Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çi li Şamê hat nîqaşkirin?

12/10/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
” Rojava xeta min a Sor e”
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi

Di destpêka meha Cotmehê de, şandeyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Şamê bû û bi desthilata demkî ya li Sûriyê re civiya. Di vê Civînê de nûnerê DYA yê ji bo Sûriyê Tom Barak û hin fermandarên Amerikî amade bûn. Di heman wextê de, komên ser bi “Wezareta Parastinê ya Sûriyê” ve dor li taxên Kurdan ên li Helebê girtin û dest bi êrişan kirin. Li vir rastî bersiva hêzên Ewlehiya hundirîn û Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin û şer derket. Tevî ku eşkereye yên van koman dixe tevgerê dewleta Tirk e, lê di fermiyetê de, Ehmed El-Şerie dibêje ev hêz di bin desthilat wî de ne. Di vê civîna ku li dar ketî de, ev êriş mijara sereke bûn û yekser daxwaza rawestandina êriş û dorpêçê hat kirin. Li gorî hin çavkaniyan, ji ber dewleta Tirk di vê civînê de ne amadebûye û nehatiye dawetkirin, xwestiye van êrişan pêk bîne da mesajê bighîne şandeya DYA ku ew dikarin rewşê tevlîhev bikin. Lê ji ber destwerdana hin welatên Erebî û DYA, ev êriş hatin rawestandin û dîsa li ser xala rawestandina şer li tevahî Sûriyê, hat teqezkirin.

Herwiha li gorî hin aliyan, Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji Ehmed El-Şerie ra gotiye ku ew dest ji daxwaza nenavendîbûnê bernadin û divê di nava rêveberiya Sûriyê de jî pirrengî hebe. Li gorî hin agahiyên taybet, Ehmed El-Şerie ji Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî re gotiye ku hin alî ji nava wan meselê xerab dikin û nahêlin danûstandinê bi QSD’ê re herin serî. Ji bo wê jî Şerie ji Ebdî re gotiye ku ew li rê û rêbazekî bigerin da nenavendîbûn pêk were, lê ewê di nava xwe de vê meselê nîqaş bikin. Ji ber aliyên dijber ên di nava Hikumeta veguhêz de, meselê xerab dikin. Herwiha di civînê de Ehmed El-Şerie gotiye ku ew ê Destûra heyî jî bugherin.

Ev gotinên Ehmed El-Şerie ji Ebdî re gotine, ji çend aliyan de mirov dikare binirxîne. An rastî tu kontrola Ehmed El-Şerie li ser van koman tine û encex dikare cihê lê dimîne de xwe biparêze û her di bin gefan de ye, an jî van komên ku êrişî herêmên Rêveberiya Xweser dikin ew li pişt wê ye û wiha dixwaze bide xuyakirin da kes wî sucdar neke. Ger bi rastî jî ne ew e yê ku hertiştî kontrol dike, kê Wezîrê Karê Derve Eseid El-Şîbanî yekser piştî civîka bi Şandeya Rêveberiya Xweser re, şand Tirkiyê? Li aliyê din, çavkaniya Mafê Mirovan a Sûriyê beriya demekê eşkere kir ku di civînekê li bajarê Laziqiyê de, wezîrê Parastinê yê desthilata Şamê Mirhef Ebû Qesra gotiye ku ew dixwazin QSD’ê bixin nava Artêşa Sûriyê û wan li nava Sûriyê belav bikin û dema ew lingên xwe bi cih bikin, ew ê bi carekê ve QSD’ê ji nav bibin.

Dixwazim bibêjim, ger herdû wezîrên herî nêzî Ehmed El-Şerie ne di kontrola wî de ne, wê demê desthilat jî ne di kontrola wî de ye û tu bawerî bi Peymanên bi wan re nayên kirin. Em bala xwe bidin ragihandina Şamê ya fermî, em ê bibînin ku ew çi difikirin. Her roj li ser Ekranên xwe banga kuştina Durziyan li Swêdayê û Elewî li Beravê û Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ger Ehmed El-Şerie nikare vê propagandeya tehrîdkirin kuştinê jî rawestîne, wê demê hemû sozên ku dide jî nikare pêk bîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.