Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kî Peymana 10 Adarê Bin Pê Dike?

12/10/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Piştî hilweşîna rejîma Esad 8 Mijdara 2024an, koma cîhadîst a HTŞ, bi piştgiriyek navneteweyî ya plankirî li qesrên Şamê bi cih bû. Peyama yekem jî ew bû; Kî rizgar dike biryar dide. Li gorî vê têgihaştina desthilatdar jî dest bi avakirina sîstemek hişk a navendî kirin. Lê ji bo projeya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zindî bûye bêwate bikin, destpêkê hewl dan maska demokratîk bixin ser rûyê xwe jî û pêkhateyên Sûriyê bixapînin. Lew re jî berê xwe dan wê herêmê û bi fermandarê QSD rêzdar Mazlûm Ebdî re Peymana 10 Adarê ya 8 xalî îmze kirin.

Eger mirov çavekî li 8 xalên Peymana 10 Adarê bixe û li pratîzekirina wan vegere, dê baş tebigihêje ka kî wê peymanê bin pê dike û hewl dide ji nav bibe.

Xala yekem ew bû ku di rêvebirina sazî û dezgehên Sûriyê de temsîliyetek demokratîk hebe ku bê cudahî hemû pêkhate li gorî jêhatîbûnê tevlî bibin. Lê tişta hatiye pratîzekirin, temsîliyetek tekalî li gorî hinek berjewenidiyên derneteweyî ên tayînkirî bûn. Di encamê de ev xal li hewa ma.

Li gorî xala duyemîn jî diviyabû ku gelê Kurd û mafên wî yên neteweyî di destûra bingehîn de werin naskirin, lê danezana destûrî gelê Kurd û mafên wî paşguh kir û welatperweriya Kurdan jî xiste mijara gumanê. Ev xal jî hîç nehat pêkanîn.

A sisiyan jî rawestandina şer û oparasyonên leşkerî li tevahiya Sûriyê bû. Ji xwe hewce nake mirov qalê bike ku tevayî xetên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin êrişên çekdarên HTŞ û yên Tirkiyê de ne ku hevdemî wê jî, li Beravê û Siwêda komkujî hatin kirin û vê dawiyê hewldan hebû ku li herdu taxên Helebê Çiyayê Seydo (Şêx Meqsûd) û Eşrefiyê komkujiyan pêk bînin. Ew jî bi cih nehat.

A çaran jî li ser integrasyona saziyên sivîl û leşkerî bû ku diviyabû komîteyên pispor bihatana avakirin û pêvajoya integrasyona demokratîk a saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rê ve bibirana. Lê li şûna wê xwestin bi gefûguran saziyên Rêveberiya Xweser û QSD bihelînin û ji nav bibin. Ew jî çû ser darê.

Xala pêncemîn jî ew bû ku diviyabû hemû koçber vegerin cih û warên xwe û ewlehiya wan bikeve bin gerantiyê. Pratîk zêdek kesek venegerî û tam berovajî wê, desteserkirin û kiryarên li herêmên dagirtî, zêdetir bûn. Ew jî firî ser darê.

Li gorî xala şeşemîn a Peymana 10 Adarê, divê pitşgiriya dewleta Sûriyê di şerê li dijî paşmayeyên rejîma Esad û hemû gefên li dijî ewlehî û yekîtiya axa Sûriyê were kirin. QSD ji aliyê xwe ve gelek oparsyonên li dijî çeteyên DAIŞ pêk anîn, lê HTŞ bê deng ma û hewl da wê yekê biçewisîna ku hêza QSD lawaz bike. Ew jî di cih de zivirî.

Di xala heftan de tekezî li redkirina bangên parçekirina axa Sûriyê, xîtabên nefretê û hewldanên fîtneyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de hate kirin. Lê aliyê fermî de, hikûmeta veguhêz a HTŞ, çi îmkan û alavên ragihandinê yên di destê wê de ne, li dijî Elewî, Dirûz û Kurdan pêk tîne, komkujiyên li dijî pêkhatiyên Sûriyê rewa dike û gelan li dijî hev sor dike. Ji lew re bêbaweriya ku di nava gelan de mezin kiriye, hişt ku ev xal ji nedîtîve were.

Xala dawî, ya heştemîn, tekez kir ku; ji bona xalên vê lihevkirinê heya dawiya salê -2025- bi cih werin, divê komîteyên cîbicîkar werin avakirin ku bicihanîna heft xalên li jor bişopînin. Lê aliyê pratîk, desthilata veguhêz a HTŞ destek neda vê xalê û bi rêbazên xemsarî û demqezenckirinê ew xal jî badilhewa ma.

Di encamê de, heya ku li Sûriyê rêveberiyeke netewperwer ku nûnertiya hemû pêkhateyên welêt bike ava nebe û li gorî ruhê Peymana 10 Adar tev negere, mirov nikare li Sûriyê qala aramî, ewlehî û yekparabûna axê bike. Îca kî peymanê bin pê dike?

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.