Ronahî Sadûn/Qamişlo
Nivîskar û rojnamevan Mistefa Rêzan diyar kir ku niha lêgerîneke ji bo avakirina modêleke rêxistinê ya girêdayî Kurdên li Ewropayê dewam dike, ji ber bi xebatên berê bersiva demê nayê dayîn û got, “Ji bo bersivdayîna pêvajoyê, Kurdistaniyên li Ewropa divê şêwazê xwerêxistinkirinê saz bikin û xwe amade bikin.”
Derbarê xwendina Kurdên li Ewropa ji rewşa Kurdistanê re, herwiha kar û xebatê ji bo Kurdistanê didin meşandin, nivîskar û rojnamevan Mistefa Rêzan bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Gelê Kurd li Ewropayê guhertin û veguhertinên ku li Kurdistanê rû didin çawa dibîne û dixwîne?
Yek ji qadên herî fireh li derveyî welat, ango li diaspora Ewropayê. Tê zanîn hejmareke zêde ya hebûna Kurdistaniyên derveyî welat, li cîhanê û li Ewropa zelal nînin, lê bi qasî hatiye zanîn derdora 4 milyonan kêmtir an jî zêdetir be. Bêguman ev 4 milyon Kurdên ku li diaspora Ewropayê dijîn, bandora guhertinên ku li welat û bandora ku li qada Ewropa yan jî li cîhanê pêk tê, li ser wan heye. Şopandina Kurdistaniyan li Ewropayê, bêtir bi rêya ragihandina medya Kurdî û ragihandina azad a Kurdî çêdibe. Mirov dikare bêje di van salên dawî de baldariya ku dihat xwestin a ji Kurdên li Ewropayê, ne wek salên berê ye, hinekî cûdatire. Demên berê asta beşdariya Kurdistaniyan di nav çalakî, festîval û gelek deveran de bi sed hezaran bû, her diçe ev hejmar zêdetir dibe. Bêguman bandora jiyana Ewropayê li ser Kurdistaniyên li Ewropayê heye, ji aliyê standartên jiyanê, seatên kar û heta xwe li şet û mercên Ewropayê îyar kirin e. Lê beşê ku herî zêde hinekî baldare di van demên dawî de ji bo rewşa Kurdisatanê û guhertinên siyasî yên lê rû didin, ciwan in. Ciwan bêtir eleqedarî tiştên civakî û çandî yên girêdayî welatê ku lê dimînin. Bêguman hinekî sîstema asîmilasyonê yan van welatan ku ciwan bi xwe dike dûrî çand û zimanê xwe yê Kurdî heye, di vî warî rola bav û dê de bi bandore li ser wan, dema dê û bav zarokên xwe li ser çandî û kilitorî mezin nekin, wê bandora çanda welatên Ewropayê li ser wan çêdibe. Ji ber vê jî şopandina wan ji qada siyasî re bi wê re bandor dibe, bi jiyan li Ewropayê.
Di salên dawî de, di qada siyaseta ku li Kurdistanê rû dide hinek sistbûn heye. Lê kêm zêde guhertinên li her çar beşên Kurdistanê bandora wê li ser nêrîna gelê me li Ewropayê dike. Wek berê şopandina rojnameyên Kurdî yan rojnameyên ku ragihandina Kurd li Ewropa derdixe, di van salên dawî de kêm bûye ku bêtir bi rêya medya dijîtal hinekî rewşa Kurdistanê dişopînin. Di vir de beşdariya qada siyasetê kêmtir dibe. Niha pirsgirêkên bingehîn li Ewropayê di qada xwerêxistina gel, yanî beşdariya vê qadê ji avakirina meclisên çandî û hunerî, komele, beşdariya çalakiyan, hinekî kêmtire ji salên berê. Lê carnan hinek rewş an rojevên gerim ku li Kurdisatnê rû didin, ev hejmar tê guhertin û wek xwe namîne.
