Ayşa Silêman/Dêrik
Hevrîn xelef; Jina ji aştiyê, têkoşeriyê û ji yesmînê hatiye xuliqandin e. Bi bedewiya fikir û sekna xwe bû hedefa dijminê mirovahiyê. Dayîka Hevrîn Xelef Yadê Sûad diyar kir ku Hevrîn gihişt asta şehadetê lê bi sedan destkeftî li pey xwe hiştin ku şûna wê xuya dike.
Di derbarê salvegera şehadeta Hevrîn Xelef û kurtejiyana wê Dayîka Hevrîn Xelef Yadê Sûad bersiva pirsên rojnameya me dan, hevpeyvîn wiha bû:
-Hevrîn Xelef kesayeteke Çawa bû û jiyana xwe bi çi rengî derbas kir?

Ji ber ku ez keçek bi tenê ya dayîka xwe bûm û min ew hest jiyan kiribû ku bê xwîşk bim, min nedixwest keça min Zozan jî wî hestî jiyan bike. Lewma her tim xwesteka min ew bû ku keçeke din ji min re çêbibe. Di 15’ê Mijdara sala 1984’an de xwedê ew xwestek bicih anî û Hevrîn da min. Hevrîn di xwedê dana xwe de yasmîn bû, netenê kêfa min û keça min Zozan hat lê tevahiya malbatê bi hatina wê şa bûn. Hevrîn bi hezkirin mezin bû û xalê wê nav lêkir, ji refa 1’ê ya yekem derdike heya refa 9’an. Di refa 5’an de rêveberê dibistanê daxwaza wê kirin ku tevlî pêşbirka bîrkarî bibe û têde ya yekem derket. Hevrîn berê xwe dida çi serkeftî bû, ji ber ku gelekî çalak û kesayeta wê xurt bû. Dema bû refa 6’an daxwaz ji min kirin ku ew tevlî koma Cûdî bibe û têde şanoyekî pêşkêş bike û rola parastina mafê mirovan bilîze.
Di her sê refên navîn de jî ya yekem derket her tim rêveberên wê digotin ji ber zîrekbûna wê, em deyîndarê Hevrîn in. Ji refa yekem heya dawiya temenê xwe Hevrîn ji heval û derdora xwe hezdikir û destek dida wan bi kûve diçû şopa xwe dihişt. Dema Hevrîn refa 12’an bû Meclisa Malbatên Şehîdan şehadeta keça min Zozan ragihandin, ev yek bandor li kesayeta Hevrîn kir ji ber ku ew refa 2’an bû dema xwîşka wê tevlî refên Gerîla bû, Hevrîn di nameyekî de jê re gotibû ez ê zû xwendina xwe bidawî bikim da ku werim bighim te. Dema Zozan şehîd ket min ji Hevrîn re got ez xwîşka te û tu dayîka minî em ê tu carî şopa Zozan bernedin. Hevrîn di refa 12’an de Endeziyariya Medenî jê re derket, lê wê dixwest bibe bijîşk ji ber ku hertim digot ew kesên di Helebça de birîndar bûyîn divê ez wan derman bikim. Sala din careke dî refa 12’an xwend 25 pile zêdetir anîn lê ji ber şehadeta xwîşka wê rêjîmê bawernameya wê radestî wê nekir. Êdî Hevrîn berê xwe da Helebê da ku Endeziyariya Medenî bixwîne, li wir hevala hevalên xwe bû ferq û cûdahî nedixist di navbera netewan de.
-Dema Hevrîn Xelef cihê xwe di nav rêxistinê de girt, çi kar û xebat da meşandin û roleke çawa lîst?
Piştî derçûna Hevrîn êdî hikumetê serlêdanên xwe ji mala me qut nedikirin rojane dihatin dixwestin ew bi wan re kar bike, lê bi tu şêwazî nekarîn wê iqna bikin. Hevrîn di sala 2010’an de di şaredariyê de dest bi kar kir. Di sala 2011’an de dema Şoreşa Rojava dest pêkir Hevrîn cihê xwe têde girt. Destpêkê Yekîtiya Xwendekaran avakir, êdî Saziya Nûrî Dêrismî li gundê Pirikê vekir û bû berpirsiyara wê, yekem perwerde li wir da. Bi vî rengî çend cih bi rêkûpê kirin û rêxistinê jê dixwest ku radestî wan bike, êdî berê xwe da xedemata û beşek jê kir Akademiya Nûrî Dêrismî û heya roja îro jî ew akademî vekiriye û odeya wê hîn heye li wir. Piştî ku elektrîk ji bajarê Dêrikê qut bû êdî Hevrîn bû Cîgira wezîrê elektrîkê di Saziya Elektrîkê de, da ku ji bo tevahî bajar cenetoran deyne û ronî bike. Rêjîma Baas kîn ketibû dilê wan de ku çima Hevrîn qebûl nekiriye bi me re kar bike lewma berê xwe dan nav zeviyên me û hemû şewitandin. Êdî Hevrîn biryar da ku wezareta aborî ava bikin da ku rê li pêşiya şewatên bi vî rengî bigre. Dema ji min re got ez ê berê xwe bidim wezareta aborî min jê re got tu û hevalê Aras li ser tu dînî nasekinin her çend mehan berê xwe didin cihekî, ji min re got heger em bidestê xwe ava nekin kes nayê ava nake.
