Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serhat Eren; Muxatabê aştiyê li ser masê nebe… Ew aştî ne pêkan e

11/10/2025
in NÛÇE
A A
Serhat Eren; Muxatabê aştiyê li ser masê nebe… Ew aştî ne pêkan e
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Parlementerê DEM Partî yê Amedê Serhat Eren diyar kir ku pirsgirêka herî mezin di pêvajoya aştiyê neavêtina gavên berbiçav yên ber bi demokratîkbûnê ji aliyê dewletê ve û wiha got: “Bêdengkirina çekan girîng e, lê ev bi tena serê xwe aştiyê garantî nake. Aştî bi rêya qanûn û demokrasiyê tê pêkanîn.“

Di derbarê banga Aştî û Civaka Demokratîk û kar û xebatên Komisyonê, Parlementerê DEM Partî yê Amedê Serhat Eren bersiva pirse Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha ye:

-Pişte banga Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiyê  pêvajoyeke nû dest pê kir gelo pêvojo niha di kîjan astê de tê meşandin­?

Ji bo fêmkirina vê pêvajoyê, divê em hinekî paşve vegerin. Di vekirina Parlamentoyê de di 1’ê Cotmeha 2024’an de, bi destdayîn û silavkirina serokê MHP Dewlet Bahçelî bi koma Partiya DEM re bingehek ji bo diyalogê ava kir. Û mijara tecrîda li Îmraliyê bi berdewamî hate rojevê. Bahçelî di axaftina xwe ya, parlementoyê ya di 22 ê Cotmeha 2024’an de, diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê, divê Abdullah Ocelan were parlementoy “hilweşandina tevgerê di nav koma Partiya DEM de ragihîne” ku bikaribe mafê xwe yê hêviyê bikar bîne. Ev nirxandinên Bahçelî hem ji bo qebûlkirina hebûna tecrîdê û hem jî ji bo têgihîştina rola Rêber Apo girîng bûn. Piştî demeke dirêj cara yekem di 23’ê Cotmehê de hevdîtinê malbatê bi Rêber Apo re çêbû. Di hevdîtinê de Rêber Apo peyamek pir zelal da:” Ger şert û merc guncaw bin, ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku vê pêvajoyê ji bingeha şer, pevçûn û tundûtûjiyê veguhezim bingehek qanûnî û siyasî.” ev nirxandinên Rêber Apo rêveçûna pêvajoyê da destnîşankir.

Piştî hevdîtina ku di 28’ê Kanûnê de li Îmraliyê bi şandeyek ku Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder jî di nav de bûn  pêk hat, Rêber Apo  diyar kir ku nûkirina tifaqa Tirk-Kurd berpirsiyariyek dîrokî ye û divê hemî derdorên siyasî ji bo aştiyê xemên teng bidin aliyekî.

Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de, bangek dîrokî kir: “Divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK divê xwe fesix bike.” Di bersiva vê bangê de, PKK di 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist û biryara hilweşandinê ya ku di kongreyê de hatibû dayîn di 12’ê Gulanê de bi raya giştî re parve kir. Di 11’ê Tîrmehê de, çek li Silêmaniyê bi merasîmek fermî hatin şewitandin. Piştê îmhakirina çekan, di 5’ê Tebaxê de, Komîsyona Demokrasî ya Hevgirtina Xûşk-Biratiya netewî li Meclîsa Tirkiyê hate damezrandin. Komîsyonê heta niha 12 civîn li dar xistiye û niha qonaxa xwe ya guhdarîkirinê temam dike û amade ye ku di Cotmehê de raporek bi pêşniyara qanûnê pêşkêşî Parlamentoyê bike.

Piştî 27ê Sibatê, qonaxa yekem bi piranî qediya; niha divê em derbasî qonaxa duyemîn bibin. Sê têgehên ku Rêber Apo  tekez kir ji bo vê qonaxê mifteya vê yekê civaka demokratîk, aştî û entegrasyona demokratîk e. Entegrasyona demokratîk beşdarbûna civakê di pergalê de bi maf û rûmeta xwe ye; ew ne asîmîlasyon e, lê naskirina mafên kolektîf ên li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev e.

Ev qonaxa duyemîn amûrên berbiçav hewce dike qanûnên veguhêz/demkî. Divê çarçoveyek qanûnî ya berfireh were damezrandin, ku vegera kesên ku ji ber sedemên siyasî, di girtîgehan de ne, ji ber  dozan  ji qanûnê hatine dûrxistin, ji çiyayan heta deştan ve bigire nav xwe. Ji ber vê yekê veguherîna Komîsyonê ji “guhdarîkirinê” ber bi “qanûnî” ve girîng e.

Pêdiviyeke din a girîng ew e ku rewşa fîzîkî ya Rêber Apo were baştirkirin û rê li ber bi awayek rihet hevdîtinan bi beşên cuda yên civakê re were vekirin. Divê hevdîtinên bi parêzer, malbat û komîsyon û şandeyan re bi awayekî periyodîk werin çêkirin ku kapasîteya danûstandinê, motora pêvajoyê bi awayek lez karibe bixebite.