Wekî din guhertinên ku vê dawiyê li Tirkiyayê dest pê kiriye pêvajoya çareseriya aştî û siyasî ji aliyê gel ve li Ewropayê bi awayekî gerim hate pêşwazîkirin. Pêvajoya Rêber Apo ya ji bo çareseriya aştiyane û avakirina civaka demokratîk, bandor li ser nîqaşên li Ewropayê kir û atmosfêreke nîqaşekî kûr heye. Hem jî bêbaweriya girseya gelê Kurd li Ewropayê ji aliyê helwesta hikumeta AKP’ê heye ku nedirste di gavavêtinên xwe ji bo çareseriyê. Di vir de gel hinekî biguman nêzîkî helwesta hikumetê û partiyên desthilatdar dibin ku partiyên sîstema Komara dewleta Tirk ne bi birayrin pêvajoya çareseriyê bînin serî, lewma bifikarin di vî alî de. Lê bi pêvajoya Rêber Apo dest pê kiriye ew heta dawî pê bawer in ku aliyê Kurd ji bo pêvajoyê gavên herî pêwîst avêtine.
Mijareke din ku bala xelkên herêmê dikşîne heye, ew jî girtiyên di zindanan de ku cezayên heta hetayê li ser wan hatiye danîn. Konseya Ewropa behsa mafê hêviyê kir, lê heta niha dewleta Tirk di wî alî de sozên ku hatibû xwestin nayîne cih, gel jî li hemberî vê bifikarin. Hem ji hêla Komeleyên Mafên Mirovan heta saziyên tibî hatine eşkerekirin ku girtiyên nexweş û yên astengdar di zindanan de nikarin li girtîgehê bimînin, lê ew nayên berdan. Ev nîşaneya ku dewleta Tirk nebibandore gavan bavêje di vî warî de.
-Ji bo temamkirina kar û xebatên ku li Kurdistanê ji bona doza Kurdî û têkoşîna tê meşandin, gelê Kurd li Ewropa heyanî çi astê di nava amedebaşiyê de ye?
Yek ji nîqaşên di nava Kurdistaniyên li Ewropayê de tê meşandin ku êdî ji niha û pê ve wê şêwazê rêxistina gel li her qadê çawa be, li çar beşên Kurdistanê û li derveyî welat ev mijarê nîqaşan e. Lewma di vî warî de bendewarî heye ku hinekî awayê xebatên li her derê Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê zelal bibe. Alternatîfa rêxistinên gel ên di bin bane saziyên navenda civaka demokratîk de li Ewropayê û li gelek deveran bi rêbaz û awayê berê xebat nayê meşandin, ji ber bi awayê berê bersiva demê nayê dayîn. Bêguman xwefesihkirina PKK’ê bandor li tevahî Kurdistanê kir ku êdî ji niha û pê ve wê awayê xebatê çawa bibe hinekî ne zelalî heye. Lewra lêgerîneke ji bo vê pirsê çêdibe û ji bo ku li gorî pêvajoyê amade bibe, divê şêwazê xwebirêxistinkirinê li her derê Kurdistanê û derveyî wê zelal bibe.
Niha li qada Ewropayê di vî alî de nezelalî heye, ji ber ew jî bi rewşa Kurdistanê ve girêdayî ne ku pêvajoya çareseriya aştî û avakirina civaka demokratîk li Kurdisatnê ber bi ku ve biçe û çiqasî biencam bibe hîn ne diyar e.
Israr heye û qenaetek çêbûye ku bi modêlên rêxistinên berê gel çawa xwe birêxistin dike, ji komele bigre heta navenda çand û hunerê, navendên civaka demoratîk û heta KCDK-E Ewropayê bi rengê berê nikare bersiva vê demê bide. Ji ber fakto, siyaset û guherînên mezin ku bi lez li Kurdistanê çêdibe, hem jî bandorên guhertinên li cîhanê li ser Kurdistanê, dihêle êdî ev modêlên rêxistinê li ser wan nîqaş pêş bikevin ku bi çi rengî gel karibe xwe li gor demê amade bike. Nîqaşekî gelekî kûr di van waran de heye, di bin banên tevgerên girêdayî koma civakên demoratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E. Êdî navenda civaka demoratîk li Faransa, Almanya û li deverên din ên welatên Ewropayê di vê çarçovê de civîn, nîqaş, agahdarî têne meşandin, heta di çalakiyan de şopandin li ser medya dijîtal li ser vê mijarê çêdibe. Lê modêla rêxistinê ji niha û pê ve KCDK-E li Ewropayê çawa xwe birêxistin bike ne diyare, ji ber nîqaş li ser wê xalê dewam dike.
