Dîlan Mulhim\Hesekê
Koçberên kampa Serêkaniyê bi hatine zivistanê re êş, zor û zehmetiyên wan zêde dibin. Hevserokê Kampa Serêkaniyê Ebdulrezaq Mihmed diyar kir ku pêwîstiya koçberên kampê bi pêdiviyên sereke hene, ji ber vê yekê pêwîst e rêxistinên navdewletî destekê bidin koçberên kampê.
Di sala 2019’an de dewleta Tirk a dagirker êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di encamê de bajarê Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Di heman demê de, gelên van bajaran ji ber hovîtiya çeteyan bi darê zorê, ji cih û warên xwe hatin derxistin, herwiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo bicihkirina van koçberan, kampa Serêkaniyê ava kir. Di nava Kampa Serêkaniyê de hezar û 700 malbat hene, lewra 6 salin ku Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin û hate niha jî dagirkirin berdewam e. Ev 6 sal in berxwedanî di bin şert û mercên herî zehmet de tê meşandin. Koçber hemû astengî û zehemtiyan bi têkoşîneke mezin derbas dikin û hêviya vegera mal û milkên xwe jiyan dikin. Koçberên li kampê ruxmî ku kamp ji xwe re kirine cih û war, lê belê di vegera li mal û milkên xwe de bi israrin.
Di derbarê rewşa kampa Serêkaniyê de, hevserokê kampê Ebdulrezaq Mihmed ji Rojnameya me re axivî.

‘6 sal in gelê Serêkaniyê di nava şert û mercên herî giran de jiyan dikin’
Ebdulrezaq Mihmed anî ziman ku 6 salin gelên Serêkaniyê di nava şert û mercên herî giran de jiyan dikin û wiha got: “Di nava kampa Serêkaniyê de koçber rastî gelek êş, astengî û zehmetiyan tên, ev 6 salin dewleta Tirk a dagirker bajarê Serêkaniyê dagir kiriye, mal û milkên gelên wî bajarî talan kirin e. Di heman demê de, bi hate zivistanê re êş, zor û zehmetiyên koçberan di nava kampê de zêde dibin. Herwiha bi hatine zivistanê re bi şert û mercên giran ên avhewaya hişk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êşên koçberên ku ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmên xwe koçber bûne, zêde dibin. Pêwîst e rêxistinên navdeweletî destekê bidin koçberên kampê. Ji ber ku divê demê de pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên sereke yên zivistanê hene.”
‘Kampa Serêkaniyê ji aliyê UNECF ve ne naskirî ye’
Ebdulrezaq Mihmed eşker kir ku heta niha kampa Serêkaniyê ji aliyê UNECF’ ve ne naskirî ye û wiha berdewam kir: “Piştî ketina rêjîma Baas û hatine hikumerta veguhêz a Sûriyê, gelên Sûriyê kêfxweşiya xwe dan xuyakirin. Di heman demê de, koçberên herêmên dagikirî ji kêfxweşiya xwe ji bo vê yekê dan xuyakirin ku piştî ketina rejîma Baas vegirin cih û war xwe. Lê mixabin ev kêfxweşiya wan hate şikandin, ji ber ku ev hikumeta veguhêz a Sûriyê bi hişmediyeke tundirew desthildariyê birêve dibe. Herwiha hewl dide ku vê hişmendiya xwe li ser gelê Sûriyê ferz bike. Hikumeta veguhêz a Sûriyê heta niha tu çareserî jî pirsgirêka koçberan re ne dîtiye.”
Rêxistinên di nava kampê de dixebitin
Rêxistinên ku di warê tenduristî de ,di nava kampa Serêkaniyê de kar dike, Heyva Sora Kurd e. Herwiha rêxistinên ku di warê dabînkirina pêwîstiyên sereke de, rêxistina Rîlê, rêxistina IRC in. Ji aliyê van her du rêxistinan ve rêvebirin û çêkirina pêwendiyan ji bû dabînkirina xizmetguzariyên av û paqijiyê li kampê tê kirin, herwiha dabînkirina xwarinê jî, ji aliyê wan ve têkirin. Di heman demê de, hin rêxistin hene mehnewî alîkariya koçberên kampê dikin. Ev saleke 55 malbatên koçber yên Serêkaniyê ji dibistanan derbasî kampê bûne, tu rêxistinan alîkariya wan ne kirî ye. Di heman demê de, di nava kampa Serêkaniyê de, Mala Jin, Weqfa Jin, Kongra Stra hene, yên ku di aliyê jinê de dixebitin.”
‘Li gorî derfetên Rêveberiya Xweser em destekê didin koçberên kampê’
Mihmed anî ziman ku ew li gorî derfetên Rêveberiya Xweser destekê didin koçber di nava kampa Serêkaniyê de û wiha pê de çû: “Rêveberiya Xwesr tenê destekê dide koçberên kampa Serêkaniyê û ji aliyê rêxistinên navdewletî ve alîkarî kêm in. Herwiha em hewl didin di demeke nêz de pêdiviyên sererke yên zivistanê li koçberên kampê belav bikin. Koçberên kampê di aliyê kêmbûna avê de gelek êş û zehmetyan dikşînin û bi taybet di werzê Havînê de, bajarê Serêkaniya yê ku kaniya avê bû, niha gelê wê bi hisreta avê ne û bê av jiyan dikin. Av ku digihêje koçberên kampê bi riya rêxistinên nava kampê ye, lê ev yek kêm e û ne zêde ye.
Koçberên kampa Serêkniyê ev şeş salan di nava êş û zehmetiyan de jiyan dikin, herwiha pêwîstiya kampa Serêkaniyê bi pêwîstiyên girîng heye, mîna guhertina kon anjî çadirênên kampê, belavkirina mazot û guhertina konên kampê bi giştî. Pêwîst e her sal konên kampê werin gihertin, lê ev 6 salan konên kampê ne hatine guhertin. Ji ber vê yekê pêwîst e bi aweyekî lezgîn konên kampê werin guhertin.”
Hevserokê kampa Serêkaniyê Ebdulrezaq Mihmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ew ku rêxistênên navdewletî bi erkê xwe yê mirovî rabin û destekê bidin Koçberên Kampa Serêkaniyê.”






