Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mûnetê zivistanê yek ji kevneşopiya çanda Kurdî ye

12/10/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Mûnetê zivistanê yek ji kevneşopiya çanda Kurdî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Mûneta zivistanê yek ji kevneşopiya çanda Kurdî ye û ev çand ji dîrokê ve heta roja îro ji aliyê jinan ve tê parastin. Her sal di demsala payîzê de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mûneta zivistanê çêdikin û sebzeyan hişk dikin. Herwiha jin nava bexçe, bermal û serbanên xwe bi sebzeyan hişkbûyî dixemilînin.

Her sal di demsala Payîzî de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikevin tevgerê da ku xwarinên zivistanê anjî mûneta zivistanê amade bikin û di vê demsalê de jin kedek mezin didin. Çêkirina xwarin ên zivistanê ne tenê li ser endamên malbatê ye. Pir caran jin li gel hev kom dibin û bi hev re xwarinên zivistanê amade dikin û paşê li hev parve dikin. Şêwazên kevin di xwarinên zivistanê de bi kar tînin û şêwazên çêkirina bi destan hildibijêrin da ku tama xwarinê biparêzin bêyî ku tu dermanan lê zêde bikin.

Di heman demê de, amadekirina xwarinên zivistanê çandeke kevnare ji aliyê jinan ve tê parastin, gelê herêmê di demsala payîzê de dikevin tevgerê de da ku mûneta zivistanê amade bikin. Herwiha jin di meha payîzê de bi karê çêkirina xwarinên zivistanê anjî mûneta zivistanê re mijûl dibin, wekî ku gotinên pêşiyan dibêjin “Mûneta malê rehetiya cane”. Ku di destpêka meha payîzê de jin amedekariyên xwarina zivistanî anjî “mûneta malê dikin”. Jin bi vê mebestê zebzeyên wekî bamî, baqil, kundir, îsot,û hwd..zuwa dikin, ji fêkiyan wekî tirî, hejîr û kundir reçel çêdikin. Herwiha tirşî, mekdûs, zeytûn û savar gelek têştên din ên xwerinê amade dikin.

Amedekariyên mûneta zivistanê

Mûnet, her cureyên xwarinên ku di demsalên xwezayî yên demsalî de tên parastin da ku hebûna xwe di zivistanê de piştrast bikin. Mûnet hewcedariya mirovên malê salek an zêdetir pêk tîne û her tiştê ku dikare di zivistanê de were xwarin radike. Di heman demê de, jin di dema çêkirina xwarinên zivistanê de hemû cureyên ku jê re tê gotin mûneta zivistanê amade dikin û di nav wan de jî penîr, megdûs, zeytûn, tirşî, miraba, tirî  û rûnê malê , dimsa firingan, dimsa îsotan, miloxî, pelên tirî, eyşe xanim, bacana biraştî,  ji bilî gelek tiştên din.

Yek ji wan mûnetan jî megdûs e, megdûs jî şêwazeke wê yê taybet ji bo hilandinê heye ku destpêkê bacanên reş tên kelandin û di safokan de tên xweykirin û di bin barekî giran de tên zuhakirin du rojan, paşê jî bi gûz, sîr, dimsa îsotên sor tên dagirtin û di mertebanan de tên rastkirin û zeyta zeytûnan li ser tê kirin. Her malek li gorî hejmar û hewcehiya xwe ya salê kîloyên megdûsan zêde yan kêm dike, çêdikin. Herwiha her malek li gorî hezkirina xwe ji tiştan re, mewadên xwe tevlî megdûsan dikin.

Mûneta malê paqij û bi tendurist e

Mûnetên malê, ji yên bazaran xweştir û bi tamtir in. Di heman demê de, xwezayî ne û hinekî barê malbatê ji aliyê aborî ve sivik dike. Tiştên bi destan paqijtir in û ji keda destên dayîkan ne, herwiha xwarina hazir hemû dermanên kîmyewî di nav de hene, ne bi tendurist in û buha ne. Lê mûneta malê paqij û bi tenduriste.

Lewma çêkirina mûneta zivistanê weke çandekê hatiye naskirin û tu sal, tu malbat bêyî çêkirina mûnetan derbas nake. Di hin malan de bexçeyên sebzeyan hene, mûnetê xwe yê malê jê çêdikin. Bêhtirî xwe gelê Kurd vê mûnetê zivistanê çêdikin. Li herêma me, hejmareke kêm ji pêkhateyan vê mûnetê zivistanê çêdikin. Ji mûneta zivistanê re dibêjin (xwarinên sivik) ku ew li ser sifreya taştê û şîvê tên danîn. Di dema berê de jî hemû jin û malbat li hev kom dibûn û bi hev re amadekariya zivistanê dikirin û mûnetan çêdikirin. Çêkirina mûneta zivistanê yek ji kovenşopiya çanda Kurdî ye û ev çand ji dîrokê heta roja îro ji aliyê jinan ve tê parastin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.