Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nîroz Muslim: Sîsetma ku mafê jinan paşguh dike wê tu carî bi ser nekeve

11/10/2025
in JIN
A A
Nîroz Muslim: Sîsetma ku mafê jinan paşguh dike wê tu carî bi ser nekeve
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Cîgira Desteya Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nîroz Mislim diyar kir ku di 5ˊê Cotmehê de, rêveberiya HTŞ’ê Colanî li Sûriyê hilbijartinên parlemantoyê li dar xist û got, “Sîsetma ku mafê jinan paşguh dike wê tu carî bi ser nekeve.”

Di 5’ê Cotmehê de hilbijartinên parlemantoyê yên rêveberiya HTŞ’ê Colanî hatin lidarxistin. Di heman demê de, di nava aliyên siyasî û medyayê de li ser rewatiya wê nîqaşeke berfireh derkete holê. Bi taybetî piştî dûrxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma Siwêdayê ji beşdarbûnê û pêkanîna mekanîzmeya hilbijartinan. Herwiha ji aliyê paşguhkirina deng û rola jinan, jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  nerazîbûna xwe nîşan da. Di vê çarçoveyê de Cîgira Desteya Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nîroz Mislim ji Rojnameya me re axivî.

`Nêzîkbûna hikûmeta veguhêz ya Sûriyê ji aliyê jinan ve, dijî projeya me ye`

Nîroz Mislim diyar kir ku nêzîkbûna hikûmeta veguhêz ya Sûriyê ji aliyê jinan ve, dijî projeya netewa demokratîk e û wiha got: “Hilbijartinên ku hatin li darxistin ne demokratîk in, lewra rêjeya tevlêbûna jinan pir kêm e. Ev yek nîşan dide ku hikûmeta Sûriyê dîtina kevin ên ku siyaseta  de cihê mêr dikin, didomînin. Bê gûman ev nêzîkatî dijî projeya me ye, lewra em hemû olan hemû çand û pêkhateyan qebûl dikin. Herwiha em girîngiyê didin rola jin ku di sazî û tevayîya qadên jiyanê de cihê xwe bigire, ji ber ku ew jî di vê cîhanê de xwedî mafe. Ji aliyekî din ve hikûmeta veguhêz di rêya şerê taybet de li ser ragihandinê tiştê ne rast derdixe, behsa mafê hemû pêkhateyên Sûriyê û bidestxistina mafê jinan dike, lê li ser rûyê erdê tersî vê yekê tê payîn. Çimkî ew tenê  berjewendiyê xwe yê şexsî didin meşandin.

‘Hişmendiya rêveberiya HTŞ’ê Colanî yek rengî û alî ye’

Nîroz Muslim da zanîn ku sîstem û biryarên li darxsitina hilbijartinên parlemantoyê piraniya sîstem û qanûnên lidarxistina hilbijartina yeke, ji ber ku tiştin hene bingehinin nayên guhertin û wiha domand: “ Lê sîstema ku rêveberiya HTŞ’ê Colanî bi kartîne ne qanûniye. Ew ji bilî zihniyeta xwe ti kesî din qebûl nake. Mînaka vê yekê jî dûrxistina heremên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê û komkujiyên ku bi ser Siwêdayê de hatin kirin, tekez dike. Di heman demê de, rêveberiya HTŞ’ê Colanî hişmediyeke yek alî û yek rengî dide meşandin û dixwaze vê hişmendiya xwe li ser gelê Sûriyê feriz bike, herwiha gelek hewldanên xwe ji bo pêkanîna vê hişmendiya xwe dike. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Sûriyê ne cuda ye, ev herêm beşeke sereke ji xaka Sûriyê ye. Ev hişmendiya ku niha rêveberiya HTŞ’ê Colanî birêvedibe, bi tu awayî Sûriyeke demokratîk û azad nayê avakirin.”

 ‘Hilbijartên Rêveberiya HTŞ’ê  şiklî bûn’

Nîroz Muslim destnîşan kir ku hilbijartinên rêveberiya HTŞ’ê Colanî hilbijartinên şiklî bûn, lê belê ew tayînkirin û rastiya rûyê hikûmetê bû û wiha pê de çû: “Tişta ku di hilbijartinên rêveberiya HTŞ’ê Colanî de hatin kirin, li pêşiya çavên cîhanê hatin eşkerekirin. Herwiha rêbaz û sekina rêveberiya HTŞ’ê Colanî hişmendî û fikirê DAIŞ’ê da diyarkirin, ev rêveberî bi xwe DAIŞ’ê tenê navê xwe guheritî ye. Di heman demê de, ne em tenê van tiştên ku di Sûriyê de tên kirin dibînin, lê tevahiya cîhanê van tiştan dibînin. Hêzên navneteweyî û yên çavdêr jî vê yekê baş dibînin, lê bizanebûn dengê xwe nakin. Ji ber vê yekê pêwîst e hevdîtin were kirin, da ku çareseriyek ji rewşa Sûriyê re were dîtin.”

`Ew kîne heta ku rojên cejinên me ji holê rakin`

Cîgira Desteya Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nîroz Mislim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelên ku bi hezarê sala ji bo doza xwe li ber xwe daye û di hemû rewşan de cejinê xwe pîroz dikin, ev komên çekdar yên nenas kîne heta ku biryara rakirina van rojan bidin. Bi hezarê sala ye dewletên desthildar bi hemû rêbazan hewil dane ku bi taybetî roja newroz qedexe bike, lê nikarî bûn. Ji ber ku ne tenê gelê Kurd, êdî cîhan tevahî girîngiya vê rojê dizane. Lê ji ber ku hin kes hene xwedî îdîlojiyeke xerab bin, dixwazin ku biryar û sîstema xwe civakê xerab bike. Helbet gelê Sûriyê bi taybetî gelê Kurd wê tu carî vê sîstemê nepejirîn in. Bi taybetî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê , ji ber ku ev gel li ser sîstemeke demokratîk û wekhev mezin bûn e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.