–Rêber Apo mîmar û pêşengê pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Lê belê, ew hîn jî di tecrîdeke giran de ye û mafê hêviyê jê re nayê dayîn. Komîsyonê di vî warî de çi gav avêtine?

Îro, her kes dizane ku Rêber Apo damezrîner û sermuzakerevanê rastîn ê vê pêvajoyê ye. Gotinên wî yên “Ger şert û merc guncaw bin, ez dikarim vê pêvajoyê ji bingehek pevçûn û tundûtûjiyê veguhezim pêvajoya qanûnî û siyasî,” ku wî di hevdîtina  yekem a malbatê de got, di bingeh de tevahiya rêya destnîşan kir. Ev nirxandin rêya aştiyê, hem ji hêla dîrokî ve û hem jî ji hêla siyasî ve nîşan dide. Ji ber vê yekê, mayîndetiya aştiyê û avakirina civakek demokratîk bi beşdariya rasterast a Rêber Apo bi pêvajoyê ve girêdayî ye.

Lêbelê, em îro jî bi rastiya tecrîdê re rû bi rû ne. Civînên sînorkirî yên ku her çend meh an hefteyan carekê têne lidarxistin, vê tecrîdê ji holê ranakin. Her çend Rêber Apo ajokarê vê pêvajoyê be jî, divê di civînan de ti pirsgirêk tune bin. Ji bo bidestxistina vê yekê, divê şert û mercên wî werin baştirkirin û pêşxistin.

Wekî Partiya DEM, em di derbarê mafê hêviyê de pir zelal in. Biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê zelal in. Rêber Apo bi xwe ev yek ne tenê wekî “mafek”, lê wekî “prensîbeke hêviyê” ku ji bo her kesî derbasdar e, anî ziman. Ev cudahî pir girîng e. Mesele ne tenê azadiya kesekî ye, lê vekirina rêyek aştiyê ji bo tevahiya civakê ye.

Ev rastî di xebatên Komîsyonê de bi berdewamî hate tekezkirin. Endamên Partiya DEM tekez kirin ku hevdîtinên birêkûpêk ên Rêber Apo bi parêzer û malbata xwe re, her weha têkiliya rasterast bi Komîsyonê û şandeyên siyasî re, ji bo ku pêvajoya aştiyê bixebite girîng in. Nêzîkatiya me zelal e: Azadiya Rêber Apo ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêdivîyek stratejîk e. Ger mafê wî yê hêviyê neyê naskirin, tecrîda wî neyê bidawîkirin.

– Ji bo ku pêvajoya aştiyê mayînde be, divê çi gav bên avêtin?

Pirsgirêka herî mezin di vê pêvajoyê de neavêtina gavên berbiçav ên dewletê ber bi demokratîkbûnê ve ye. Bêdengkirina çekan girîng e, lê ev bi tena serê xwe aştiyê garantî nake. Aştî bi rêya qanûn û demokrasiyê tê bidestxistin. Di vê qonaxê de, divê şert û mercên Rêber Apo demek dirêj hatiba baştirkirin û hawîrdorek ku ew bikaribe tê de bi azadî bixebite bihata afirandin. Niha, divê pêvajo derbasî qonaxek din bibe. Ji bo ku ev pêvajo bi dewletê re bi şert û mercên wekhev were danûstandin, divê muxatabên aştiyê Rêber Apo fîzîkî azad bibe ku ew bi beşên cûda yên civakê, nûnerên siyasî, akademîsyen, dîroknas, lêkolîner – hemî beşên civakê re bi awayek azad diyalogan pêş bixe. Ger ev qonax were derbaskirin, pêşveçûn dikare pir zûtir be.

Têgeha krîtîk li vir “entegrasyona demokratîk” e, wekî ku ji hêla Rêber Apo  ve hatiye tekezkirin. Entegrasyona demokratîk tê vê wateyê ku mirov bi nasname, ziman, bawerî û çandên xwe hene, û bi vî rengî beşdarî jiyanek hevpar dibin. Ne hilweşandina gelan û ne jî veqetandina gelan ji hev çareserî ye. Ya ku bi rastî girîng e, naskirina her kesî ye, tevî cûdahiyên wan, li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev. Entegrasyona demokratîk bingeha siyasî ye ji bo ku nasnameyên cihêreng bi mafên wekhev û li ser bingeha rêzgirtina hevbeş bi hev re bijîn.

Eger guhertin di Qanûna Dij-Terorê û Cezayê ya Tirkiyeyê de neyên kirin, eger qeyûm bi dawî nebe û eger astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî neyên rakirin, lawaziya vê pêvajoyê dê berdewam bike. Ev di heman demê de pêvajoyek demokratîkbûnê ye ku hemî warên jiyanê digire nav xwe. Ew bi siyasetê ve sînordar nine; veguherînek rizgarker di hemî warên civakî de, di nav de huner, werzîş, perwerde, edalet, medyayê, azadiya jinan û ekolojiyê, hewce ye. Îro, hîn jî zextek giran li ser çapemeniya Kurdî heye. Ev rewş nîşan dide ku geşbîniyek cidî ya li ser pêvajoyê heye.

