Îsyan Karadeniz
Gelek caran em tiştekî xeyal dikin, daxwazên me çêdibin û em hewl didin ku vê ya bidest bixin. Gelo dema ku em rast li astengiyekî ve tên çi dikin?
Rûxmê hemû zor û zahmetiyan çiqasî di xeyalên xwe de israr dikin û ji bo xwe gihandina vê xeyalê çiqasî têdikoşin?
Serokatî her tim bal kişandiye ser xeyalên xwe yên zarokatiyê û got min tu caran ixanetê xeyalên xwe yên zaroktiyê nekir û heya roja iro jî ji bo pêkanina xeyalên xwe yên zarokatiyê tu caran dev jê têkoşina xwe berneda ye. Ew bi xeyalan ve ket rê, nakokiyên xwe yên li hemberê jiyanê heyî vegûherand pivanekî jiyanê û kesayetekê sosyalist di xwe de avakir.
Çi bû xeyalên Serokatî? Çi hebu di van xeyalan de?
Name ya ku Serokati ji bo Jineolojî nivisandiyê de wûha tîne ser ziman;‘‘ Min ji zarokatiya xwe ve hewl da ku ez bibim heval û rêhevalê jinê yê herî baş. Di têkiliya min û dayîka min de jî, lêgerîna min a ji bo jina azad dikare were dîtin. Ez girêdayî xeyalên xwe yên zarokatiyê mam, bi wî rengî min jiyan kir û têkoşîna azadiya jinê derxist holê. ’’
Heya niha jî daxwaza Serokati ev e ku bi hevalên xwe yên zarokatiyê ve biçe ser kaniyan, di nava gund de bi van re bigerê û wana fêrî listokên nû bike. Bi jinan re di welatekî azad de meşa azadiyê bike. Dema em têkoşina Serokatî ya 52 salan dinêrin dibinin ku her tim li dora xwe zarokên welatê xwe komkiriye û bi van re bi rêgezên jiyana kominal û azadixwaz daniye. Serokati hestên xwe yên di vê derbarê de ji di name ya xwe de bi vê awayî tîne ser ziman; ‘‘Pêwîste bê zanîn ku min her tim xwest jin bijîn û ew bên jiyandin. Her windahiyek wan her tim ez êşandime. Ji bo min gotin, “Ew kurê xwedawendê ye”. Min jî xwest ez bibim kurekî (zarokekî) hêjayî jinan. Vê yekê rêgeza (hêmana) bingehîn a têkoşîna min diyar kiriye. Min ji bo jinan, “Rêgeza Hêviyê” pêş xist. Min got, “Pêwîste her jinek azad bibe”. Wekî mêrekê, min jî bi pîvanên etîk û estetîk ên li gorî azadiyê şekil girtine, xwe terbiye kir. Min got, Rêgeza bingehîn a Sosyalîzmê azadiya jinê ye.’’
Bi avakirina qadên xweser a jinan, avakirina artêşbuna jinê û her wûha rêxistinbuna jinê û birdoziya wê re rêya ku digihejê azadiya jinê û jiyanê heri dawi jî bi Jineolojî ve gihiştiye encamê û wekê ku Serokatî jî tine ser ziman êdi projeya wê ya nivço mayi temam dibe û dor tê jiyanî kirina vê. Êdi jin xwedi birdozi, rêxistin, artêş û zanist e. Zanista jin, jiyan û hevjiyanê; Jineolojî encamê xeyal, armanca Serokatî jî zarokati heya vê rojê ye.
Em çiqas xeyalên Serokatî parve dikin? An jî xeyalên me yên xwedî asoyên fireh a mîna yê Serokatî hene?
Jineolojî xeyalên hemû jinên azadixwaz û lêgerinvan di hundirê xwe de dihewine û ji bo rizgariya jî her curê amurên zayendperest, olperest, netewperest û zanistperest ji me re derîyeki vedike. Heger xeyalên me mîna Serokati mezin hebe û em li pêy lêgerina vê de bin dikarin ji bo xwe gihandina vê gelek tiştan bikin û tu carê dev jê têkoşinê bernedin.
Ji ber kû watedayina jiyanê bi wate jiyan kirina jinê re gengaz e.