Gel meraq dike wê rewşa me û ya Gerîla çawa be, ji ber wê jî amadekariyeke ji sedî sed zelal wê çawa berpirsyara demê bide ser milê xwe, neyê zanîn. Encex di pêvajoya ku di şekil û şemayên rêxistinê zelal bibin û yên tevahî Kurdistan û derveyî Ewropa jî. Bêguman ev awayê rêxistinê wê demorkatîk be û pîvanên berê yên xebatê wê nederbasdar bin ku bêtir karibe li gor şert û mercên welatê li dimîne xwe birêxistin bike. Esas qanûn û destûra van welatan li ber çavan bê giritin bi pîvaneke demoratîk yasayî her xebat divê bê meşandin.
-Heyanî çi astê civaka Kurd li Ewropayê hesasiyeta rewşa ku li welêt tê jiyankirin dibîne û dinirxîne? Û gelo ji bo wê di nava liv û tevgereke bi rêxistinkirî û rêk û pêk de ye?
Derbarê mijara hestiyariya ku îro pêvajoya hatiye destpêkirin li Kurdistanê, li Tirkiyê û heta Rojhilata Navîn jî, ji her salên berê zêdetir hesasiyeteke di vî warî de heye. Ji ber niha di Rojhilata Navîn de ev sîstemên ku nikarin xwe li gorî demê biguherin, rastî êriş û destwerdanên derve tê ji Filistîn bigre, Lubnan, Sûriyê, Îran, Îraq û heta di Tirkiyayê de jî. Gel li Ewropa vê hesasiyetê dibîne, dibê em ê nebin mînaka van sîstemên ku niha rastî mudaxeleyên derve hatine. Ji ber vê jî ev hesasiyeta demê ku niha tê dîtin ji aliyê girseyên gel li her derê Ewropa ji Alamaniya bigre heta Faransa hemû pêvajoyê bi hişyarî û bi baldarî dişopînin. Heta pêvajoyên ku li Filistîn û Lubananê rû daye, li Sûriyê, Îraq û lêdana Îranê, van demê dawiyê de tevliheviyên ku Tirkiyê dest pê kirine, gel vê bi hesasiyet dişopîne, bêtir meraq dike ka ji niha û pê ve çi gav wê were avêtin.
Di encamê de niha lêgerîneke ji bo avakirina modêleke rêxistinê ya girêdayî Kurdên li Ewropayê dewam dike. Konferans û gelek civîn tên lidarxistin, hem jî festîval û gelek çalakiyên aktîvîtên Kurdistaniyên li Ewropa di vê demê de çêbûne. Nîqaş ji meheke derbasbûyî û vir ve li bende zelalbûnekê ne ku ka wê şekil û şemayên xwebirêxistinkirina Kurdistaniyên li Ewropayê wê çawa bibe di vê pêvajoyê de. Her kes jî bi encam bûye ku modêleke nû pîvanên demokrasî gerek bingeh bên girtin, demokrasiya dîrek a gel ku gel beşdarî her xebat û çalakiyan bibe, xwe birêxistin bike, pêvajoyê bişopîne, bighêje encamekê û bibe bersiva demê.
Êdî heta niha tepeserkirina Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê ji hêla hêzên dagirker nema tê qebûlkirin. Rewabûna van hêzên dagirker ên li Kurdistanê ku bi siyaseta berê nîzîkî Kurdistanê dibûn, nema rê li pêşiya wê heye, gel vê rastiyê jî dibîne. Ji bo ku karibe besivê bide vê gavê û pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin hewldanek heye ku çawa her beşekî Kurdistanê xwe birxistin bike, Kurdistaniyên li Diaspora Ewropa di nava her qada Ewropa û her welatî de li gorî şert û mercê xwe, wê êdî şêwazê rêxistina bixwe saz bike û xwe amade bike.