Du salan cihê xwe di wezareta aborî de girt, êdî gelek destkeftiyên şoreşê çêbûn sazî, meclis, şaredarî û deste hatin avakirin. Min ji Hevrîn pirsî sedem çiya ku ev demeke te cihê xwe neguhertî, ji min re got hevalan gotiye ji cihê xwe neçe paşê em ê te rêkin cihek din. Dema biryar hat girtin ku divê Partiya Sûriya Pêşerojê were avakirin û Hevrîn pêwîste bi vî erkê rabe, êdî Hevrîn berê xwe da nav netewên Ereb bi mehan di nav wan de dima û mal bi mal digeriya û serlêdana mala dikir û ew perwerde dikirin. Di sala 2018’an de konferans çêbû û Hevrîn hat hilbijatin ku bibe Sekerterya giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê. Jinek Kurd bi vê temenê piçûk û bi vî rengî evqas kar û xebat da meşandin û xwedî rol û ked bû, wek strîkî di qrika dijmin de bû, bi taybet di qirika Erdoxan de. Hertim kemîn jê re çêdikirin û mît ji derdora wê xilas nedibûn.
-Şehadeta Hevrîn Xelef bandoreke çawa li pey xwe hişt?
Roja ku Hevrîn berê xwe da Hesekê çend caran xatir ji min xwestin, hîs dikir ku wê nema veger. Ji Dêrikê heya Hesekê min têkilî pêre dikir heya ku gihişt, dema gihişt ez bixew ve çûm min dît ku vaye Zozan di xewnê de serê xwe daniyê ser milê min dema min çavên xwe vekir min hîs kir ku Hevrîn tiştek hatiye serê wê. Piştî wê telefona min lêda û hin kesên Ereb diaxivîn min zanî ku Hevrîn çû. Raste Hevrîn nehazire lê her quncikek di malê de şopek wê heye, min hemû tiştên wê li cem xwe hiştine bîranîn, ji roja ku çêbûyî heya gihişt asta şehadetê hemû tiştên girêdayî wê di odeya wê de ne û rojane ez li wan dinêrim. Di 12’Cotmeha sala 2019’an de çeteyan kemînekî hovîtî ne li pêşiya kesayeta Hevrîn danîn, lê li pêşiya fikrê wê danîn. Jinek wek wê di 6 salan de evqas destkeftî kirin û bajar sererast kirin, bû kelemek li pêşiya wan dixwestin wê tune bikin. Di şexsê Hevrîn Xelef de dixwestin têkoşîna jinê tune bikin û jinê bitirsînin da ku gavan şûn de bavêjin. Dema ku ew kemîna hovîtî di derheqê Hevrîn de pêk anîn, hemû jinan li herçar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî Kurdistanê bang kirin ku em Hevrîn Xelef in û em ê têkoşîn bikin heya ku ew armancên ku wê destpê kirî û niha ji me re mayî em bighînin serkeftinê û azadiya jinê bidest bixin.
Dijmin nehiziriye ku ev jin şagirtê kîne û mamosteyê jina kiye û perwerde li berdestê kî dîtine. Ne gihiştiye wê baweriyê ku teslîmkarî li cem jinê nîne, dagikeriya Tirk jin di zindana xwe de parçe parçe kirin jî lê ji gotinên xwe nehatin xwarê. Ez wek dayîka Hevrîn û wek hevaleke wê ji ber ku 7 salan min û wê bi hev re kar kiriye, jê re dibêjim serê xwe bi rehetî deyne bila Erdoxan û çeteyên xwe baş bizanibe têkoşîna ku Hevrîn dayî destpêkirin ez û hemû jinan em ê berdewam bikim. Şoreşa Rojava bi navê jinê hatiye damezrandin û wê bi navê jinê biser jî bikeve. Her tim Hevrîn tanî ziman ku ew parçekirina Sûrî naxwazin û avakirina Sûrî dixwazin. Heya ku ew hikumeta demkî kujerê Hevrîn dadgeh neke û li pêşiya herkesî wî darveneke tu kes nikare baweriya xwe bi desthilatdariya wî bîne. Ew axa pîroz a ku bi xwîna şehîdan hatî ava kirin ji lingê wan yê qirêj re namîne. Jinê barek giran girtiye ser milê xwe û ne bi îradeya jinê be Sûrî ava nabe.