-Komîsyona Demokrasî û Hevgirtina Xûşk-Biratî ya Netewî ya ku di Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê de hatiye damezrandin heta çi astê xebat daye meşandin, wê çibike?

Ev komisyona ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşniyar kirin, bersivê dide hewcedariya mekanîzmayeke sazûmanî ji bo çareseriyeke demokratîk piştî bidawîbûna pevçûnê. Avakirina komîsyoneke wiha ji hêla Parlamentoyê ve îradeya siyasî ya di pabendbûna Tirkiyeyê de ji bo hembêzkirina pêvajoya aştiyê nîşan dide. Rêber Apo jî girîngiyeke mezin da komîsyonê, bi berdewamî rola wê di xurtkirina bingeha civakî û nîqaşkirina qanûnên veguhêz de teqez kir.

Heta niha, komîsyonê 12 civîn li dar xistine. Li gorî Serokê Meclîsa Netewî ya Tirkiyê Numan Kurtulmuş, bi 91 rêxistinên civaka sivîl û kesan re nîqaş hatine meşandin, zêdetirî 50 demjimêran xebat hatiye kirin û 830 rûpelên qeydan hatine berhevkirin. Gelek kes, ji Dayikên Aştiyê bigire heya welatiyên ku di pevçûnê de zarokên xwe  winda kirine, baroyan, rêxistinên civaka sivîl ên herêmî, sendîka û rêxistinên jinan, ji bo komîsyonê hatine vexwendin. Herwiha, serokên berê yên parlementoyê, navendên ramanê û saziyên lêkolînê nêrînên xwe li ser pêvajoyê parve kirin. Ev tomar destkeftiyek girîng di tomarkirina bîra civakî û siyasî ya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê de temsîl dike. Rûxmê van hewildanan jî kêmasiyek cidî heye, Komîsyon hîn rasterast bi Rêber Apo re ango damezrînerê sereke yê pêvajoyê re neciviye. Lêbelê, ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê, ev ne hilbijartinek e lê pêdivîyek e.

– Gelo komîsyon plan dike ku serdana Îmraliyê bike? Partiya DEM li ser vê mijarê çi dibêje?

Wekî Partiya DEM, em ji destpêkê ve vê dibêjin: Mûxatabê pêvajoya aştiyê zelal e. Ev pêvajo bêyî nêrînên Rêber Apo tamam nabe. Heta niha, komîsyonê guh daye gelek beşdaran bê guman ev bi qîmet in, lê ne bes in. Ji ber ku mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.

Ez dixwazim vê yekê pir zelal bibêjim: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê ne daxwazek e, lê pêdivîyek e. Hemû ezmûnên aştiyê yên li çaraliyê cîhanê vê yekê nîşan didin. Mandela li Afrîkaya Başûr li ser maseyê bû, nûnerên Sinn Féin rasterast beşdarî pêvajoyê li Îrlanda Bakur bûn û li Havana ya Kolombiyayê bi rêberên FARC re civîn hatin lidarxistin. Xala hevpar a van mînakan ev e:  Mûxatabê aştiyê li ser masê nebe, Aştî  pêş nakeve.

–Nêrînê we li ser rola sereke ya Rêber Apo di pêvajoya aştiyê de û hewldanên hikûmeta AKPê yên ji bo manîpulekirina vê pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe çi ne?

Îro, her kes dizane ku Rêber Apo aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Beriya banga wî ya dîrokî a 27’ê Sibatê, ne mimkun bû ku çek bêdeng bibin û rêxistin xwe hilweşîne. Di civînên berê de, wî rêya aştiyê bi gotina “Ger şert û merc guncaw bin, ez dikarim vê pêvajoyê ji bingehek pevçûn û tundûtûjiyê veguhezim platformek qanûnî û siyasî” destnîşan kiribû. Bi gotineke din, Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemî gelên Tirkiyeyê navnîşana çareseriyê ye.

Lê mixabin, meylên ku vê pêvajoyê li gorî berjewendiyên xwe şekil bidin jî hene. Rêber Apo gelek caran diyar kiriye ku divê ev pêvajo bi “hesabên teng” neyê meşandin. Lêbelê, li şûna ku pêvajoyê wekî destpêşxeriyek demokratîkbûna civakî were dîtin, hestek heye ku mirov wê wekî amûrek ji bo xurtkirina pozîsyona xwe ya siyasî bihesibîne. Ev samîmiyeta pêvajoyê têk bibe. Nêzîkatiya me zelal e: Divê aştî ne bi berjewendiyên teng ên taktîkî, lê wekî destkeftiyek hevbeş a stratejîk were dîtin. Wekî Partiya DEM, em di her fersendê de tînin bîra xwe: Rêya aştiyê di beşdarbûna rasterast a Rêber Apo di pêvajoyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê de ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.