Hafiz Ahmet Turhalli
5 Cotmehê li Sûriyê weke pêkenîn û leystikekê hilbijartin hatin lidarxistin. Hê salekî wan temam nebûye ku dewletên Îngîlîz, Qeter, Îsraîl, Amerîka û Tirka ew birin Şamê. Hilbijartina ji bo Parlemana Sûriyê ku niştecîhên wê, pir reng û pir dengin ji nedîtîve tên.
Gelo Eqilmendên vana kî ne û di kîjan demêde dijîn?
Ev Hilbijartin li gor kîjan pîvanan pêk hatin? Pêvanên olî, yê demokrasîyê an jî yê dîktaron e? Ev hilbijartin ne weke tu hilbijartinan e.
Min li parlemanterên ku nav hilbijartî, lê ne jihêla gel ve ji hêla Colanî ve neqandî mêze kir, hemû kesên derûdora wî û kesên sîxurên dewleta Tirk in.
Tê zanîn ku ev hişê hilbijartinê hişê dewleta Tirk e. Ji ber ku şanoyekî bi vê rengî tenê Tirk karin bileyzin.
Ger vana misilmanin û behsa Îslamê dikin, di ola Îslamê de dibêje ger hûn karekî civakî bixwazin bikin, divê hûn ji hêla gelê wê herêmê ve werin hilbijartin. Li gor şert û mercên îro dema hûn bixwazin bireveberîya civakekî bikin an karekî civakî pêk bînin, divê hûn ji hemû kesên pêwendîdar pirsiyar bikin.
Bi gotinna îroyîn, herin hilbijartinê, herin referandumê.
Ji milletê ku tu dixwazî birêve bibî, divê tu razîbûna wan bigrî.
Ayeta Qur’ana pîroz rê nîşanî rêvebiran dike:
„Ew banga Xwedayê xwe dişopînin û Nimêjên xwe rast û durust dikin. Dema karekî civakî dikin bihev dişêwirin.
(Şura 38)
Ev pîvanên birêvebirinê yên li gor Qur’ana pîroz in. Dema mirov pîvanên Qur’ana pîroz û kiryarên vana dide berhev, mirov dibîne ku çiqas ji Qur’anê dûrin. Rihê wan, kumê serê wan û gotina Allah û Ekberê tu ji destê wan bigrî, tu tiştekî wan li holê namîne.
Lê di meseleya xapandina oldar û gelan de gellekî şarezan e. Olfiroşîyekî zîrek dikin. Ji xwe ev desthelatdarî bi destê Emewiyan kete nava Îslamê û misilman hatin jehrî kirin.
Di dîroka misilmanan de meseleya Hekeman heye. Piştî şerê di navbera Hz Alî û Muawiye de ku Muawiye ber bi têkçunê ye, Rupelên Qurana pîroz dikin ser şûr û tîrên xwe derdikevin meydana şer. Piştî wê ji bo xwîn zêde neyê rêtin du hekeman tayin dikin û dibêjin bira ew sernavê civakê biryaran ji millet re bêjin:
Ebu Musayê El Eş’erî dibe nunerê Hz Alî û Amr îbnul-As jî Nunerê Muawiyê.
Tên Ji hz Alî re dibêjin bira xwîn neyê rêtin tu dev ji xelîfetiye berde, ewê Muawiye jî dev jê berde.
Alîgirên Muawiye dibêjin berê bira Nunerê Hz Alî ji gel re bêje ku wî ji îro şunde dev ji birevebirinê berdaye. Musayê El-Aşarî derdikeve ser dikê û dibêje ji vir û şûnde, Elî dev ji birêveberiyê berda.
Piştî wê nunerê Muawiye derdikeve ser dikê û dibêje ey millet: we bihîst; Elî dev ji xelîfetiyê berdaye û ji vir û şunde Muawiye xelîfeye. Bi dek û dolaban birêveberî ji destê Hz Elî û alîgirên wî derdixin. Ew roj ev roje, misilmanan huzur û rehetî neditiye.
Colanî, DAÎŞ û alîgirên wan jî, dibêjin em şopdarên Emewîyane. Ev meselaya hilbijartinê û dekû dolabên wana ji dîroka Emewiytanin.
Jibîr dikin; dîrok di wê derê de ma û bi taybet gelê Kurd hişyar e û xwedan hêz e. Mirovên îro jî ne ê wê demê ne!
Hilbijartinê derewîn ew ê bibe kemîna wan. Cîhan durrutiya wanan dibîne, desthelata cîhanê ewê heta dawiyê wan bikar bîne û piştre tiştê layiqê wan liwan vegerîne.






