat bike.
-Têkoşîna ji bo destûreke demokratîk ku wekheviya zayendî ya tevahî garantî dike û mafên siyasî, aborî û civakî yên jinan diparêze.
-Parastina destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî destkeftiyeke neteweyî ya hemû Sûriyanane.
-Rûbirûbûna tundûtûjî û şer bi amûrên xweparastina jinan û zêdekirina hişmendiya civakê li ser têgehên edalet û wekheviyê.
-Misogerkirina temsîliyeta jinan ji sedî 50 di hemû sazî, rêveberî û biryardanê yên dewletê de.
-Avakirina toreke hevgirtina jinan a herêmî û navneteweyî ji bo gihandina dengê jinên Sûrî ji cîhanê re û berfirehkirina piştgiriya navneteweyî ji bo doza wan.”
Bernameya kampaniyê
Di daxuyaniyê de bernameya kampaniyê hat ragihandin û wiha gotin: “Kampanya dê ji 12ê Cotmehê heta 12ê Mijdara 2025’an bidome û dê sê qonaxên bi hev ve girêdayî di nav xwe de bigire:
-Qonaxa Yekem – Bangek ji Sûriyê (12’ê Cotmehê):
Kampanya dê ji bajarên Qamişlo û Reqayê were destpêkirin û bangek vekirî dê ji jinên Sûriyê û cîhanê re were kirin da ku helwesta xwe li dora daxwazên jinên Sûriyê bikin yek.
Rêxistin û çalakvan dê bi sipotan û peyamên hevgirtinê yên ku bi rêya Kongra Star û Kombûna Jinên a Zenobiya hatine berhevkirin beşdar bibin.
Ev roj ji bo bîranîna şehîdbûna Hevrîn Xelef, sembola îradeya azad a jinan, hate hilbijartin.
-Qonaxa Duyem – Seferberiya Jinan (19’ê Cotmehê):
Rêxistinkirina rêzeçalakiyan, di nav de:
Peyamên hevgirtinê yên navneteweyî ji tevgerên jinan ên li çaraliyê cîhanê, ku ji bo piştgiriya jinên Sûriyê têne belavkirin.
Semînerên diyaloga jinan ên ku li ser van mijaran nîqaş dikin:
Rastiya Sûriyê û daxwazên jin û pêkhateyên wê yên cûda.
Têgeha xweparastina jin ji perspektîfeke Jinelojî û ezmûna Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ).
Ezmûna avakirina civakeke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî modelek azadiyê.
Ezmûnên jinan li Filistîn, Belûçistan, Hindistan û Amerîkaya Latîn di têkoşîna azadî û aştiyê de.
-Qonaxa Sêyem – Çalakiyên Dawî (12’ê Mijdarê):
Kampanya dê bi pêşkêşkirineke berfireh a hemî materyalên hilberandî (vîdyo, daxuyanî, wêne, gotar, hwd.) bi dawî bibe û dê ji rêxistinên navneteweyî, parlemento, ajansên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan re were şandin, û banga piştgiriyê ji bo projeya jinên Sûriyeyê ya ji bo avakirina welatekî dadperwer û demokratîk were kirin.
Daxuyanî wiha hat bidawîkirin” :Di dawiyê de,bi vê kampanyayê, em piştrast dikin ku têkoşîna jinan ne daxwazek qismî ye, lê belê mifteya guhertinek radîkal li Sûriyeyê ye.”





