Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêveberiya HTŞ’ê  hebûna jinan di avakirina Sûriyeke nû de tune dihesibîne

11/10/2025
in JIN
A A
Rêveberiya HTŞ’ê  hebûna jinan di avakirina Sûriyeke nû de tune dihesibîne
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Civaka ku mafê jinan tê de parastîbe, heta astekê baş ew civak pêşketiye . Armanca sereke ya perwerdeyên Kongra Star jî ev e, parastina mafê jinan û pêşxistina civakê ye. Berdevka Têkilî û Tîfaqên Siyasî û Demokratî ya Kongra Star Ronahî Hesen diyar kir ku, ji ber hikûmeta veguhêz ya Şamê hebûna jinan di avakirina Sûriya nû tune dike, wan pêwîstî bi perwerdeyan dît. 

Kongra Star bi pêşxistina perwerdeyan dixwaze azadiya jin û avakirina civakeke demokratîk ava bike. Ev perwerde ne tenê li ser zanîn û fêrbûnê ye, li ser pêşxistina jinan di qadên çandî, siyasî û civakî de jî pêk tên. Di vê çarçoveyê de, pirsên girîng wekî armanca perwerdeyên Kongra Star ji perwerdeyan, herwiha têkiliyên wan bi manîfestoya civaka demokratîk ve û encamên wê li ser civakê Berdevka Têkilî û Tîfaqên Siyasî û Demokratîk ya Kongra Star Ronahî Hesen ji Rojnameya me re axivî û diyar kir ku, eger jin di avakirina Sûriya nû de ne xwedî cihekî teybet bin, wê tu guhertinan bixwe re neyne.”

`Divê jin di avakirina Sûriya nû de xwedî cihekî taybet be`  

Ronahî Hesen anî ziman ku jinên li Sûriyê ji aliyê hikumeta veguhêz ya Sûriyê ve rastî her cûreyê binpêkirinan tên û wiha got: “Piştî ketina rêjîma Baas a ku nêzî 60 salî li ser desthildariyê ma, di 8’ê Kanûna 2024’an de bi hatina hikumeta veguhêz a Sûriyê bi hevkariya hêzên navdeweletî hate ser desthildariyê, gelek guhertin çêbûn. Civîn, hilbijartin û konferans jî hatin lidarxistin, meclîs û sazî jî têne avakirin. Di van guhertinên ku tên çêkirin, jin tê dûrxistin, jin di avakirina sazî û desteyan de ye ne xwedî cihekî taybet e. Lewra em wekî Kongra Star ketin nava têkiliyan û pêwîstî bi perwerdeyan dît. Armanca me jê ew e ku, em asta endamê xwe ji aliyê siyasî û civakî ve bilind bikin. Ji ber ku qunaxên ku niha jin di avakirina Sûriyeke nû de derbas dibe ne hêsane. Bi dayîna van perwerdeyan emê karibin têkilên xwe bi hemû jinên Sûriyê re xurt bikin û di avakirina Sûriyeke nû de cihê xwe di hemû qadên civakê de bi bawerî bigirin.”

`Projeya demokratîk ji bo hemû pêkhateyan e`

Herwiha li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya manîfastoya civaka demokratîk Ronahî teqez kir ku, perwerdeyên wan bê gûman wê li ser girîngiya manîfastoya civaka demokratîk be. Ronahî axaftina wiha domand: “Bê gûman wê perwerdeyê me li ser bingeha manifesto ya civaka demokratîk li ser du beşan werin dabeşkirin. Mînak yek jê emê karê Dîplomat şîrove bikin. Dîplomat bi giştî çawaye dewlet çawa dimeşînin em weke netewe demokratîk û banga Rêber Apo  ya ku dibêje manifesto tê de çawa dimeşînin. Lewra em dibînin ku Dîplomat di navbera dewletan de ye, lê di projeya netewa demokratîk de dîplomat wan, li ser bingeha têkilyan de tê meşandin. Wekî tê zanîn ku Rêber Apo jî ev yek aniye ziman ku dibêje `Dîplomasî di navbera dewletan de tê meşandin, lê em dixwazin ku têkiliyên me bêtir bi civak û pêkhateyan re be` êdî li cîhanê tevê hatiye belavkirin ku projeya netewa demokratîk ji bo hemû gel û pêkhateya ye. Mînak: jî hatina kesên anternasyonal serdana Rojava dikin û bi mehan dimînin û tevlî perwerdeyan jî dibin û piştî vedigerin welatê xwe dibin dengê projeya me.”

`Divê zilam hêza jinê di civakê paşguh neke`

Ji bo hevjiyaneke azad Kongra Star dest bi perwerdekirina zilaman jî kiriye. Li ser vê mijarê Ronahî wiha got; “Ji bo jiyaneke wekhev û azad me li hemû bajaran dest bi perwerdekirina zilaman jî kir. Perwerdeyên me li ser bingeha guhertinên hişmendiya zilaman ya ji aliyê jinan ve ye, çi di nava malbatê de be çi jî di saziyan de be. Guhertina ku tê xwastin ew e ku, zilam jin li kêleka xwe qebûl bike êdî nema keda wê paşguh bike. Lewra îro em dibînin bê çawa jin li Bakur û Rojhilatê Sûrî di hemû qadan de xwedî ked û hêze, ti kes jî nikare vê rastiyê înkar bike. Ji bo wê dayîna perwerdeyên bi vî rengî encamên baş bi xwere tîne ku êdî zilam rola jinê di civakê de bi hêz bibîne.”

`Encama perwerdeya herî zêde li ser civakê ye`

Berdevka Têkilî û Tîfaqên Siyasî û Demokratîk  ya Kongra Star Ronahî Hesen li ser encamên perwerdeyê ku didin destpêkirin axaftina xwe wiha bidawî kir: “Bi rastî di destpêkê de perwerdeyên ku dihatin vekirin ne wekî asta perwerdeyên niha bû. Lewra encamên wê jî zêde nedihat dîtin. Lê niha perwerdeyên ku tê dayîn di asta akademî û zanîngehê dewletan tê birêvebirin, ji bo wê jî bê gûman encamên pir baş û bilindkirina asta kesê ku tevlî dibin bi xwere tîne tê diyarkirin. Ev yek jî ji bo pêşxistina civakê pir girîng û pêwîst e, lewra encama perwerdeyan herî zêde li ser civakê ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.