Remezan Olçen
Xelatên Nobelê yên îsalê hatin eşkere kirin. 9’ê Cotmehê xelata wêjeyê hat destnîşankirin. Nivîskarê Macar László Krasznahorkai xelata îsalê wergirt. Krasznahorkai xwedan gelek berhemên hêja ne. Di pirtûkên xwe de atmosfereke weke qiyametê disêwirîne. Ji ber ku li gorî nêrîna wî qiyamet ne bûyerek lê rewşeke domdar e, ew didome.
Di pirtûkên xwe de xerabmaliya sosyalîzma reel û bêrehmiya pergala kapîtalîst a li ser civaka Macar bi hostatî dibêje. Ew vê rewşê weke qiyametê dibîne. Herifîn û rûxîn hêdî hêdî dibe, xwe tekrar dike ev felaket. Mirovahî di nava vê felaketê de hewl dide ku bi awayekî bijî û li ser piyan bimîne. Hêvî û bêhêvîtî di zik hev de cereyan dikin. Di romana Satantango de behsa gundekî dike ku di nava çiravê de maye. Melankoliya Berxwedanê yan jî Şer û Şer sahneyekê bi varyantên cuda datîne holê. Di nava rûxînê de bi mirovan re lêgerîna li hêvî û maneyê disêwirîne.
Pirsa ku serê xwe pê dêşîne ev e; di vê dinyaya ku ji aliyê pergala serdest ve hatiye herifandin, nîzama xwezayê hatiye xerakirin, gelo rêyeke din heye, gelo derketina ji vê rewşê mimkûn e? Ew dema behsa ketina mirovahiyê dike di heman demê de dixwaze şêweyên bêdeng ên berxwedanê jî nîşan bide. Li vê derê berxwedan ne bi rêya çekê tê kirin, berxwedan çalakiyeke ruhî û bi hişmendî ye. Li gorî wê, bûyîna xwediyê gotina xwe, îtîraza li ber zilmê, fikirîn, ferqkirina xweşikahiyekê jî dibe şêweyeke berxwedanê.
Ji ber ku li gorî Krasznahorkai wêje-edebiyar stargeha dawî ya mirovahiyê ye.
Ev şêwenêrîn û berxwedana gelê Kurd li cihekî digihîjin hev. Serhatiya Kurdan jî weke romanên Krasznahorkai ye. Di nava qiyameteke domdar de Kurd li wate û maneya jiyaneke nû û azad digerin. Kurd di bin zext û tehdeya qirkirina serdestan de ku ziman li wan hatibû qedexekirin bi rêya çîrokên xwe, bi rêya dengbêjan karîbûn, bi zimanê xwe, hebûna xwe biparêzin.
Ma ne Rêber Apo bi xwe dibêje; Dema min li dengê Aram Tîgran guhdar kir, min got divê ev deng-ziman tine nebe. Strana ku Rêber Apo guhdar kirî “Delal” e. Behsa Dewrêşê Evdî dike ku ji bo welat çawa bi mêrxasî şer dike. Edûla delal li ser Dewrêş dibêje. Di strana Delal de jî rewşeke weke qiyametê tê nimayîşkirin. Dewrêş tevî siwarên xwe di nava wê herifîn û qiyametê de li maneyê li wateya jiyan digere. Heta bi tenê lê nagere wê maneyê bi canê xwe çêdike. Ew di nava wê kaosê de rêyên mirovbûnê jî nîşan dide.
Em disa li romanên Krasznahorkai vegerin. Di romanên wî de derketin û rizgariya ji qiyametê tine. Lê lêgerîna ji bo çareseriyê heye. Ev lêgerîn îspata wê yekê ye ku mirov hîn jî weke mirovan dikarin tevî hebûna pergala serdest jî xwe çêbikin. Îcar li vir erka nivîskar jî ew e ku vê qiyametê û çîroka mirovên li rêyek digerin, bibêje. Heke nebêje; ew jî dibe şirîkê çêkirina qiyametê.
Hingê jê tê xwestin ku şahidiyeke exlaqî li rewşê bike û berxwedêran jî bibêje.
Pirs ev e; Dema rûxîna dinyaya em dizanin wê kî bikaribe gotina xwe bibêje û li gotina xwe bibe xwedî? Bersiva nivîskaran diyar e; wêje-edebiyat stara dawî ya mirovahiyê ye. Ji ber ku carna berxwedana gelekî di romana nivîskarekî/ê de ji nû ve diafire û dijî. Ew behrem dibe hilgira domandina wê berxwedanê din av nifşan de. Edebiyat j ime re dibêje; hîn neqediya ye.






