Hêvî Keleş/ Qamişlo
Li bazara “Mamar Paşa” ya li bajarê Qamişloyê, xwaringeheke biçûk bi karekterê xwe yê gelêrî heye. Ew di nava xwe de çîrokeke zêdetirî 90 salî vedhewîne. Ew xwaringeha Hac Yûnis e, ku wekî kevintirîn xwaringeha bajêr tê naskirin û avakirina wê vedigere sala 1933”an.
Xwaringeha Hac Yûnis ji aliyê zilamekî Ermenî yê bi navê Aram ve hatiye avakirin, di sala 1933”an de ku ew ji Nisêbînê hatibû bajarê Qamişloyê, ev xwaringeh bûye cihek ji bo hezkiriyên çêja resen û mîrata herêmî. Bi taybetî kesên temen mezin.
Tevî ku xwaringeh geleriye û ne zêde mezine, ew bûye sembola bîra kolektîf a bajêr, ku niştecihên Qamişlo ji hemû pêkhateyan li wir dicivin da ku li ser heman sifrê bixwin. Xwaringeha Ermenî ya Hac Yûnis ne tenê wekî cihekî xwarinê ye, lê di heman demê de wekî beşek zindî yê bîr û dîroka civakî ya cihêreng a Qamişloyê ku cihê xwe jî diparêze.

Xwaringeha xwarinên gelêrî diparêze
Piştî wefata Aramê Ermanî, yek ji xebatkarên wî Hac Yûnis ê ku ew ji 9 saliya xwe ve li cem wî kar dikir karê wî berdewam kir. Piştî ku Hac Yûnis nexweş dikeve kurê wî Zuhêr Yûnis kar û xebatên xwegirngehê bi rêve dibe.
Kurê Hac Yûnisê yê bi navê Zuhêr Yûnis ku temenê wî 54 sale dema ku bavê wî nexweş dikeve cihê wî digre û karê wî berdewam dike ji bona ku çanda xwarinên gelêrî yên civaka xwe zindî bihêle wiha dibêje: “Min ji 12 saliya xwe ve dest bi alîkariya bavê xwe dike û di karên xwaringhê de cihê xwe digre û ji dil û can kar û xebata xwe dide meşandin, lê piştî ku bavê wî nexweş dikeve, wê demê temenê wî 20 salîbû, lê ji mecbûrî rêveberiya xwaringehê dikeve ser milê wî.”
Xwaringeha Hac Yûnis bi xwarinên xwe nav û deng e
Xwaringeha Hac Yûnis dikeve Kantona Cizîrê û ji aliyê xwarinên xwe yê gelêrî ve bi nav û denge û gelek warinên mîna: Şorbe, serûpî, zûzê qelandî û lefên mertedêla karê destê wan û hin xwarinên gelêrî yên din têne amedekirin.
Xwaringeha Hac Yûnisê tevî şert û mercên zehmet yên ku têre derbas dibe, lê tucarî kar û xebatên xwe yên çêkirina xwarinê nesekinandiye û xwaringeh her roj xelkên bajêr pêşwazî dike. Şêfê xwaringeha Hac Yûnis Zuhêr Yûnis wiha dibêje li ser zehmetiyên bi wan re derdikevin: “Ji ber guhertina rewşa bajêr ji demên berê ê destpêka avakirina xwaringehê, xwaringeh hin caran rastî astengiyan tên ku ji milê aborî ve van astengiyan dikşînin, em bi vê xwaringehê debara jiyana xwe dikin, lê carinan em dikevin rewşin zor û zehmet de, ji ber buhabûna kelûpelên xwarinê.” Hêjayî gotinê ye ku ev xwaringeha gelêrî ne tenê cihek e ji bo xwarinê, lê pencereyek e ji bo dîroka Qamişloyê, çîroka bajarekî vedibêje ku tevî hemû zehmetiyan jî geş maye.






