Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di salveger 6’emîn a Ş.Hevrîn Xelef de; Kujer bê hesab û rayedar e

11/10/2025
in JIN
A A
Di salveger 6’emîn a Ş.Hevrîn Xelef de; Kujer bê hesab û rayedar e
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Hedefgirtina jinan di şeran de, trajediyeke ku xwe dispêre bi salan. Ji ber jin stun û bingeha malbat û civakê ye, tê hedefgirtin. Lewra armanca dijmin ji hedefgirtina jinan qelskirina civak û îradeya wê ye. Mînaka wê Şehadeta Hevrîn Xelef ku xwestin di şexsê wêrekiya wê de, jina pêşeng hedef bigrin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî avakirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi pêşengiya jinê dest pê kir, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû rê û rêbazan jin kirin hedef. Bi sedan jinên xwedî rol ku ji bo jiyaneke azad û bi rûmet di civakê de xwedî hêz bûn, bûn hedefa dewleta Tirk û çeteyan. Armanc jê ew bû ku bi hedfgirtina wan hêza civakê bişkînin. Yek jê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Şehîda Hevrîn Xelef bû ku di 12’ê Cotmeha 2019’an de, dema ew ji bo karê xwe li ser rê bû, ji aliyê komeke çekdar a bi piştgiriya Tirkiyê (Koma Ehrar El-Şerqiye) ve hate hedefgirtin. Şehîd Hevrîn Xelef tevî ajokarê wê Ferhad Remedan li ser rêya M4 ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ve hatin şehîdxistin.

Ev hedefgirtin di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de ya di heman mehê de pêk hat.

6 sal li ser hedefgirtina Şehîd Hevrîn Xelef re derbas dibin.

Şehîd Hevrîn Xelef di 15’ê Mijdara 1984’an de li navçeya Dêrikê ya Qamişlo, hatiye dinê. Di dibistanên Dêrikê de dixwîne û piştre di Zanîngeha Helebê de Fekolteya Endezyariya sivîl dixwîne. Bidestpêkirina aloziya Sûriyê re di nava saziyên mirovî, hiqûqî û sivîl de dest bi çalakiya dike û piştî wê dest bi xebata siyasî dike. Hevrîn Xelef di sala 2012’an de yek ji damezirînerên Weqfa zanist û ramana azad bû. Bi rêya tevlîbûna xwe ji xebata civakî û siyasî ya li herêmê di avakirina Rêveberiya Xweser de ya Kantona Cizîrê ya 2014’an de destek da. Di saziyên rêveberiyê de Hevrîn xwedî roleke girîng û çalak bû. Her wiha ji damezrînerên Nivîsgeha Perwerdeya Civakî û Akademî bû.

Şehîda Hevrîn Xelef di 2014’an de erka cîgira Hevserokatiya Desteya Enerjiyê wergirt û pişt re bû Hevseroka Desteya Aborî ya kantona Cizîrê. Di Bihara 2018’an de, Hevrîn bi kar û xebata xwe ya serkeftî, bû Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ku hîna nû hatibû damezirandin. Dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê ji bo vîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişkîne, Şehîda Hevrîn Xelef kire armanca xwe ku bi rêbazekî dijî mirovahiyê şehîd xist.

Cihê kujeran zindane ne erkgirtine

Her sal li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Hevrîn Xelef bi çalakiyên cûda tê bi bîranîn. Lê îsal ne tenê di salvegere şehadeta Hevrîn Xelef hat bi bîranîn, lewra bi ketina rejîma Baas û hatina Ehmed El-Şeri ku bi desthiladariya xwe, dest daniye ser Sûriyê. Şehîda Hevrîn Xelef her tim tê bi bîr anîn. Konferansa ku ji aliyê desthilatdariya Şamê ya nû ve di 29’ê Çileya 2025’an de li Şamê hat lidarxistin. Serokê hikumeta veguhêz Colanî tê de xwe wekî serokê Sûriyê ragihand. Ev kongire bi amadebûna serçeteyên ku li dijî gelên Sûriyê sûc kirin hat lidarxistin. Bi taybetî beşdarbûna kujerên Hevrîn Xelef yê ku serçeteyê bi navê Ehmed Îhsan Feyad El Hayis tê nasîn Hatem Ebû Şeqra, herwiha serçeteyê bi navê Mihemed Casim ku li dijî gelê kurd li Efrînê bi dehan sûc kirine, Serokê demikî yê Şamê Ehmed El-Şeri kujerê Hevrîn Xelef Ehmed El Hayis “Hatim Ebû Şeqra” kir rayedarê Firqeya 86’an.

Di derheqê nerazîbûn û nepejirandina kujerê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef, ji aliyê kongra Star ya Kantona Cizîrê û saziyên xweser, daxuyanî û xwepêşandan hatin li dar xsitin.

Herwiha dayîka Şehîd Hevrîn Xelef Suad Mistefa derbarê tayînkirina kujerê keça xwe, Ehmed El Hayis “Hatim Ebû Şeqra” ji raya giştî re wiha got; “Ev kesê ku niha hatiye qaşo Sûriyê bi rê ve bibe, ji bo dagirkeriya Sûriyê hatiye. Ji bo ku pêkhateyan dûrî hev bixe wekheviya ku hatiye avakirin xirab bike. Ji bo gelê tê de mayî tine bike, helbet wê mirovê wekî xwe ku Sûriyê têk bibe wê di saziyan de bi cih bike. Yek jê tayînkirina kujerê keça min Hevrîn Xelef e. Ez wî bixwe napejirîn im, heta ez şagirtê wî bipajirîn im. Ji ber ku destê wî ketiye nava xwîna şehîdên me de. Ez vê jî dibêjim, lingê wî li ser axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, herame. Bila cîhan dengê me bike û êdî hişyar bibe dem hatiye ku her kes li ser xaka xwe bibe xwedî maf û di welatê xwe de azad bijî.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.